ROJEVA 04'Ê ADARA 2017'AN 2017-03-04 09:00:58 ROJANE * Parêz û Dîrektorê Ragihandinê yê Enstîtuya Çapemeniya Navnetewî (IPI) Steven M. Ellis, dest nîşan kir ku çewisandin û êrîşên li dijî azadiya çapemenî û ramanê nayên qebûlkirin û wiha bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir: "Ji bo îstikrareke wadekurt mafên mirovan nayên qurbanîkirin. Dê ev rewş di wadeyeke dirêj de tenê ne Tirkiyeyê, xwesarekê bide welatên cînar û gelek welatên cîhanê." * Avtîtûk a vexwerineke xasî herêmê ye û li malan tê çêkirin, hem xwedî taybetmendiyeke mîrateya çandî ye, hem jî ji bo tendursitiyê baş e. Avtîtûka bi piranî ji aliyê jinan ve tê hilberandin, madeya wê xam ji nebata "Binerdk" a li herêmê hêşîn tê çêdibe. * Leşkerên ku bi rojan gundê Xerabê Bava dorpêç kirin, hem ciwanên gund sîxurtî ferz kirin, hem jî gefa mirine li ciwanan xwarin. Ciwanê bi navê Osman Gokhan, diyar kir leşkeran ji wî re gotiye, 'Ezraîl im. Xwedê ji bo kuştina we ez şandime.' * Dayikên Şemiyê, li Qada Galatasarayê careke din li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin.(12.00) * ÎHD û xizmên windayan bi şîara "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Amedê çalakiya xwe ya 421'emîn dê li dar bixin. (12.00) * Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê ji bo balê bikişîne ser girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya Tîpa F li dar bixe. (13.30) * Dê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û xizmên windayan, li ber Bank Sumerê ya kevn a li Konakê ye li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan da, bi kiryarên nediyar hatin windkairin û yên bûn qurbanê înfazên bê daraz bipirsin. (13.00) POLÎTÎKA *Ji avakarin TKP-ML/TÎKKO'yê Muzaffer Oruçoglu, dest nîşan kir ku Qanûna Bingehîn a têkildarî referandûma 16'ê Nîsanê, qanûneke bingehîn a şer e û got, heke di referandûmê de "Erê" derkeve rojên tarî li benda welat in. * KCD, HDK, TJA, HDP, DBP dê têkîldarî êrîşa PDK'ê ya li dijî Şengalê li Buroya Şewirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00) JIN * Ligel gotina " fitrata jin û zilaman ters e" heta "ji ber ku jin li kar digerin betalî zêde ye" ve AK Partî di îxtidara xwe ya 15 salan de bi daxuyaniyên xwe wekî ku "arşîvekî" "zayendperest, cudakar, pêşiya şîdetê vekir" ava kir jin wekî salên barî îsal jî li hemû qadên jiyanê têkoşîna xwe bênavber didomînin. * Necla Çolemerik a aşxaneya xwarinên herêmî vekir, bi serketinên xwe ji bo jinên li hawirdora xwe bû mînak. Çolemerik, dest nîşan kir ku divê jinên her roj li dijî destkeftiyên wan derbe pêk tên qadên têkoşînê terk nekin û wiha got: "Dev ji wêrekiyê bernedin." * Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe, balê kişand ser girîngiya 8'ê Adarê ya dê di mercên OHAL'ê de bê pîrozkirin û wiha got: "Li bajarekî ku ewqas mirina jinan, îstismarkirina pitikan û her cure şidet lê zêde dibe, helbet dê gelek gotinên jinan hebin." Seroka Baskê Jinan a CHP'a Wanê Sema Canli jî got, dê jin dakevin kuçeyan û careke din gotinên xwe biqîrin. * Jinên ku dê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bi dirûşmeya "Çeka me piştevaniya me ye" bi gelek çalakiyan grevê bikin, dê jiyanê rawestînin. Ji Piştevaniya Jinê ya Narê Kubra Yilmaz wiha got: "Ev grev watedar e û dibe bibe destpêka her tiştî." * Tevgera Jinên Azad (TJA), dê li avahiya DBP'a Amedê têkildarî qexekirina mîtînga 8'ê Adarê ya ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat qedexekirin daxuyaniyeke çapemeniyê bide. (11.00) * Li navendên cuda bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bermaneyan li dar bixin. (12.00- 18.00) EKOLOJÎ * Malbata Aydogan a ji Stenbolê berê xwe da Mûglayê û li vir bi cih bû, dest bi hevrîmfiroşiya Carîa ya hilberîna wê 40 sal berê hat rawestandin û xwedî paşerojeke 2 hezar û 500 salî ye kir. ÇAND Û HUNER * Koma erbaneyê ya jinan a NÇM’ya bi KHK’ê hat girtin, bi sê zimanan straneke “Na”yê çêkirin û dê bi vê stranê xebatên “Na”yê bi rê ve bibin. JÎNGEHA KEDÊ * Li Edeneyê, li gel şert û mercên zivistanê yên zehmet jî, jinên ku ji bo debara mala xwe bikin her sibehê diçin ser zeviyan dixebitin, diyar kirin ku li gel şert û mercên zehmet jî ew heqê keda xwe nastînin.