ROJEVA 27'Ê ADARA 2017'AN 2017-03-27 09:00:07 ROJANE *Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê doza kuştina Enes Ata yê 8 salî ku di 2006'an de li Amedê bi bombeya gazê ya polîsan hat kuştin biryara bê şopandinê da. Dozger piştî 8 salan bi hinceta "Dem di serde derbas bûye" der barê polîs Ş.G. de biryara bêşopandinê da. Parezerê Malbata Ata Abdullah Zeytun, anî ziman ku kujer cerek din hatin parastin. * Li gundê Marînê yê navçeya Nisêbînê 5 rojan qedeqe hat îlankirin. Welatiya Gundê Marînê Hayat Dinç, bertek nîşanî qedexeyan dan û diyar kir ku heta niha 4 caran gund qedexe kirin û bi dehan caran operasyon pêk anîn lê çi ket destê wan? û wiha got: "Çar çaran gundê me vala kirin lê dîsa em vegeriyan gundê xwe ka çi ked destê wan?" *Welatiyên ku li gundê Kurna ya Pendîkê sewalkariyê dikin diyar kirin ku buhayê mazot, ka û êmê gelek zêde ye ji ber vê yekê jî sewalkarî her diçe xirab dibe, ew ê di referandûmê de dengê "Na" bi kar bînin û ev yek ji bo ku sewalkarî ber bi başiyê ve biçe dê bibe gavek. *Kalê Rozerîn Kalkan a ku bi îşkenceya zayendî ya di bin çavan de dît re hate rojevê li girtîgehê tenê di hucreyê de tê girtin, Ramazan Kalkan diyar kir ku neviya wî ji ber ku bi tena serê xwe tê girtin bi kesekî re nikare biaxive, dengê wê jî hatiye guhertin. *Xwendekara Lîseyê Kardelen Çokluk ku ji ber "Na" ji lîsê hat dûrxistin, diyar kir ku ew dê bêtir bêji "Na" Çokluk, ani ziman ku ji bo "Na" bi ser bikeve dê bêtir bêje na û bixebite. * Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Birlik û Aycan Îrmez dê li navçeya Basa xebatên referandumê bimeşînin. * Rûniştina 154 siyasetmedarên kurd ên ji doza sereke ya KCK'ê tên darizandin dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00) * KESK, dê bernameya di navbera 1-2'ê Nîsana 2017'an de ya têkildarî “Rejîma OHAL/KHK û îhraca karker û karmendan" dê li salona Yekîtiya Mulkiyelileran ya Enqereyê bi civîna çapemeniyê aşkere bike. (11:00) * Berdevkê Koma HDP'ê Osman Baydemir; dê tevî paramenter û endamên MYK'ê li ber Dadgeha Qanûna Bingehin ya li Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13:30) * Komek şanogerên li Êlihê dê lîstika kolanan bidin destpêkirin û bi lîstika "Semaq" srattê bidin. (14.30-16.00) JIN *Komeleya Jinê KOZA ya ku ji bo îstihdama jinan projeyan ava dike û dixwaze jin di jiyana kar de cih bigirin hewl dide jinên ku dewlet li malê heps dike derxîne kolanan. Ji damezirînerên komeleyê Meral Yalnizca diyar kir ku ew dixwazin jin ji qozeyên xwe derkevin. EKOLOJÎ * Welatiyên heremî diyar kirin ku bi fermana Fermandarê Qereqola Cendermeyan a Gundikê Melê bi hezaran darên li herêma Besta ji aliyê cerdevanan re hatine birîn. JINGEHA KEDÊ *Karkerên çandiniyê yên ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê bandora neyînî li ser wan dike diyar kirin ku nikarin pereyên xwe bigirin û keda wan tune tê hesibandin.