ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2017'AN 2017-04-10 09:00:01 ROJANE * Wezareta Karên Hundir, ji bo doza Cizîrê parastinek skandal ji dadgehê re şand. Wezaretê têkildarî kuştina Ramazan Înce û neviyê wî yê 3 mehî Miray parast ku di xismeta wan de qusûr tune û got: "Lêdan û kuştina wan, nîşanî me dide ku ji bo ewlehiya can û malê welatiyan qedexeya derketina kolanan çiqas ‘tedbîra jiyanî ye" Wezaretê parast ku ew ne berpirsiyar e û di xizmetê de qusûr tune ye. * Li Sêrtê, piştî YSK'ê ji lîsteya HDP'ê serok û endamên sindoqan red kir, vê carê HDP'ê ji bo parastina sindoqan hêjmara muşahîdan zêde kir. Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Abdullah Çetin, diyar kir ku ew dê li dijî lîstik û hîleyen AK Partiyê sindoqan bi çavder û muşahîdan biparêzin û firsendê nadin lîstik û hîleyan. * Hemwelatiyên Farqînî ji bo referandûma 16'ê Nîsanê sedemên xwe yên “Na” yê vegotin. Welatiyan diyar kirin ku ew li dijî hemû pêkanîn tunekirinê û zilmê, ji erd heta ezman dibêjin “Na” û gelek sedemên wan hene. * Şemdîn Ayaz û Suleyman Kert ên xizmên girtiyê nexweş Esma Ayaz a li Girtîgeha Baybûrtê dest bi greva birçîbûnê kiriye, bang li raya giştî kir ku li hember vê grevê ker û lal nemînin. * Nivîskar û helbestvan Cezmî Ersoz, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê, diyar kir ku niha pêkanînên li girtîgehan pêş dikevin ji pêkanînên 12'ê Îlonê ne kêmtir in û wiha got: "Ez hêvî dikim ku kes jiyana xwe ji dest nede. Piştî rojiya mirinê di operasyonên vegera jiyanê de nêzî 150 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 500 mirov seqet man. Beriya ku vê carê kes jiyana xwe ji dest bidin bila daxwazên wan pêk bên. * Ji referanduma 16'ê Nîsanê re 6 roj man. Bi nêzîkbûna referandumê re xebatên “Na" û dengê "Na" jî zêde dibe. Li Wanê jî stantên "Na" ku li klanan hatine vekirin rastî eleqeyek mezin tê û bi coş derbas dibe. Hevserokê Şaxa Egîtim Sena Wanê Bedri Yamaç, anî ziman ku kedkarên perwerdehî û tenduristiyê bi KHK'ê hatin îxrackirin û ji ber vê yekê gel dê bêjin "Na" * Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Beceriklî banga tevlêbûna mîtînga 11'ê Nîsanê ku li Êlihê pêk bê kir û got: "Me diwarên tirsê şikandin û ji pêşiya xwe rakirin. Bi şikandina dîwarên tirsê dê "Na" jî rekorê bişkîne. Ev referandum dê qedera gelê Kurd û Tirkiye diyar bike. Ji ber vê yekê divê gelê Êlihê di asta herî jor de beşdarî mîtîngê bibe." *Ji kedkarên perwerdehiyê ya hat îxrackirin Aslihan Sezer, diyar kir ku ger di referandumê de "Erê" derkeve dêpergala "Yek zilamî" têkeve meriyetê û ev ji bo welat întîhar e. Serez xwest ji ber vê yekê her kes li "Na" xwedî derkevin. * Di çarçoveya xebatên referandumê de dê li navçeyên Bagcilar, Zeytînburnu û Başakşehîrê yên Stenbolê û navçeya Pasûrê ya Amedê bermane bên lidarxistin. (13.00-17.00) * Doza têkîldarî kuştina Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk dê li 14'emîn DAdgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00) * Xelatên Rojnamegeriyê yê Metîn Goktepe dê li Navenda Çandê ya Bariş Manço bê dayîn. (15.30) * Malbatên girtiyên siyasî yên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne ji bo piştgiriyê bidin girtiyan dê li avahiya DBP'ê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û dest bi greva birçîbûnê bikin. (10.30) JIN * Meclîsên Jinê yên HDP û DBP'ê yên Êlihê dê li avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00) POLÎTÎKA * Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder têkildarî astengiyên li pêş xebatên "Na" û koalîsyona AKP'ê û MHP'ê diyar kir ku partiyen herî dijberî hev dema mijar dibe kurd di eniyekê de dibin yek û li dijî kurdan şer îlan dikin. Onder, anî ziman ku koalîsyona şer bi "Erê" dewlet dîl girtiye û dixwazin bi tirsê dîl bigirin û têxin xizmeta xwe. * Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) "Rapora Qeyûm" a têkîldarî şaredariyên ku qeyûm hatine tayînkirin amade kiriye dê li Buroya Şewirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê bi civîna çapemeniyê aşkera bike. (10.30) ABORÎ * Wezareta Ewlehiyê û Xebata Civakî, bi guhertina zagonan sînorê li pêş xebatkarên turîzmê û otelê rakir. Hemû karkerên li otelan jî weki karkerên stajyer dan xebitandin. Bi sed hezaran karkerên turîsmê betal hiştin û ew bi heqê kêm û erzan razî kirin. Serokê Giştî yê Dev-Turizm-Îşê Mustafa Safvet Yahyaoglu, anî ziman ku ev guhertina zagonê ji bo berjewendiyên karsazan hat amadekirin û wiha got: "Ew betal hiştin û bi heqê kêm razîkirin.