ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2017'AN 2017-02-23 09:00:01 ROJANE *Akademisyenên piştî hatin îxrackirin û bi dirûşmeya "perwerdehî tenê ne bi avahiyan e" daketin kuçeyan wiha gotin: "Eger 'Na' derkeve, em ê tenê ne kampusên xwe, welatê xwe jî bistînin." *Kurdên di dema serîhildanên Agirî û Dersimê sirgûnî gundê Çataltepe yê girêdayî navçeya Enez a Edîrneyê hatin kirin, bi salan e bi çand û kevneşopiya xwe jiyana xwe didomînin. Gundiyên Çataltepeyê gotin, ji bo dawî li zilma kurd rastî wê tên bê ew ê bibêjin "Na". *Halise Gulistan Diken, bi hinceta di sala 2012'an de li Maltepeyê beşdarî daxuyaniyeke çapemeniyê bûye bi îdiaya "Endamdtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Tevî zaroka wê ya 7 mehî Dikenê xistin girtîgehê. *Hîndekara Zanîngeha Mêrsînê Esra Erguzeloglu ya têkiliya wê bi zanîngehê re hat birîn, 18 salên xwe yên akademiyê û bi çavê jinekê rewşa zanîngehan vegot. Erguzeloglu, anî ziman ku ew xwe bi siûd dibîne û ji bo qewimînên li zanîngehan jî wiha got: "Heke belavoka aştiyê tunebûna jî dê ev tişt biqewimiyanan." Erguzeloglu, got li gel van tiştan hemûyan jî dê tiştên baş çêbibin. *Parêzer Cemal Demir, dest nîşan kir ku di mercên OHAL'ê de heke di referandûmê de "Erê" derkeve, dê welat ne bi qanûnan, bi biryarnameyên "Serokatiyê" bê birêvebirin û wiha got: "KHK'yê îroyîn a rast provaya pergala tê xwestin bi xwe ne." *Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Şakranê ya Jimare 4'an girtî hatine derbkirin û li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê jî kamera li qawîşan hatine bicihkirin. *Li Sûrê, derket holê ku malên wêrankirî wek navnîşana sûriyeyiyan tên nîşandan. Li navçeyê, maleke wêrankirî ya tu kes lê najî, wek navnîşana 15 sûriyeyiyan hatiye nîşan dan û bi giştî gelek mala wek navnîşana 43 sûriyeyan hatiye nîşandan. *Derket holê ku, kreşa zarokan a bi fermana Osman Dogramaci yê wek qeyûm tayînî Şaredariya Payîzavayê hat kirin hat girtin, dewrî miftîtiyê hatiye kirin. Muftîtiya ku li şûna kreşa zarokan, Qursa Qur'anê vekir jî, tu şop ji kreşê nehiştin. *Li Amedê, welatiyan diyar kir ku AK Partî bi dijminatiya xwe ya kurdan hebûna xwe didomîne û bi pêvajoya referandûmê rengê wê derketiya holê. Amediyan got, nîşana gurgeboz a Serokwezîr Binali Yildirim ew neheyirandine. *Biryara cezayê li hunermend Şanar Yurdatapan ê beşdarî kampanyaya gerînendetiya weşana giştî ya ji bo piştevaniya Ozgur Gundemê bû hat birîn, hat daxuyandin. Di biryarê de gotinên qunciknivîsa Hasan Cemal wek hincet hatin nîşandan. *Malbata Derya Koça a di "jêrzemînên wehşetê" yên li Cizîrê de hat kuştin, diyar kir ku pêkûtiyên li Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Gever, Silopiya û Sûrê ji bo gotina "Na" têr dike. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, diyar kir ku ji bo xwîna 40 sal diherike raweste ew têdikoşin û gotin ew ê ji bo aştiyê bibêjin "Na". *Li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê li şûna gardiyanan hêzên taybet bi ser qauşa jinên siyasî de girtin. Dayîka Ayten Beçet Fatma Beçet, diyar kir ku keça wê telefonî wê kiriye û gotiye hêzên taybet bi çek avêtin ser qauşa wan û li wan xistine. * Yekîtiya Ewropa (YE), têkildarî xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag û 5 meh cezayê li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş hatiye birîn diyar kirin ku ev nêzîkatî fikarên wan zêde dike. * Endamên MYK'ya DBP'ê dê têkildarî domandina qedexeya li gundên Nisêbîna Mêrdînê, li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê daxuyaniyê bidin. (11.00) * Li Kuçeya Hunerê ya Amedê, dê Koordînasyona Bajêr a Referandûmê bi pêşengiya HDP, DBP, KCD û TJA'yê bi şahiyekê xebatên referandûmê bide destpêkirin. (13.00) POLÎTÎKA *Wezîrê berê Ziya Halis, diyar kir ku bi zêdebûna çewisandina li ser HDP û tevgera kurd, Tirkiye ber bi serdemeke tarî ve tê kişandin û wiha got: "Riya aqil ew e ku, di referandûmê de ev çûyîn û nêvenga çewisandinê bê rawestandin. Dibêm dê 'Na'yeke bihêz derkeve."