ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2017'AN 2017-04-01 09:00:52 ROJANE *Ji fermandarên QSD’ê Clara Reqa, anî ziman ku ji bo rizgarkirin û ewlehiya Reqayê, Meclîsa Leşkerî ya Reqayê amadekariyan dike. *Mehmet Zeki Karabulut ê di komkujiya Enqereyê de kurê xwe Mehmet Karabulut winda kir wiha got: "Ez ê biçim ser sindoqê û dengê 'Na'yê bi kar bînim. Gelek sedemên vê hene. Ne yek, hezar in." *Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Emran Emekçi, têkildarî gotinên Serokomar Erdogan ên "Îmralî jî dibêje 'Na' wiha got: "Ocalan kesekî xwedî prensîb e. Berbayî şerê rojane nakeve, nayê lîstikên polîtîk." *Welatiyê bi navê Mehmet Selim Yeşil ê ku ji roja AK Partî ava bûye heta niha piştevaniya wê dike û di her hilbijartinê de dengê xwe dide AK Partiyê wiha got: "Tiştên ku îro ew dikin ji yên Tansu Çiller, Mehmet Agar û Kenan Evren xerabtir in. Ji ber vê ez ê di referandûmê de bibêjim 'Na'. Bila êdî hemû kurd vegerin esl û feslê xwe." *Hat diyarkirin ku, li Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê gardiyanên mêr ji bo lêgerînê bi ser qawîşên jinan de girtine. Jinên ku li dijî bertek nîşan dane, ji aliyê gardiyanan ve hatine derbkirin û paşê jî cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn û ew xistine hucreyan. *Ji ber pêkûtî û çewisandinan, mirov bi awayekî aşkere nikarin nêrînên xwe yê der barê referandûmê vebêjin. Li OSTÎM'ê me ji gelek kesan nêrîna wan a der barê referandûmê pirsî. Ji her 10 kesên ku dibêjin "Na", 8 jê newêrin ji çapemeniyê re nêrîna xwe vebêjin. *Li Şirnex û navçeyên wê, ji bo kesên ku di dema qedexeya derketina kolanan de bi darê zorê hatin koçberkirin dengê xwe bi kar xebatên hatin birêvebirin li ber qedandinê ne. Hevserokê HDP'a Şirnexê Zekî Îrmez da zanîn ku, wan malbat tespît kirine û ji bo hilbijartinê jî hemû muşahîdên xwe yên ser sindoqan diyar kirine. *Meclîsa Dayikên Aştiya ya Êlihê, ji bo balê bikêşin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dê li avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bidin. (12.00) * ÎHD û xizmên windayan bi şîara "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Amedê çalakiya xwe ya 425'emîn dê li dar bixin. (12.00) * Dê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û xizmên windayan, li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan da ku bi kiryarên nediyar hatin windakirin û yên bûn qurbanê înfazên bê daraz bipirsin. (13.00) * Dayikên Şemiyê, dê li Qada Galatasarayê careke din li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin.(12.00) * Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê ji bo balê bikişîne ser girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya Tîpa F li dar bixe. (13.30) * KCD, TJA, HDP û DBP dê li Stenbolê Sancaktepe, Kartal, Gazîosmanpaşa, Kuçukçekmeceyê; li Rihayê jî Wêranşar, Curnê Reş, li Agiriyê jî li Amed û Hatayê bi hevdîtinên gel û mîtîngan xebata referandumê bide meşandin. (10.00-19.00) JIN *Jinên kurd, 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û wiha gotin: "Rojbûna wî hebûna jinên kurd e." ÇAND Û HUNER *Cejna Akîtûyê ya ku ji dema asûr û babîliyan heta niha ji aliyê suryaniyan ve tê pîrozkirin, tê wateya destpêka serdema kar û barên çandiniyê. Seroka MEZO-DER'ê Tuma Ozdemir, hêvî kir ku Cejna Akîtûyê bibe sedema aştiyê. EKOLOJÎ *Çemê Karakoyûnê yê navçeyên navendî Halîliye û Eyyubiyeyê ji hev vediqetîne, hemû kanalîzasyona bajêr diherikê. Welatiyên li hawirdora çem rûdinên, anîn ziman ku ji ber bêhna çem û kelmêşan ew nikarin derkevin derve. *Mutewîlê DAYKO'yê Aydin Karakoç ê tevî gelê Kirklareliyê li dijî RES û santralên termîkê têdikoşe wiha got: "Heke em nebêjin 'Na' dê dawî li talankirina xwezayê neyê."