ROJEVA 16'Ê ADARA 2017'AN 2017-03-16 09:00:42 ROJANE *Girtiyê nexweş Ergin Aktaş ê her du destên wî tune ne û li gel rapora "Divê di girtîgehê de nemîne" jî nayê tehliyekirin, niha li girtîgehê name û rojname ji bo wî nayên dayîn. Her wiha radyoya Aktaş jî hat desteserkirin. *Li Şirnexa ku ji sedî 70’yê wê ji aliyê hêzên dewletê ve hat hilweşandin, niha jî qereqolên nû tên avakirin. Li navend û derdora bajêr heta niha 5 qereqolên nû hatin avakirin û tê payîn dê li çend taxên din jî amadehiyên çêkirina qereqolan bên kirin. *Li Girtîgeha Bakirkoy a Jinan, girtiyên jin, ji ber rastî cezayê dîsiplînê tên, li gel ku cezayê wan diqedin jî nikarin tahliye bibin. Endama Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan Parêzer Şule Recepoglu, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi awayekî keyfî cezayê dîsîplînê li girtiyan dibire û destûr nade ku girtî tahliye bibin. * Li gorî daneyên TUÎK'ê li Tirkiye ji 4 ciwanan yek betal in. Pisporê Jiyana Kedê ya DÎSK'ê Faruk Işik, anî ziman ku betalî ciwanan dikişîne ser karê bê ewle û keda erzan û wiha got: "Li Tirkiye avahiyên ku bilind dibin li ser ked û xwîna ciwanan bilind dibin. *Li Taxa Alîpaşa ya Sûrê, ji ber projeya "veguherandina bajêr" a 9 sal e didome firina 40 salî ya taxê bi rûxandinê re rû bi rû ye. *Seroka Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Rûken Akça, diyar kir ku Cejna Newrozê ji bo jinên kurd roja berxwedan û serîhildanê ye û got, jinan agirê Newrozê bi bedena xwe vêxistiye. Akça, bang li hemû jinan kir ku bi ruhê 8'ê Adarê dakevin qadan. *Ji 2 zarokên li Giyadînê hatin kuştin yek jê Muhammed Aydemir bû. Bavê Aydemir, Hanifi Aydemir li dijî biryara Waliyê Agiriyê yê destûra lêpirsîna der barê polîsan neda bertek nîşan da û wiha got: "Daraz, qanûnçêkirin û birêvebirin li ber destê walî kom bûne." *Prof. Dr. Baskin Oran, krîza bi Almanya û Hollandayê ya beriya referandûmê re tê afirandin niraxand û got, ji bo ev pêkanîn bi kêrî Erdogan bên, vediguherînin '15'ê Tîrmeha duyemîn' û ji ber vê tê kişkişkirin. Her wiha Oran, got ev pêkanîn bi hêleke xwe ve dişibe serdema McCharthy. *Berpirsiyarê Komîsyona Sindoqan a HDP'a Îzmîrê Nizammettin Aktaş wiha bang kir: "Em pêşî bibin peywirdarê sindoqan, paşê xwedî li sindoqan derkevin." *Mûglaliyan balê kişand ser pêvajoya referandûmê û Cejna Newrozê û wiha bang kirin: "Em bi agirê Newrozê 'Na'yê gur bikin." *Li Êlihê, dê Komîteya Amadekar a Newrozê li avahiya HDP'a bajêr têkildarî bernameya Newrozê daxuyaniyê bide. (11.00) *Şaxa ÎHD'a Rihayê dê li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê Komkujiya Helebçeyê şermezar bike. (13.00) *Dê li avahiya DBP'a Amedê têkildarî Komkujiya Helepçeyê çalakiyeke bîranînê bê lidarxistin. (13.00) * Baroya Amedê bi armanca qedexeya li 18 gundên Licê lekolîn bike dê biçin Lîcê. (12,.00) * Rûniştina doza Gerînendeyê Weşana Giştî ya Agosê Hrant Dink dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00) * Rûniştina doza Nobedarên Rojnameya Ozgur Gundemê Hakki Boltan, Nevin Erdemir û H. Hayri Şanli dê li 22'emîn dadgeha cezayên giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00) POLÎTÎKA *Li Sîlîvriya Stenbolê, bênavber xebatên gel ên ji bo referandûmê didomin. Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, HDP, HDK, CHP, ODP, Egîtîm-Sen û gelek partiyên siyasî û rêxistin li dor "Na"yê bûne xelek. JIN *Li Kocaeliyê jinan têkildarî referandumê nerînên xwe yên çima ew dibêjin "Na" anîn ziman. Jina bi navê Hanife Bildiricî, diyar kir ku ji bo mudaxileyî kenê wê, etegê wê û hejmara welidandina zarokan neyê kirin ew dibêje "Na". EKOLOJÎ *Li Yataganê 5'emîn santrala termîkê ya mezin a Tirkiyeyê dibe sedema mirinan. Di 2 salên dawî de ji ber pençeşêra pişikê 20 kesî jiyana xwe da. Her wiha niştecihên gund jî wiha dibêjin: "Qirika me dişewite, bi şev em nikarin rakevin." ABORÎ *Li Wanê, esnafên bazara kayê diyar kirin ku, ew 15 sal in mexdûrên polîtîkayên aboriyê ne û gotin, ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".