ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2016'AN 2016-11-25 08:02:40 ROJANE *Pazara Piştevaniya Tatavla ya li dijî Navendên Kirîn û Firotinê, dijberî berxuriya bê ser û ber tora piştevanî û şêwirmendiyê dirêsin. * Li Antalyayê di operasyonên meha dawî de, 60 kes hatin binçavkirin û ji vana 24 jê hatin girtin, 26 jê hîn jî di bin çavan de ne. * S.E. yê ku îdia kir li ji bo ciwanên ku li Kampa Penaberan a Elîbegiyê nehatine qeydkirin, kampeke din hatiye avakirin diyar kir ku, di hejmariya dawîn a cendirmeyan de 170 fîrarî hebûne û malbat dibêjin zarokên me tevlî DAIŞ'ê bûne. * Li Silopiyayê ji her 3 siyasetmedarên jin ên kurd ku jiyana xwe ji dest dabûn yek jê Fatma Ûyar bû. Malbata Ûyar di dema qedexeyê de hem bi hesreta gora keça xwe û hem jî ya mala xwe mabûn. Malbata Ûyar a ku piştî mehan vegeriya bajêr, niha jî li hemberî rûxandina mala xwe têdikoşe. *"Nobeta Çalakiyê" ya ji bo rojnamger û nivîskarên Ozgur Gundemê yên girtî hatibû destpêkirin, li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê didome. * Hevsera Ahmet Turk, Mulkiye Turk diyar kir ku dilê Turk bi pîla dişxule wiha got: "Bi dep û dolapan Ahmetê ku nexweşina wî giran e girtin û şandin girtîgehê. Çi dibe bila bibe Ahmet tu caran dev ji aştî, demokrasî û hevpariyê bernade." * Baroya Amedê ji bo Serokê Baro yê berê Tahîr Elçî bibîr bînin û lêpirsina doza wî bipirsin li ber Edliyeya Amedê dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00) * Rûniştina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş dê li Dadgeha Asli Ceza ya Mêrdînê bê dîtin. (13.00) POLÎTÎKA *Li Heleb û Îdlîbê bi êrîşên hewayî yên Rûsyayê yên li dijî El Nûsra û Ehrar El Şamê yên li nav OSO'yê cih digirin re, wê ber bi Tirkiyeyê ve pêleke koçberiyê yanî pêk bê. Rojnameger Hasan Sîvrî balê kişand ser rewşa ku wê pêk bê û dest nîşan kir ku, li gel penaberan wê komên selefî jî ber bi Tirkiyeyê ve werin. *Parlementerê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu yê li konferansa ku ji aliyê Komeleya World Cîtnzensê ve hat lidarxistin axivî got, li Tirkiyeyê HDP'ê tekane partiya ku mafê kêmaran diparêze ye, ji ber vê êrîşên li dijî HDP'ê di esasê xwe de li dijî kêmarane jî û dest nîşan kir ku, li dijî kurdan modela Srî Lankayê tê sepandin. JIN *Dayikên Aştiyê ku ji bo dayikên din êşa zarokan nejîn bi laçikên xwe yên spî daketin kolanan ligel ku bi şîdetê bersiva bangawaziyên wan hat dayîn jî ji israrkirina aştiyê venegeriyan. *Ji parêzerên Koma EŞÎTÎZ Gokçeçîçek Ayata got, divê li 103'yemîn maddeya TCK'yê ya rê li ber zewaca zarokên keç ên 12 salî vedike ev bê zêde kirin: "Zaroka/ê di biniya 15 saliyê de rizaya wê/î ya/yî tevgera zayendî nepêkane." * Bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan dê li gelek navendan çalakî bê lidarxistin. ABORÎ *Sinyalên krîza aborî ji niha ve kargehên biçûk diqilqilîne. Piştî girtinên li pêyî hev, li Kolana Îstîklalê niha jî îflas û destguherandina esnafan di rojevê de ye. Gelek esnafan got, ew bêyî sifteh derabeyên xwe digirin û hin jiw an jî diyar dikin ku, ew nikarin heqê karkerên xwe bidin. *Aborînasên ku zêdebûna dovîzî, westadriya çerxan, zêdebûna bêkarîtiyê niraxndin dest nîşan kirin ku, ji bo bandorên neyînî yên têkildarî aboriyê ji holê rabin, rêz û hurmeta ji bo huqûq, daraza serbixwe û çapemeniya azad şert e.