ROJEVA 9'Ê ADARA 2017'AN 2017-03-09 09:00:46 ROJANE *Alî Mersin, bi vekirina kafeya Bogurtlenê di navbera kesên hewcedar û kesên piştevan de wek pirekê tevdiger û bi koma xwe ya bi navê “Navêje Bide” toreke piştevaniyê çêkiriye. *Têkildarî doza Nihat Kazanhanê 12 salî yê li Cizîrê hat qetilkirin, piştî 13 sal ceza li polîsê bi navê Mehmet Nur Baki Goçmez hat birîn, parêzerên malbatê dosye veguhastibûn dadgeha herêmê. Lê hîn jî bi daxwaza xelatkirina Goçmez, bi riya BÎMER'ê name tên şandin. *Li Êlihê, hatibû îdîiakirin ku Ebru Şîmşek a 18 salî bi çeka aîdî bavê xwe întihar kiriye. Lê ligel vê îdîayê jî li bedena Şîmşek rastî tu şopên bermayiyên berdanê nehatiye. Tê nirxandin ku Şîmşek bûye qurbana cînayeta navmalê. Her wiha zêdeyî 4 mehan e di dosyeyê de jî tu pêşveçûyîneke çênebûye. *Madena sifirê ya Şîrwanê, tenê nebû sedema mirina 17 karkeran, her wiha dêr, gor, mal, kanî, bax û baxçeyên aîdî ermeniyan jî ji holê rakir. Ermeniyê bi navê Bayram Babak li dijî vê komkujiya li gundê wan bertek nîşan da û wiha got: "Li gund av jî nema. Heke tu bixwazî zebze biçinî jî, tu nikarî. Ji ber ku ji bo çandiniyê deverek nemaye. Deverek tune ye ku tu heywanan biçêrînî. Em zaf li ber rûxandina dêrê ketin. Tu zanî, rojê carekê demara mirov lê dide. Tu zanî ezîzam, yê min jî dema erdê me, dargwîzên me, kalikê min Berxo tê bîra min demara min lê dide..." *Li Bakirkoya Stenbolê xebatên "Na"yê bênavber didomin. Kesên li kuçe û qadên Bakirkoyê xebatên "Na"yê bi rê ve dibin jî, ciwan, extiyar, HDP'î, CHP'î, xwendekar, kedkar û hwd. ne. * KCD, DBP, TJA û HDP, dê têkildarî starta Newrnoza 2017'an li Liv Suit Hotel a Amedê civîna bi taştê pêk bîne. (10.00) * 1'emîn Rûniştina doza Mehmet Şirin Kocakaya yê li Lîcê hat kuştin û 28 kesên ku şewata daristanan vemirand dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00) * Rewşenbirên piştgirî dan Rojnameya Ozgur Gundemê Ayşe Batumlu, Derya Okatan, Dicle Anter, Necmiye Alpay, Kamru Başer û Faruk Balikçi, dê li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derkevin pêşberî dadger. (10.00) * Rûniştina 8 rêveberên HDP'ê yên piştî 18 rojan hatin binçavkirin û girtin dê li 25'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00) * Rûniştina 46 parezerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji doza KCK'ê hatibûn girtin dê li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00) * Rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, dê li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (15.00) JIN *Nûnerên sazî û dezgehên gelek saziyan û jinên ji her temenî bi deng û rengê xwe beşdarî mîtînga 8'ê Adarê ya li Amedê bi pêşengiya TJA'yê hat lidarxistin bûn û diyar kirin ku ew ê ji bo siberojên azad bibêjin "Na". *Lîsa Çalan a beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê, di dema êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîranê de bi giranî birîndar bû û ji her du lingên xwe bû, di 8'ê Adarê de cara 5'emîn emeliyat bû. Çalan, ligel emeliyatên xwe yên giran jî her li ser piya disekine û hewl dide ku ji nû ve bimeşe, vegera ser karê xwe yê sînemageriyê û dansê bike.