ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2017'AN 2017-04-20 09:00:47 ROJANE *Der barê 946 endamên Egîtîm-Sen'ê yên li Êlihê beşdarî daxuyaniya li dijî şer hat dayîn bûn, lêpirsîna îdarî hat destpêkirin. *Li saziyên tiba edlî, 39 cenazeyên aîdî HPG'yiyên ku di operasyonên 2 mehên dawî yên li herêmê de jiyana xwe ji dest dan, li benda encamên DNA'yê ne. Her wiha 26 cenaze jî li goristanên bêkesan hatin definkirin. *Li Sêrtê, Aşê Hecî Hitbet ji sala 1973'yan heta niha hîn jî tê tercîhkirin û bereksê berên fabrîkasyonî, berên hîn bêtir bi ekil û sihet dihêre. *Di şeva 14'ê Nîsanê de li Taxa Gaziyê Bariş Kerem û Oguzhan Erkul, ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin. Di girtenameya ku der barê lêkolîna cihê bûyerê hat amadekirin de, ji 6 çekên cuda 35 qewanên fîşekan û dendika guleyekê hatin tespîtkirin û her wiha di girtenameyê de hat diyarkirin ku 26 gule jî li wesayîtê ketine. *Hevşaredarê Şaredariya Sêrtê Tuncer Bakirhan ê ku girtiye, nameyek jî ÎHD'ê re şand. Di nameya de ragihand ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê yên cidî hene û bi awayekî kelepçekirî tê muayenekirin. *Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, anî ziman ku wî di emrê xwe de hilbijartineke wisa di bin zext û dordariyê de hatibe çêkirin nedîtiye û wiha got: “Gelê kurd bi ser ket. Binihêrin li gundê Xerabê Bava ku xwestin bi işkenceyê propagandaya xwe bikin, ji sedî 92 Na derket. Xerabê Bava rûmeta mirovahiyê rizgar kir.”x * 2'emîn rûniştina doza parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca dê li 2'emîn Dadeha Asliye Ceza bê dîtin. (09.30) * Koma Parêzerên Hemdem dê der barê YSK'ê de li Edliya Îzmirê serlêdana sûc bikin. (11.00) * Şaxên ÎHD, TÎHV, OHP û ÇHD, dê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê ya Enqereyê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê û îhlalên derketin holê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00) * Parêzer dê ji bo hempîşeyên xwe yên girtî li pêş Edliya Stenbolê ya Çaglayanê "Nobeta Edaletê" di hefteya 3'emîn de berdewam bikin. (11.30) * Rêxistinên KCD, TJA, DBP, HDP û HDK, tê têkildarî encama referandumê li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.30) JIN *Jinan diyar kir ku, ew encamên referandûmê qebûl nakin û wiha gotin: "Piştî 16'ê Nîsanê jî, heta ku jin nebêjin qediya dê 'Na' neqede." ABORÎ *Esnafên Çarşiya Zaferê ya Mêrsînê, balê kişandin ser krîza aborî û gotin, her roj cîranekî wan dikana xwe digire.