ROJEVA 10'Ê ADARA 2017'AN 2017-03-10 09:00:34 ROJANE *Welatiyên li hawirdora Çemê Ergeneyê, yê bi pîşesaziyê re veguheriye qadeke rantê, dijîn ji ber bêhna çem û rîskên wê yên wek pençeşêrê bi salan e têdikoşin. Welatiyên xwestin çem bê paqijkirin, dest nîşan kirin ku ew ê ji bo xwedîderketina li qadên xwe yên jiyanê di referandûmê de bibêjin "Na". *Li polîsê ku xwendekarê zanîngehê Şerzan Kurt kuştibû, pêşî cezayê muebetê hatibû birîn. Lê ev ceza di navbera Dadgeha Bilind û dadgehên herêmî de gelek caran çû û hat û niha jî ew daxistin asta "birîndarkirina girankirî". Bav Omer Kurt, biryara Dadgeha Bilind nirxand û wiha got: "Baweriya me ya bi edaletê şikest." *Di navbera salên 1999-2002'yan de dema ku Osman Durmuşê MHP'î Wezîrê Tenduristiyê bû, li bajarên kurdan bi hezaran zarok bi tamana sorikê ya kartû hatin derzîkirin û bi vî awayî zarok mehkûmî mirinê hatin kirin. Serokê Komeleya Nexweşên SSPE ya Rihayê Îsa Çetînkaya li hemberî vê rewşê bertek nîşan da û got: "Ji bo çi we jehr enjekteyî van zarokan kir?" *Li Dersimê hema bêje hemû qadên çolterî wek "Herêma Ewlehiya Taybet" hatine îlankirin. Ji ber vê qedexeyê li herêmê her diçe mêşvanî ya ku çavkaniyeke debarê ya girîng e, kêm dibe. Serokê Yekîtiya Hilberînerên Mêşan a Dersimê Kazim Dogan, diyar kir ku hilberîner nikarin kewarên xwe li zozanan deynin û ji ber qedexeyan ew zehmetiyê dikşînin. POLÎTÎKA *Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê nirxand û got kuy polîtîkayên tirsê û çewisîner ên bi OHAL'ê re xwestin biafirînin, bi berxwedana 8'ê Adarê hatiye şikandin û jinan hêrsa xwe veguherandiye raperînê. EKOLOJÎ *Ekolojîstan diyar kir ku karna ekolojiyê ya 15 salên îktîdara AK Partiyê zaf lawaz e û ew ê li dijî talankirina xwezayê di referandûmê de bibêjin "Na". ABORÎ *Esnafên Kocaeliyê, anîn ziman ku li gorî sala çûyîn karê wan nêzî ji sedî 50'î ketiye. Ji esnafan Kerim Başturk wiha got: "Dev ji hesbakirina wadeyeke dirêj berdin, em nikarin hefteyeke pêş xwe bibînin."