ROJEVA 30'YÊ ADARA 2017'AN 2017-03-30 09:00:34 ROJANE *Li Dêrikê, derket holê ku Ş.Y. yê li Dibistana Navîn a Gundê Kevirşînê karê paqijiyê dike, 35 xwendekar îstismar kirine. Rêveberiya dibsitanê ya pêşî li bûyerê negirtiye, ji bo bûyer di çapemeniyê de dernekeve li dibistanê civînek çêkiriye. *Li Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê di roja 44'emîn de ye. Nûnerên saziyên civaka sivîl ên Îzmîrê, anîn ziman ku ji bo li girtîgehan mirin çênebe, divê demildest daxwazên girtiyan bi cih bên. *Hidir Demir ê ku bi birîndarî ji ji komkujiya Enqereyê filitî, anî ziman ku ew bawer nake ku di referandûmê de "Erê" derkeve û wiha got: "Lê ger derkeve, dê sibê du qatê van pêkanînan bên serê me û wê hesab ji tu kesî neyê pirsîn." * Jinên di salên 1990’an de gundê wan hat valakirin û koçî Êlihê kirin, diyar kirin ku ji bo zilma li ser wan bi dawî bibe dibêjin 'Na'. Jinên bi navê Gulistan Sarim û Fatım Şimşek, anîn ziman ku ji bo zilma li ser gel bi dawî bibe dibêjin 'Na'. *Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, bang li hemû jinan kir da beşdarî meşa Amarayê ya dê ji bo 4'ê Nîsanê rojbûyîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê lidarxistin bibin. *Ji bo AK Partiyê propagandaya bi kurdî serbest e, lê ji bo HDP'ê qedexe ye. Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, bîlbordên ku HDP'ê bi kurdî amade kirin, bi hinceta "naveroka wan nayê fêmkirin" destûr neda ku bên bikaranîn. *Gundiyên gundê Prûtê yê girêdayî navçeya Qaqizmana Qersê îdia kirin ku, keyayê gund S.Y. ji bo ew dengê "Erê" bi kar bînin bi ser wan de diçe. *Abdulkadir Ozturk ê du serdeman serokatiya Şaredariya Bajaroka Însûyû ya Konyayê kir wiha got: "Di warê siyasetê de ji bo me Bahçeli miriye. Dê ji sedî 80'yê MHP'iyan bibêjin 'Na'." *OHP, der barê guherandina 18 madeyên Qanûna Bingehîn de ya ku dê di 16'ê Nîsanê de berpêşî referandûmê bê kirin pirtûkçeyeke raveker amade kir. Bavê girtiyê bi navê Yusuf Ozdemîr, ê ku 29 roj in di gireva birçîbûnê de ye, Osman Ozdemîr da zanîn ku kurê wî bi qasî 5 kîloyan zihîf bûye û ji aliyê moralê ve baş e. Ozdemir wiha bang li raya giştî kir: "Ji bo ku em cenazeyên zarokên xwe ji gîrtegehan negirin, divê her kes tevbigere." (BI DÎMEN E) *Dê DBP, li Buruya Ragihandinê ya Navenda Giştî, têkildarî cezakirina endam û rêveberên xwe yên di çarçoveya 'Doza Sereke ya KCK'ê' de ceza li wan hat birîn daxuyaniyê bide. (12.00) * HDP’a Îzmîrê dê derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00) * HDP, di çarçoveya xebatên referandumê de dê li navçeya Sûra Amedê büroya hilbijartinê veke. (15.00) POLÎTÎKA *Serokê CHP'a Bajêr a Amedê Mehmet Sayin, anî ziman ku Serokomar Erdogan dubare berê xwe daye hilbijêrên kurd û wiha got: "Dê vê bêdengiya kurdan li ser sindoqan bipeqe." Her wiha Sayin, îdia kir ku dê li Amedê ji sedî 85 "Na" derkeve û got, Demirtaş di 7'ê Hezîranê de bi dirûşmeya "Em ê te nekin serok" Erdogan têk biribû. CIWAN *Ciwanên li herêmê ji bo piştevaniya kampanyaya "Na" ya HDP'ê bikin, bi navê "Dê bi 'Na'yê biçin' vîdeoyek amade kirin. ANALÎZ *Rejîma Esad a Rûsya piştevaniya wê dike, hewl dide ku li Îdlîbê li dijî Ehrar El Şam û El Nûsraya operasyonekê li dar bixe. Li gel vê, tişta balê dikêşe jî ew e ku, Tirkiye leşkeran li sînor bi cih dike. EKOLOJÎ *Li Manîsayê, Çemê Karaçayê yê ji ber qirêjiyê talûkeyê dide der. Li herêma ku bermayiyên sanayiya organîzeyê lê tên valakirin, li deverên ku eraziyên çandiniyê lê hene jî ji aliyê kesên nenas ve, molozên înşeatê û bermayî tên valakirin. SPOR *Komên alîgiran ên li ser medyaya civakî xwe birêxistin dikin, bi hastaga "#ÖzgürTribünlerİçinHAYIR" (#JiBo TrîbunênAzadNA) kampanya dan destpêkirin û diyar kirin ku, ew li dijî endustrîbûna futbolê, ji bo demokrasî û aştiyê dibêjin "Na".