ROJEVA 28'Ê MIJDARÊ YA 2016'AN 2016-11-28 08:00:03 ROJANE *Rayedarên girtîgehê pêkanînên “Li hev bixe û aş bike" li ser girtiyan ferz dike. Mexdûrên 12'ê îlonê, têkildarî van polîtîka û pêkanînan diyar kirin ku, "Kesên ji bawerî û nerînên cuda di heman koridorê de bi cih dikin û bi vê yekê armanca dikin ku provokasyonê pêş bixin. * Binçavkirina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo siyaseta Tirkiyeyê bû dest pêka pêvajoyekî nû, malbata wî jî ji vê yekê gelek bi bandor bû. Hevsera Demîrtaş, Başak Demîrtaş a ku dema biçûkbû bavê wê jî li cem wê hatiye binçavkirin heman tişt jiyan kir, ew şev vegot. * Li gorî daneyên Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) li Tirkiye 142 rojnameger girtîne. Tenê di serdema OHAL'ê de 113 rojnameger, 38 radyo, 58 rojname, 5 ajansa nûçeyan, 28 televîzyon, 18 kovar û 30 weşanxan bi riya KHK’ê hatin girtin. Lê Serokomar Erdogan li gel vê yekê got “Azadiya rojnamegeran bê sînore. Sînorê azadiya min li ku be, ya rojnamegeran jî li wir e” û rojnamegerên girtî ji nedîtinê hat. * Alîkarê Serokê Federasyona Elewî Bektaşî Bulent Kaya têkildarî dûrxistina xwe û polîtîkayên îktîdarê yên li dijî nerînên cuda diyar kir ku divê li hemberî pergala mûaviye, yezîdê nû û karakterê faşîst yekiteyek hevpar bê avakirin. * - Şaxa ÎHD'ê ya Wanê li ser rewşa girtîgehên Gîresûn û Trabzonê rapor amade kir. ÎHD'ê diyar kir ku îşkenceya li ser girtiyan serdema 12'ê Îlonê derbas kiriye û aşkere îşkence dikin. ÎHD'ê di raporê de destnîşan kir ku girtiyên jimara leşkerî qebûl nakin rastî îşkenceyê tên. * Rûniştina doza Rojnamegerê Agosê Hrant Dînk dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00) * Rûniştina doza Midûrê Polîsan ê Pirsûsê ku berpirsiyarê kuştina 33 ciwanên li Pirsûsê hatin kuştin dê Dadgeha Asliye Ceza bê dîtin. (10.00) * Rûniştina doza Ethem Sarisuluk ê di çalakiyên Parka Gezî de jiyana xwe ji dest da li Dadgeha Cezayên Giran a Aksarayê bê dîtin. (11.00) * Ji bo Serokê Baroya Amedê yê li Sûrê hat kuştin dê li Amed û gelek bajarên din bi bernameyên din bê bibîr anîn. (12.30) POLÎTÎKA *Berpirsiyarê rêxistinê û Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Nadîr Yildirim, têkildarî rewşa kurdan û polîtîkayên AKP’ê diyar kir ku gelê kurd hatiye asta ku pêşeroja xwe bi xwe diyar bike û AKP jî hatiye asta hilweşînê. Yildidrim anî ziman ku hikûmetê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan guhdar nekir û ji ber vê yekê ketiye krîzê. Yildirim, da zanîn ku gelê kurd ji ber demê bêtir bi hêz e û dê teqez bi ser bikeve. JIN *Jinên ku li Bajaroka Tomukê ya Mêrsînê selikan çêdikin, hem wekî pîşeyek hunerî berhemên xwezayî bi ruh dikin û hem jî debara xwe dikin. Jinên ku di nava şertên zahmet de vê hunerê pêş dixin keda wan û qîmeta hunera wan zêde nayê zanîn. * Aktîvîsta Feminist Berrin Sönmez, diyar kir ku di îstîsmara zayendî de pêşnumaya ku sînorê 12 salî qebûl dike hişmendiya mêrê serdest e û wiha got: “Dadgeh bi mexrûr re empatiyê ava nake. Wîjdanên wan tenê bi bersûc re empatî ava dike. ABORÎ *Li Tirkiyeyê ku her diçe krîza aborî kûr dibe hilberîner îsyan dikin. Hilberînkarê firingiyan Yasîn Bozkurt, diyar kir ku ji sedî 90 berhemên wan di destê wan de mayîne û bi hezaran ton berhemên wan di zeviyan de mane û dirizin. * Gundiyên ku li Çewlîgê ji mezinên xwe fêrî masîvaniyê bûne wiha gotin: "Em ji xwezaya dewlemend a Kurdistane sûdê werdigirin û debara xwe dikin. Pêwîstiya me bi karê dewletê nîne."