ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2016'AN 2016-11-26 08:01:54 ROJANE *Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi Ocalan re, ev 563 care tê redkirin. *Nivîskar Sîbel Oz, pêkûtî û çewsandinên nivîskar û rojnameger rastî wan tên wek "Tûxleyên dojeheke tirsnak tên raxistin" wesfand û got, girtîgeh gelek nivîskarên navdar û serkeftî digihîne. *Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez a ku têkildarî rûxandina taxan axivî balê kişand ser Qada Cûmhûriyetê ya ku rûxandina herî girê lê pêk hatiye û wiha got: "Armanca sereke tunekirina nasnameya bajarekî û nirxên wê yî çandî ye." *K.S û E.T. yên ku tora tiryakê ya li Taxa Gedîzê ya ku gelheya kurdan lê zêde ye vegotin, diyar kirin ku tiryakfiroş û maddefiroş ji aliyê polîsan ve tên zanîn, lê belê ji dêvla polîs mudaxileyî tiryakfiroşan bike, wan diparêzin. *Hat zanîn ku, 15 girtiyên ji Kirikkaleyê sirgûnî Balikesîrê hatine kirin ji ber li dijî lêgerîna tazî derketine rastî îşeknceyê hatine û ji wê rojê tu agahî ji wan nayê wergirtin. * Li naveçaya Sûrê ya Amedê par di dawiya meha mijdarê de qedexeya hatibû îlankirin û şerê dijwar qewimî li 6 taxên navçeyê salek li pey xwe hişt. Li navçeyê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, di nav de avahiyên dîrokî jî heye hezar û 312 avahî bi temamî hatin xirakirin, piranî jî hatin texrîbkirin. Li navçeyê aborî jî têk çû. * Der barê Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel de di îdianameya ku hate amadekirin de heta 23 salan ceza tê xwestin, di îdianameyê de tê gotin ku meş, çalakî, daxuyaniyên ku Demîrel beşdar bûye wekî xebatên partiyê nikare bên dîtin û hate îdiakirin tu xebatên rêxistinê ne. *Rêxistina Bajêr a DBP'a Amedê wê bi dirûşmeya "Bi Ruhê Seferberiyê Em Bi Rêxistin Bibin, Bi Berxwedana Em Bi Serkevin" li Kompleksa Sporê ya Peyasê 3'yemîn Kongreya Xwe Yî Bajêr a Awarte pêk bîne. (10.00) *Wê Rêxistina Bajêr a HDP'a Îzmîrê li Navenda Kongreyê ya Tepekûleyê bi beşdarbûyîna Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr panela "Niha gel diaxive" li dar bixe. (12.00-16.00) *Wê şaxên ÎHD'a Amed û Êlihê û xizmên windayan ji bo kiryarên xizmên wan ên bi cinayetên "Kiryar nediyar" hatin windakirin bên dîtin û darizandin wê daxuyaniyê bidin. (12.00) JIN *Jinên di berxwedana Geziyê de hatin gel hev û ji bo zimanekî feminîst biafirînin Forûma Jinan a Mastvan ava kirin, ev 3 sal e rojeva jinan nîqaş dikin, çareseriyan hildiberînin û rêya xwe didomînin. *Fadîk Kok a ku li Okmeydaniyê ji aliyê "akrep"ê lingên wê hat eciqadnin got: "Heke lingê min nehatana eciqandin, ez ê beşdarî meşa 25'ê Mijdarê bibûma." *Li ser banga Platforma Jinê ya Enqereyê wê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Li Dijî Şideta Jinê ya Navnetewî li Qada Kolejê mîtîng bê lidarxistin. (14.30) ANALÎZ-POLÎTÎKA *Şerê Babê tenê pirdenklemek e, di heman demê de ji bo pêşeroja Sûriyeyê û bi taybetî jî wê di vê sedsalê de ddirûvê Rojhilata Navîn diyar bike. *Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca anî ziman ku, di bin feraseta girtina Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan û li şûna wî tayînkirina qeyûmê "tunekirina kurdan" heye û got, ji ber wan şaredarî ji dest dizan derxistiye rastî êrîşê tên." ÇAND Û HUNER *Kulavê ku wek çare û dewaya fetqa piştê tê nîşandan, li Rihayê tekane hosteyê wê Omer Taşçi ye û ji bo ev pîşe nemire vediguhezîne nifşên nû. JÎNGEHA KEDÊ *Li Semsûrê cotkarên ji bo çandiniya avî bikin sondaj lêxistin dest nîşan dikin ku, ber di nav lepên bazirganan de vediguherin qezencê û ji ber vê nikarin fatûreyên xwe yî elektrîkê jî bidin. EKOLOJÎ *Li Antakyayê ji ber avahiyên hatine çêkirin tenê li goristanê şînahî maye. Bînasaz Ercument Kîmyon, diyar kir ku di bajarvaniya berûvajî de cihên şînahiyan bi "siyaset-bazairganî-rantê" ji holê hatine rakirin.