ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2016'AN 2016-11-27 08:01:30 ROJANE *Di ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê li ber Minareya Çar Ling hat qetilkirin, her çiqas salek derbas bûbe jî, hîn jî kiryar nehatine dîtin. Endamê Komîsyona Lêpirsîna Cinayeta Tahîr Elçî ya Baroya Amedê û parêzerê Tahîr Elçî Mahsûnî Karaman got: "Li gel di dosyeya Elçî de tu biryareke nepen tune ye jî, bi vê dosyeyê re têkiliye me qut bûye, mînak nayên dayîn, niha em nizanin dosye di kîjan merhaleyê de ye." *Li Edeneyê piştî kapasîteya girtîgehan tije bû, di biryarên girtinê de daraz rêbaz guherand. Di demên dawî de bi dehan kesên biryara girtinê ji bo wan tê dayîn, hepsî malê tên kirin. *Xwendekarên Zanîngeha Mûstafa Kemalê Amed Kiran û Azad Demîr piştî hatin girtin û tehliye bûn, ji heman dozê der barê wan de dubare lêpirsîn hat destpêkirin û careke din hatin girtin. *Parêzvana Mafê Mirovan û Hevseroka ÎHD’ê parêzer Eren Keskîn têkildarê girtina Ahmet Turk de got ew, meşandina siyaset û têkoşîna Ahmet Turk dişibîne ya Apê Mûsa. * Li Geverê zarokên ku li nav enqazên avahiyên ku di dema qedexeya derketinê de hatin rûxandin hesin, elemiyon û sifir berhev dikin, bi firotina van xurdeyan pesariya budeçeya malabat xwe dikin. * Parazvanên magên mirovan diyar kirin ku Tirkiye penaberan li dijî YE'yê wekî koz bi kar tîne û lihevnekirina di navbera Tirkiye û YE'yê de dibe ku penaberan bibe mirinê. * Li Kadîfekaleyê 7 kes li ser îxbatan 15 deqîqe yi pey hev hatine kirin bi îdiaya "molotof avêtine otobus û dibistanê" hatin girtin. Muxbîrêkî qala avêtine molotofê kir yê duyemîn jî qala ji bo çalakiya banga komkirinê dike. POLÎTÎKA *Parlamenterê HDP’e yê Stenbolê Erdal Ataş diyar kir ku, hikûmet bi soza ku dê "Azadiya beşên din bi pêş bixe” bû îktîdarê û wiha got: “Lê niha bi pêkanînên xwe Qanûna Bingehîn a 1980’yî jî derbas kiriye. Ger ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk çareser nebe dê pergal hilweşe.” JIN *Wê Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP), bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Li Dijî Şideta Jinê ya Navnetewî, li Îskeleya Beşîktaşê ya Kadikoyê daxuyaniyê bide. (15.00) ABORÎ *Bi zêdebûna Dolar û Eûroyî li Tirkiyeyê gelek sektor bi krîza aborî re rû bi rû ne. Fîrmayên li Sîteya Otomotîv û Galeriya Mêrsînê dest nîşan dikin ku, krîza aborî li sektora wan jî xistiye û wiha gotin: "Ev krîz her diçe kûrtir dibe." * Krîza aborî ya hatiye ber deriyê Tirkiyeyê herî zêde bandorê li ser esnafan dike, welatiyan diyar kirin li dijî vê yekê rêbaza têkoşîne daketina kolanan û nerazîbûn nîşandan, li mafê xwe gerandin e. JÎNGEHA KEDÊ *Bi daxuyaniya MEB'ê re 6 hezar û 7 kedkarên perwerdehiyê yên ji peywirê hatibûn dûrxistin îadeyê peywirê hatin kirin. Kedkarên perwerdehiyê gotin, heta kesek nemîne ew ê têkoşîna xwe bidomînin û rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin. EKOLOJÎ *Li Geverê komira ji aliyê saziyên dewletê ve di bin navê "alîkariyê" de tê belavkirin û welatiyên xwedî dahata kêmbar ên ji neçarî vê komira bêqalîte dikirin û bi kar tînin, bajêr jehrî dike. ÇAND Û HUNER *Li Wanê hunera sewadê ya li ber tunebûnê ye, bi destên jinan jîndar dibe. *Pêşangeha Wênekêş Tahîr Bozkûrt a bi navê "Sonata Payîzê" ku mijara wê Baxçeyên Hewselê yên Amedê ne, xwe gihand hunerhezan. Bozkûrt got:"Ji bo ew rengên ji Baxçeyên Hewselê şewq didin Dîcleyê baş bên dîtin, divê her kes parêzvaniya aşitiyê bike."