ROJEVA 20'Ê ADARA 2017'AN 2017-03-20 09:00:17 ROJANE * Gelê Yuruk ê ku li Çiyayên Torosan li benda biharê ne diyar kirin ku ew ê bi hilbijêrên AK Partî û MHP'ê re dê di referanduma 16'ê Nîsanê de dengê "Na" bikarbînin. * Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim bang li gel ku tevlî Newroza Sêrtê bibin û wiha got: “Newroz berxwedan û têkoşîna Mazluman a li dijî zalimane. Em li bendê ne ku gelê Kurd, Ereb û Tirk tevlî Newrozê bibin.” * Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan ê ku dê tevlî Newroza Geverê ku hemû parlamenterên wê girtîne bibe diyar kir ku gelê Geverê ji Newrozê re amade ye û wiha got: “Gelê Geverê dê nîşanî hemû kesî bide ji xweliya xwe ji nûve vejîn dibe. Hewceyî banga tevlîbûnê tune ye ji ber em asta tevlîbûna gelê Geverê dizanin.” * Doza endama Lijneya Koordînasyona KJA’yê ya bi KHK’ê hatiye girtin Sara Aktaş dê li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.30) JIN * Dayîka Sema Yuce, Zennure Yuce ya ku di Newroz bi agirê berda bedana xwe pîroz kir ev 19 sal in şûşeya findê ku li paş wê maye di boxçeyek spî de diveşêre wiha got: “Newroz cejneke ku kesên berdêl û wate dane fêm dikin e. Newroz Sema ye. Sema raperîn e Newroz e.” EKOLOJÎ * Li Navçeya Bodrumê tevî 5’emîn Daireya Şêwîra Dewletê biryara rawestandinê daye jî dîsa li herêma Geriş li ser qada 15 kilometre Santralên Ba (RES) tên avakirin. Serokê Xwebiratiya Çeman Remzi Kazmaz, diyar kir ku çar hawirê Bodrumê dikin Goristana RES'an. CIWAN * Xwendekarên Zanîngeha Namik Kemal ji bo pêşeroja xwe û li dijî rektor û yek zilamî gotin "Na" naxwazin li ser navê wen kes biryarê bide.