ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2017'AN 2017-04-11 09:00:13 ROJANE *Dr. Zeki Gul ê ji salên 1990'î heta niha grevên birçîbûnê dişopîne, dest nîşan kir ku di grevên birçîbûnê de piştî roja 50'yemîn pirgirêkên tenduristiyê yên cidî dest pê dikin. Her wiha diyar kir ku, di navbera rojên 60-80'yemîn de dibe ku rewşên dijwartirtir xwe bidin der. *Li Rihayê, mutehît Mustafa Gul piştî destûrdayînan avahiyeke 5 qatî çêkir. Lê Şaredariya Haliliyeyê ya AK Partiyî, li gel biryara darazê jî ev 3 sal in destûra bikaranîna vê avahiyê nade mutehît. Mutehît Gul îdia kir ku, ji ber ew "bertîlê nade" rayedarên şaredariyê yên ku xwe di ser "Serokomar û darazê" re dibînin, destûra îskana avahiyê nadin. *Aktivîsta TJA'yê Ceylan Bagriyanik, a ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, tevî malbatên girtiyan ket greva birçîbûnê anî ziman ku, êdî çalakiyên greva birçîbûnê hatine asteke krîtîk û got, bi xwedîderketina grevên birçîbûnê re dê dubare vîna gelê kurd bi ser keve. *Dê HDP ji bo referandûma 16'ê Nîsanê, li Amedê bi nêzî 7 hezar endamên esîl û 3 hezar endamên yêdek sindoqan biparêze. *Şirnexiyên ku di dema qedexeya derketina kolanan de bi darê zorê ji warê xwe hatin koçberkirin û li gundê Avgamasiyan bi cih bûn, balê kişandin ser referandûma 16'ê Nîsanê û anîn ziman ku, peyatî be jî ew ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. *Malbatên ku li Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin, diyar kirin ku heta daxwazên zarokên wan bi cih neyên ew ê greva birçîbûnê bidomînin û gotin, ew ê li dijî pêkûtiyên li girtîgehan li derve bêdeng nemînin. *Rêxistinên HDP'a Mêrsîn û Sêrtê, dê têkildarî grevên birçîbûnê daxuyaniyê bidin. (11.00-12.00) *Bi beşdarbûyan Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û parlementerên HDP'î, dê avahiya HDP'a Hezexê ya ku di dema qedexeya derketina derve de hatibû şewitandin bê vekirin. (13.00) *Li Stenbolê dê HDK, HDP, DBP, TJA û Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan û li Wanê jî bi pêşengiya DBP'ê dê grevên birçîbûnê bên destpêkirin. (13.00) * Doza têkîldarî qetilkirina Hrant Dînk dê li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00) * Doza 29 siyasetmedarên kurd ên ku di nav de 8 parlamenterên HDP'ê yên ku dosyaya wan ji dosyaya "Doza KCK'ê ya Sereke ya Amedê" hatibû veqetandin jî hene dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00) * Doza Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan ê ku ji peywir hate girtin a bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" û "endamê rêxistinê ye" "li dijî qanûna meş û xwepêşandan li dar xistiye" hatiye vekirin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Sêrtê bê dîtin. (12.00) * Doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag dê li 22'yemîn DAdgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (14.00) * Di çarçoveya xebatên referandumê de KCD, TJA, HDP û DBP'ê dê li Êlihê mîtîng, li Stenbol, Antalya û gelek navendên din hevdîtinên gel li dar bixe. (12.00-17.00) ÇAND Û HUNER *Romana 'Xeyb' a nivîskar û hunermendê hunera hevçerx Şener Ozmen ji Weşanên Lîsê derket. Ozmen, di 'Xeyb'ê de bi hûnandineke hunerwer û narîn, xwendevan ber bi bîra wî ya civakiyî dikişîne. ABORÎ *Ji ber polîtîkaya derve ya hikûmetê, li Antalyayê yek ji wan sektorên ku îflas kirin jî hilberînerên kulîlkan e. Hilberîneran diyar kir ku, ji ber wan di îxracata kulîlkan de kirîger nedîtine bi tonan qurnefîl avêtine çopê.