ROJEVA 19'Ê ADARA 2017'AN 2017-03-19 09:00:24 ROJANE *Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Mehmet Arslan têkildarî Newroza 2017'an a starta wê hat dayîn axivî. Arslan, dest nîşan kir ku ew ê li gel hemû astengiyan jî Newrozê pîroz bikin û wiha bang kir: "Divê gel her derî veguherînin qada Newrozê." *Parêzer û keça Haci Zengîn ê di Newroza 2012’yan a Stenbolê de ji ber êrîşa polîsan jiyana xwe ji dest da Elîf Zengîn Ayata, wiha got: “Hiqûqa ku xeyala min û bavê min bû min xelas kir.” *Parêzer Tugay Bek, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê girtî 24 saetan bi kamerayan tên şopandin û wiha got: "Li her derî kamera bi cih kirine. Dê ev bibe sedema rageşiyê." *Li Qersa ku ji HDP'ê parlementerekî wê, 3 hevserokên bajêr, 5 hevserokên navçeyan û bi dehan rêveberên wê girtîne, gel xebatên referandûmê bi rê ve dibe. *Di sala 6'emîn de şerê Sûriyeyê ber bi dawiyê ve diçe. Niha herî zêde hesab li ser Reqa, Dêra Zor, Bab û Îdlîbê diçe û tê. Tê plankirin ku Bab û Îdlîb ji rejîmê re, Reqa û Dêra Zor jî ji hêzên QSD'ê re bê hiştin. Her wiha tê îfadekirin ku di çenteyê DYA'yê de ji bo DAIŞ'ê hesabêb qadeke nû û korîdoreke ber bi Behra Spî ve jî heye. *Erdîşiyan, diyar kir ku ji bo referandûma 16'ê Nîsanê sedemên wan cuda ne, lê bersiva wan heman bersiv e û sedemên xwe yên "Na"yê rêz kirin. *Li Girtîgeha Şakranê, greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger di roja 33'yemîn de ye. Berdevka Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindana Selma Altan, diyar kir ku rewşa girtiyên di grevê de her diçe xerabtir dibe. *Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Qoserê Kadri Işik, banga tevlîbûna pîrozbahiya Newroza Qoserê ya dê di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin kir û got, ew ê li dijî çewisandin, binçavkirin û girtinan bersiva herî baş di Newrozê de bidin. *Sînemaya Yilmaz Guney a piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê bû hat girtin, bi şewatekê veguherîbû ariyê. Şaredariya DBP'î ji bo çêkirinê sînema bi 500 hezar TL'yî derxistibû îhalê, lê tê diyarkirin ku qeyûm ji bo vê nêzî 3 milyon TL maliyetek nîşan daye. *Amadekariyên dawî yên Newroza Amedê kirin. Seroka Komîteya Amadekar Ruken Akça, ji bo beşdarbûyîna Newrozê bang li hemû gelan kir û wiha got: "Em ê li qada Newrozê aştî û destpêkeke nû biqîrin." *Dayikên zarokên ku di komkujiya Roboskiyê, di çalakiyên Geziyê, di komkujiya Enqereyê û di dema qedexeyên derketina derve de ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin kuştin, beşdarî kampanyaya "Na" ya HDP'ê bûn û wiha gotin: "Ji bo hin zarokên din neyên qetilkirin em dibêjin 'Na'." *Li Cîzira ku bi Newroza xwe ya sala 92’yan mora xwe li dîrokê xist, amadekariyên pîrozbahiyan dest pê kirin. Kesên şahidê şahiya sala 92’yan kirin, dest nîşan kirin ku dê Newroz wan ber bi azadiyê ve bibe û ew ê jî bi vê giringiyê pîrozbahiyên îsal pêşwazî bikin. *Geveriyan balê kişand ser wateya Newroza ku dê di 21 Adarê de li Gever bê pîrozkirin û gotin, li Geverê tu carî zext û zordarî kêm nebûne, lê tu carî jî agirê Newroza Geverê netefiyaye. * Komîteyea Amadekar a Newroza Rihayê dê têkildarî pîrozbahiya Newrozê li avahiya DBP'e ya Haliliyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00) * Endamên Komîteya Amadekar a Newroza Amedê dê li Parka Newrozê daxuyaniyê bide û li avahiya DBP'ê ya Amedê civina çapemeniyê pêk bîne. (11.00-13.00) * 1'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê dê têkildarî ixrac û zextên li ser endamên xwe li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (16.00) * Zarokên li Stenbolê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan Îsa (5), Abdurrahman (3) û Vedat Şahin (2) de li Navçeya Şemrexê ya Mêrdînê bên defin kirin. (17.00) JIN *Bejna Gunay a ji Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê serbest hat berdan, diyar kir ku jinên li girtîgehê di 15'e Adarê de ketin greva birçîbûnê heta encam bistînin dê li ber xwe bidin. JÎNGEHA KEDÊ *Piştî îktîdarê Qanûna Karmendên Dewletê ya Jimare 657'an wek Qanûna Karmendên Dewletê ya Bi Peyman guherand, her diçe li dijî vê guharandinê bertek zêde dibin. Li Edeneyê kedkaran, got Ak Partî dixwaze karmendiya partiyî biafirîne, lê ew ê ji karmendiya partiyî re bibêjin na.