ROJEVA 15'Ê ADARA 2017'AN 2017-03-15 09:00:32 ROJANE * Starta pîrozbahiyên Newroza ku gelê kurd bi berdêlek giran geştir kir dê li navçeya Nisêbînê bê dayîn. Li Nisêbînê di 1992’an de agirê Newrozê ji aliyê hezaran kesan ve tevî astengiyan hat pîrozkirin. Jinên bûn şahidên wan rojan diyar kirin ku wan bi xwîna xwe Newrozan anîn vê rojê û gotin: "Agirê ku di sala 1992’an de nekarîn vemirînin dê tu carî nekarîbin vebirînin." *Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Zilamên Oldar a Wanê Muhammed Oruç, di 28'emîn salvegera "Komkujiya Helebçeyê" de hatina Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê, ji aliyê hêzên girêdayî PDK'ê êrîşên li dijî Şengalê nirxandin. Oruç, dest nîşan kir ku ji dêvla gavên neyînî yên rastî bertekên tund tên, divê demildest ji bo yekîtiya netewî gav bên avêtin. *Li Edeneyê, di 2015'an de Tevriz Dora yê 3 sal û nîvî dema di hembêza dayika xwe de bû ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Ji bo der barê polîsan de lêpirsîn bê destpêkirin, dozger serî li Walîtiya Edeneyê da, lê walîtiyê ev daxwaz red kir. *HDP ji bo ewlehiya sindoqên hilbijartina referandûmê û diyarkirina navên kesên bên peywirdarkirin bênavber xebatên xwe didomîne. *Li Êlihê, Maseya Karên Agahiyan a ji bo pêkanîna ewlehiya sindoqan û ji bo welatî li ser sindoqan bên peywirdarkirin hat avakirin, bang li her kesî kir, da xwedî li vîna xwe û sindoqên xwe derkevin. *Bernameya Newroza ku dê îsal bi dirûşmeya "Em ê Serbikevin" li 33 navendan bê pîrozkirin, diyar bû. Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de ji zêdeyî hezar rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen û siyasetmedaran re vexwendname hatin şandin. *Ber bi Newrozê ve, li Amedê welatî ji bo kincên gelêrî berê xwe didin terzîxaneyan. Nihat Govend ê li navçeya Sûrê kincên gelêrî didirû got, ew meheke di ber sîparîşan re nagihê. *Veysel Moray ê li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê bi xwişka xwe Derya Morayê re hevdîtin çêkir, balê kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Veysel Moray, diyar kir ku li girtîgehê tenê Qur'an û pirtûkên dersan tên wergirtin û wiha got: "Mudurê girtîgehê ji hevalan re gotiye, 'Hurmeta min ji bo Esad Oktay heye.' Niha feraseta ku rêzê ji Esad Oktay re digire, li Girtîgeha Şakranê heye." *Endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ên HDP û CHP'î li dijî yekirina sindoqên hilbijartinê yên li hin navendan tên kirin bertek nîşan dan. Mehmet Hadimi Yakuoplu yê CHP'î wiha pirsî: "Madem ewlehî tune ye, ewçax ji bo çi hilbijartin heye?" Mehmet Tiryaki yê HDP'î jî wiha got: "Feraseta welatekî ku li derveyî welat xebatên hilbijartinê bi rê ve dibe û ji bo welatê xwe dibêje li hin deran sindoq nayên dayîn, nayê qebûlkirin." *Têkildarî pêkanînên di demên dawî de li gundê Xerabê Bava û bajarên kurdan pêk hatin nirxandinên cuda tên kirin. Lê herî baş kesên ku di salên 90'î de gundên wan hatin şewitandin û rastî heman rewşan hatine bi van pêkanînan dizanin. * Li ser qatlîama Beyazitê 39 sal derbas bû. Kesên ku teşwîqî qatlîamê kirin, kiryar û şirîk heta niha ji hin dozan bên darizandin jî rêgeza ku "di dewletê de beka esas e" derbasdar e û têkîldarî qatlîamê tu pirs ji kiryaran nehat kirin. * Midûra Karên Nivîsan a Ozgur Gelecekê ya girtî ye Asli Ceren Aslan dê li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê derkeve pêşberî dadgehê. (10.00) * Doza "KCK'ê" ya ku siyasetmedar jî di nav de 154 kes tên darizandin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10. 00) POLÎTÎKA * Parlamenterên HDP'ê Sirri Sureyya Onder û Celal Dogan tê têkîldarî serlêdana ku ji bo Hevserok û parlamenterên HDP'ê yên girtîne li Dadgeha Qanûna Bingehîn kirine dê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12:30) ANALÎZ * Hikûmeta AKP di destpêka îxtidara xwe de bi slogana "bi cîran re sifir pirsgirêk" ava kir di nava salên derbasbûyî ji ber sedemên cur be cur bi Îran, Suriye, Iraq, Misr, Îsraîl, Rûsya, Yewnanistan, Ermenistan, welatên Yekîtiya Ewropayê ve pirsgirêk û krîz jiyan kir. Tirkiyeya ku jibilî Erebistana Suîdî, Qatar û PDK'ê bi hemû welatan re pirsgirêkê dijî ji ber ku polîtîkayên dijminatiya Rojava dike ev pirsgirêkên ku dijî her çû kurtir bû. ABORÎ *Cotkarên ku ji bo fealiyetên xwe yên çandiniyê bidomînin, ji neçarî ji bo krediyan serî li bankayan didin, li hemberî maliyetên zêde neçar dimînin ku bi buhayekî kêm berên hilberandine bifiroşin. Nêzî 12 hezar dekar eraziyên gelek cotkarên ku mehkûmî krediyan hatin kirin, ji aliyê bankeyan ve hatine desteserkirin.