ROJEVA 7'Ê ADAR 2017'AN 2017-03-07 09:00:40 ROJANE * Li Edeneyê, bi hatina biharê re, welatiyê bi navê Haci Ali Koyun ê ji bo zarokan bi çêkirina bafirokan debara xwe dike, 6 sal e bafirokan çêdike. Koyun, bi çêkirina bafirokan hem debara malbata xwe dike, hem jî pê dilê zarokan xweş dike. * Li Kocaeliyê kafeya Feslegen Bûtîk Cafe Restaurant, hemû kesên azadiya heywanan diparêzin û dixwazin bi tenduristiyê bên xweyîkirin vedixwîne tahm û berên organîk. * Çavdêrên ku der barê referandûmê de li qadê dixebitin, tînin ziman ku “Na” bi ferqek mezin li pêş e û ev ferq her diçe mezin dibe. Dîsa li gor heman çavdêran, kampanyaya “Na”yê ji partiyên siyasî bêtir, ji aliyê alîgirên wan ve tê meşandin. * Li Girtîgeha Şakranê, greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 21’emîn de jî didome. Malbatên ku çûn hevdîtina girtiyan, gotin piştî grevê çewisandin û pêkûtiyên li ser girtiyan zêde bûne. * Êzidiyan li dijî PDK’ê ya dema DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir êzidî bi tena serê xwe hiştin û çûn û niha êrîşî şervanên YBŞ’ê kir bertek nîşan da. Elî Cindî yê ji ber PDK’ê dev ji xaka xwe berda û li Êlihê bi cih bû wiha got: “Heke li dijî DAIŞ’ê YPG’yê em neparastana, belkî êzidiyek jî nefilitiyane. Êdî hemû êzidî dizanin ku barzanî û Erdogan bi tevkariyî tevdigerin.” * Êzidiyên li kampa AFAD'ê ya Midyadê dimînin, li dijî êrîşên hêzên çekdar ên girêdayî PDK'ê yên li dijî Şengalê bertek nîşan dan û wiha gotin: "Yên me diparêzin bila li xaka me bin, ne ku yê me di destê DAIŞ'ê de hiştin û reviyan." * Endamê Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz Berdan Acun, diyar kir ku qedexeya derketina derve ya li gundê Xerabê Bava hatiye îlankirin, bi awayekî derhuqûqî hatiye îlankirin û dermantiqî ye. Acun wiha got: "Hêzên ewlehiyê yên di bin navê ewlehiya welatiyan de diçin herêmê, malên welatiyan dirûxînin." * Li Îzmîrê, Yorukan jî got ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". * Esmer Înanç a 100 salî ya hema bêje di hemû çalakiyên Êlihê de cih digire, diyar kir ku ew ê di referandûmê de bibêje "Na" û bang li her kesî kir da guh bidin vî dengî. * Koçerên ku bi salane zozan zozan digerin, diyar kirin ku bi OHAL'ê re zozanên wan hatine qedexekirin, lê ew ji koçeriyê hez dikin û tu qedexe nikare li pêşberî wan bibe asteng. Koçeran got, ew ê meha Gulanê carek din berê xwe bidin zozanên Feraşînê û yên Wanê. * Li dayika nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê di ku 1994'an de bi gotina "nûçe heye" gazî li Sêweregê kirin û careke din venegeriya, Makbule Babaoglu ku li kurê xwe digeriya 750 TL ceza hate birîn. * Li Tuzluçayir a ku tegera kurd tovên wî hatiye avêtin û bi nasnameya xwe ya muxalîf tê nasîn û wekî "Moskow a Biçûk" tê pênaskirin gel bixwe xebatê referandumê dimeşîne. Tuzluçayir a ku AK Partiyê xwest bi projeya "Mizgeft-Cemxaneyê" xwest demografiyaya wî biguherîne li ser esasê ruhê xwe helwesta xwe ya referandumê wekî "Na" tîne ziman. * Heyeteke ku ji KCD, TJA, DBP û HDP'ê pêk tê, dê ber bi navçeya Licê ya Amedê ku li 18 gundên wê "qedexeya derketina derve" hatiye îlankirin ve biçe. (10.00) * Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, dê ji bo şermezaekirina êrîşên PDK'ê yên li dijî Şengalê li avahiya HDP'a Bajêr a Îzmîr daxyaniyê bide. (12.00) * Doza Nadîre Mater, Yildirim Turker, Hasan Cemal, Julîde Kural, Îlham Bakir û Murat Uyurkulak ên ku di çarçoveya kampanyaya "Gerînendetiya Weşanê ya Giştî ya Nobedar" de piştgirî dabûn rojnameya Ozgur Gundemê dê li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.30) POLÎTÎKA * Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Aycan İrmez, diyar kir ku heke di referandûmê de “Erê” derkeve dê Tirkiyeyê ber bi sedsala 20’emîn a Hîtler, Mûssolonî û Frankoyan ve biçe û got, êdî gel naxwazin bi vegotina yekzilamî re bên birêvebirin. * Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, têkildarî êrîşên ji aliyê komek pêşmerge ve li dijî Şengalê pêk hatin axivî û got, organîzasyona êrîşên PDK'ê yên li dijî Şengalê li Enqreyê hatiye çêkirin. JIN * Akademisyen Nuriye Gulmen a 117 roj e li heman kuçeyê li dijî derhuqûqiyan têdikoşe, diyar kir ku li gel hemû astengiyan jî divê 8’ê Adarê teqez li qadan bê pîrozkirin. * Tevgera Jinên Azad (TJA), dê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li navçeyên Sûr û Yenîşehîrê yên Amedê û li navçeya Pirsûsê ya Rihayê çalakiyan li dar bixe. (12.00-14.00)