ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2017'AN 2017-04-13 09:00:50 ROJANE * Li navçeya Tuzla ku bi piranî ji karker û kedkarên koçber ên di pişesaziyê de dixebitin pêk tê, diyar kirin ku dê ji polîtîkayên şer ên AKP û MHP'ê re bêjin 'Na'. *Hevserokê HDP'a Mêrsînê Mîrze Mehmet Soylemez wiha got: "Ji bo em di 17'ê Nîsanê de çavên xwe li rojeke bixêr û bêr vekin, divê her kes biçe ser sindoqan û xwedî li pêşeroja xwe derkeve." *Bûlamiyan anî ziman ku, ew ê ji Serokomar Erdogan ê ji bilî şer tu tiştî nayîne re bibêjin "Na" û wiha gotin: "Ji Xwedê bitirsin Xwedê, gel guneh e." *Li girtîgehan 58 roj in ku greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger didome. Li Amedê jî ji bo piştevaniya greva birçîbûnê ya li girtîgehan, gelek kes dest bi grevê kirin. Ji çalakgerên greva birçîbûnê Sultan Aksoy a 80 salî wiha got: "Min nikaribû li malê rûnê. Em ne bêçare ne. Heke tê de mirin jî hebe, divê em li ber xwe bidin. Em ê bi ser kevin." *Serokê CHP'a Êlihê Huseyin Yaşar, ji bo xwedîderketina li sindoqan bang li her kesî kir û wiha got: "Ji bo pêşeroja zarokên xwe em biçin ser sindoqan." *Dê ji bo referandûmê mîtînga HDP'ê ya dawîn di 15'ê Nîsanê de li Amedê bê lidarxistin. Hevseroka HDP'a Amedê Gulşen Ozer, ji bo beşdarbûyîna mîtîngê bang li her kesî kir. *Hat îdiakirin ku birayê Parlementerê AK Partiyê Galip Ensariolgu, Cihan Ensarioglu yê ku ji mirovan bi şertê dê wan li şaredariyê deyne ser karekî pere berhev kirine, ji nişkave ji holê winda bûye. *Colemêrgiyan anî ziman ku, bi qeyûm û girtinan vîna wan hatiye binpêkirin û gotin, ew ê di 16'ê Nîsanê de biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin. *Di 5 mehên dawîn de li hemberî Dibistana Polîsan a li Rezana Amedê du êrîşên bombeyî pêk hatin. Esnafên li derdora dibsitana polîsan diyar kirin ku, ji ber dibistana polîsan di her bûyerê de bi awayekî zêde kargehên wan zirarê dibînin û xwestin, demildest dibistana polîsan ji navçeyê bê rakirin. * HDP, DBP, HDK, TJA û rêxistinên civaka sivîl dê ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê li HDP'a Sancaktepeyê ji bo 2 rojan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger bikin. (13.00) *HDP, dê di çarçoveya xebatên referandûmê de li Colemêrg, Şirnex û Stenbolê mîtîngên "Na"yê li dar bixe. (11.00-15.00) *Li Stenbolê dê Odeya Bijîşkan, TÎHV, ÎHD, KESK; li Êlihê jî dê Meclîsa Dayikên Aştiyê, li Mêrsîn û Edeneyê jî dê HDK û HDP têkildarî grevên birçîbûnê daxuyaniyê bidin. (12.00-18.00) * Rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.00) * Rûniştina doza Rojnameger û Gerînendeyê Weşanê yê Rojnameya Agosê Hrant Dink dê li 14'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bidome. (10.00) * Endam û rêveberên Baroya Enqere dê meşa "Na" pêk bînin û belavokên "Na" belav bikin. (11.30) * Nûnerên DÎSK, TMMOB, KESK û Odeya Tabiban a Stenbolê dê li Uzunçayır, Zincirlikuyu, Avcılar û Beylikduzu belavokên "Na" belav bikin. (07.00-09.00) POLÎTÎKA *Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, diyar kir ku ew di şert û mercên "rêveberiya awarte" de kampanyaya xwe bi rê ve dibin û got, li gel her tiştî jî "Na" bi ferqeke zêde li pêş e. Baydemir, anî ziman ku dê bi "Na"yê re deriyên nû vebibin, divê tu kes nebêje "Dengekî min heye, ma dê çi bibe" û banga çûyîna ser sindoqan li her kesî kir.