ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2016'AN 2016-11-24 08:01:18 ROJANE * Li taxa Yeşîlyûrt a Şirnexê piraniya malên gel hatine hilweşadin û dayîkên careke din vegerîn bajêr rastî malên xwe yên hilweşadî hatin. Di çîrokên dayîka, Naîle, Pîroz û Taybet de tişta hevpar xaniyên wan ên hatine hilweşadin e. *Hat diyarkirin ku, li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê cendirme û gardiyanan girtî derb kirine. Malbatên ku hîn bûn, zarokên wan di dema derxistina dadgehê de hatine derbkirin gotin, wan zarokên xwe nas nekiriye. *Ji Îdliba ku di bin operasyonên hewayî yên Rûsyayê de ye tê diyarkirin ku, li gel koçberiyê veger jî zêde pêk tê. Her wiha ji ber li Navenda Paşveşandinê ya Hatayê cih tune, li sînorê Hatay-Sûriyeyê li herêmên leşkerş bi sedan penaber jî tên rawestandin. *Parêzeran diyar kir ku, bi OHAL’ê wek 30 rojî dirêjkirina dema binçavkirinê, li Edene û Mêrsînê bûye sedema binpêkirinên mafan ên cidî û anîn ziman ku, pêvajoya binçavkirinên dmedirêj herî zêde zarokan mexdûr dike û gotin, polîs êdî gefan li parêzeran dixwin. * Welatiyê bi navê Cengîz Yişlmaz ê ku li NÇM’ê bi du zarokên xwe re perwerdehiya muzîkê dibîne diyar kir ku ew hem çanda xwe fêr dibe hem jî bi zarokên xwe re demek xweş derbas dike. *16 rojnamegerên ji bo beşdarê kampanyaya piştevaniyê ya ji bo Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku hat girtin bûn, wê li 14'êemîn û 22'yemîn Dadgehên Cezayê Giran ên Stenbolê derkevin pêşberî dadwer. (10.00-16.00) JIN *Zerê Kavak a li kolanên Wanê di 2008'an de rastî şîdeta polîsan hat bi gotina "Wê rojê ez fêr tiştên ku teq ji bîr nakim bûm. Ya herî girîng ez fêrî netirsiyê bûm û min fêm kir ku divê jin wêrek bin" bal kişand li ser jinên ku li her derê welat kolanan naterikînin. POLÎTÎKA *Endamên PES'ê yên ku destur nehat dayîn bi Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtinê pêk bînin diyar kir girtina kesên wekî Demîrtaş ên bi dengê milyonan kesan hatine hilbijartin nîşaneya nebûna demokrasiyê ye û ew ê têkîlî û piştevaniya xwe ya ji bo HDP'ê bidomînin. JÎNGEHA KEDÊ *Serokê Şaxa BES’ê ya Mêrsînê Yûsûf Kaya yê bi KHK’yên dawî ji kar hat îxrackirin wiha axivî: “Di têkoşîna li Tirkiyeyê tiştek kêm e, ew jî hatina gel hev e. Heke em werin gel hev, vîna xwe derxînin holê em ê van rojên tarî biqedînin." ABORÎ *Li Amedê li gel yeko yeko esnafên biçûk derabeyên xwe datînin, veberhênan jî herêmê diterikînin. Derdorên odeyên kar û esnafan diyar kirin ku, di vê sala dawî de li bajêr zêdeyî 2 hezar esnafî derabeyên xwe danîne û anîn ziman ku, tu beramberiyeke pakêtên teşwîqî yên hikûmetê jî tune ye. EKOLOJÎ * Gelek herêmên di navbera Çewlîk û Amedê de ji ber çavkaniyên dewlemendiya bin erdê tê talankirin. Ji ber kanên madenê yên mermerê û dîsa bendav û HES'ê xweza talan û wêran dibe. HERÊMÎ *Li navenda Wanê jin bi awayekî yekgirtî, li tenûrên hevpar nan dipehitînin. *Mûstefa Selverê necar ev 49 sal e li Sûka Rihayê daran dineqişîne û berhemên wek meşk, dergûş, hewanê qehwê, selik, tas û kevçiyan dineqişîne. Selver got, wî ji ber hezkirina bêhna daran dest bi vî karî kiriye. *Li Wanê piştî Dibistana Seretayî ya Fatma Tokat hat girtin, perwerdekarên dibistanê ji bo qada perwerdehiya alternatîf bi malbatên xwendekaran re hevdîtin pêk anîn û dest bi kar kirin. *Li Dersimê gorên koçî yên fîgurên roj, ax û lehengiyan di xwe de dihebînin, ji aliyê gundiyan ev tên paarstin.