ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2017'AN 2017-02-22 09:00:37 ROJANE *Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulhakim Daş, diyar kir ku ev pêşûneya tê amaedkirin xizmeta çareseriya pirsgirêka kurd û demokrasiyê nake û ji ber vê yekê ew dibêjin "Na". Serokê DİAY-DER'ê Ekrem Baran jî anî ziman ku ev pêşnûma li dijî Peymana Medineyê ye û xwest peyman li gorî Peymana Medineyê bê amadekirin. *Saziyên Elewiyan ên Edeneyê diyar kirin ku, ew ê ji bo azadiya baweriyan dibêjin "Na". *Hat diyarkirin ku, vedana nepen a li Tarsûsê bi dawî bûye, lê hat îdiakirin ku, li herêmê bi nirxê 350 milyon dolarî cewahir û zêrên aîdî serdema Romaya Antîk hatine derxistin û şandine derveyî welat. *Derket holê ku, kartên gihaniyê yên mamoste û akademîsyenên di 7'ê Sibatê de hatin îxarckirin, di heman hefteyê de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ve hatine betalkirin. *Li Wêranşarê, di serdegirtinên malan ên piştî teqîna li navçeyên pêk hatin de, welatiyê bi navê Aziz Kanar ê ji sedî 92 berasteng e jî hatibû binçavkirin û 4 roj e di bin çavan de tê ragirtin. Bavê Kanar, Halil Kanar li dijî vê rewşê bertek n,şan da û got, bêyî alîkarî kurê wî nikare li ser piyan jî bisekine. *Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Raci Bilici, têkildarî gundê Xerabê Bava yê bi rojan e qedexe ye û destûra têketina wê nayê dayîn bi bîr xist ku, di salên 90'î de jî di bin navê polîtîkayên "ewlehiyê" de heman gund hatiye şewitandin û tu encam nehatiye wergirtin. Bilici, bang kir û got, divê demildest dev ji vê xeletiyê bê berdan. * Beriya hilbijartin referandûmê ya 16’ê Nîsanê, lîstikên Ak Partiyê yên bêyî agahiya mirovan wan wekî endamê xwe bide nîşan dîsa derketin holê. Hilbijêrê HDP’ê Huseyîn Kirkutay weke “endamê rêxistina Ak Partiyê ya Siwêregê” nîşan dan. Kirkutay bertek nîşan da û got “Heta niha ez di ber deriyê AKP’ê de derbas nebume, lê min wek endamê xwe nîşan dan û ezê li dozgeriyê gilî bikim." * Dayîkên dixwazin biçin gundê Xerabê Bava yê 12 roj in agahî jê nayê girtin diyar kirin ku dewlet piştî xerabkirina bajaran dixwazin gundan xera bikin û got: "Dewlet çi ji gundê Xeraba Bava dixwazin? Yên ji bo pîsîkekê qiyametê radikin li ku ne?" *Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, got tiştên li Xerabê Bava tên jiyîn dubarekirina yên salên 1990'î ne û diyar kir ku, ji wê çaxê heta niha tiştekî nehatibe ceribandin nemaye û wiha got: "Niha jî dixwazin nîşan bidin ku ew bi vê encamê werdigirin." * Endama Kordînasyona Hayir ve Otesî Melîs Akyurek got ku ew ê "ewlehiya sandoqan û dengan pêk bînin" armanca wan xwe gihandina hemû sandoqan e, ji bo deng li gorî usulê bê bikaranîn, neyên dizîn an jî psîk nevekin trafoyan dê hişyar bin. * HDP'a Mêrsînê, dê têkildarî dorpêçkirina li gundê Xerabê Bava daxuyaniyê bide. (12.00) * Dê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî gundê Xerabê Bava daxuyanî bê dayîn. (12.00) * HDP, dê li avahiyên partiyê yên bajaran têkildarî xistina parlementeriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdagê daxuyaniy bide. (14.00) *Doza Hevşaredarê Yenîşehîrê ya Amedê Selîm Kurbanoglu yê di 7'ê Kanûna 2016'an de ji peywira xwe hat durxistin û hat girtin dê li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00) * Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (IA) dê rapora xwe ya "Rewşa Mafê Mirovan a Cihanê " li Aynali Geçîtê bi civîna çapemeniyê aşkera bike. (10.30) POLÎTÎKA *Parlementerê HDP'ê Mehmet Ali Aslan, diyar kir ku ji bo AK Partî ser derhuqûqiyên xwe nenixumîne ew ê bibêjin "Na" û got, ew ê bi ruhê 7'ê Hezîranê mal bi mal bigerin û çima divê "Na" bê gotin vebêjin û xwest her kes bi vî ruhî beşdarî xebatan bibe. JIN *Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca anî ziman ku jin dê bi rihê 8’ê Adar’ê xebatên referandûmê bimeşîne û wiha got: “Bi encamên anketên hilbijartinê re êrîşên hikumetê jî zêde dibe. Ev jî tirsa hikumetê ya têkçûnê nîşan dide. ” * Dayîka Aştiyê Feleknaz Batûr a 77 salî ku du kur û bûka wê li çiyê jiyana xwe ji dest dane, 3 darbe, gelek zext dîtin û ji malbata 12 kesan niha ew tenê maye. Batûr ku jiyana xwe daye aştiyê wiha dibêje “Ez ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî aştiyê bi parêzim.” *Besteya yekemîn a koma muzîkî ya jinan ku di encama xebatên Atolyeya Muzîkê ya Praksîsê de hat avakirin, "Na" ye. Ji endamên komê Dilan Taşdemir, diyar kir ku îktîdar tim êrîşî jinan dike û ragihand ku ew ê ji îktîdareke wisa re nebêjin "Erê". ANALÎZ *Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesût Barzanî, gelek caran di serdemên krîtîk de serdana Tirkiyeyê kir û tim hat diyarkirin ku bi van serdanên xwe pişetvaniya AK Partiyê dike û ev serdanên wî rastî rexneyan hatibûn. Vê carê jî lêrastanîna serdana Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê gelekî balkêş e. Tê şîrovekirin ku lêrastanîna serdana vê carê jî ji bo piştevaniya kampanyaya "erê" ya referandûmê ye. SPOR *Amedspor ya her tim rastî cezayên fedarasyonê, çewtiyên hakeman, hewldanên lîncê yên tîmên reqîp, lêpirsînên propagandayê û binçavkirinan tê, herî dawî jî qeyûm şert û mercê guherandina navê tîmê da pêş berî wê. Li dijî van pêkanînan Serokê Dîrenîşê Ramazan Tugay bertek nîşan da û got, ya ku dê tîmê ji holê rabike navguherandine.