ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2017'AN 2017-04-22 09:03:14 ROJANE * Li Tirkiyeya ku dê van rojan "Cejna Zarokan a 23'yê Nîsanê" bê pîrozkirin, zêdeyî 2 hezaran zarok di girtîgehan de ne û gelek jê jî dûrî dayikên xwe ne. Roza Dîner a 13 mehî û Roza Yakutluya 10 mehî tenê ji van zarokan dudo jê ne û rewşa wan bi her awayî rewşa Tirkiyeyê dide der. Derûnas Fahriye Cengiz, diyar kir ku her du rewş jî ji bo tenduristiya ruhî ya zarokan talûke ne. * Bavê Murat Gun ê li Çemê Çetê yê Dersimê di bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest da, Kemal Gun ji bo cenazeyê kurê xwe wergire dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştevaniya ji bo Gun ê ku 58 roj in di grevê de didomin û her wiha polîs bi hinceta Qanûna Qebehetan 13 hezar û 166 lîre ceza li Gund birîn. * Li gundê Tizyan yê Artûkluyê, "Dara Şarê Domê" ya ku sembola berxwedêriya jina kurd Domê ya ku ji aliyê hikumdar ve zewac lê hatiye ferzkirin, bi sedan sal in li ser piya ye. Hîn jî welatî tim çîroka Dara Şarê Domê vedibêjin. * Tirkiyeya ku wekî "tekane welatê cejn diyarî zarokan kiriye" tê zanîn 23'yê Nîsanê Cejna Zarokan wekî welatekî herî zêde zarokên xwe digire, bi îstismara zayendî re rû bi rû dihêle, di bûyerên civakî de dikuje pêşwazî dike. * Bi munasebeta 119êmîn Roja Rojnamegeriya Kurdî, dê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad li Duçem Kafeyê ya li Sûra Amedê ye forumekê li dar bixe. (10.00-12.00) * ÎHD û xizmên windayan bi şîara "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Amedê çalakiya xwe ya 428'emîn dê li dar bixin. (12.00) * Dayikên Şemiyê, dê li Qada Galatasarayê careke din li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin.(12.00) * Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê ji bo balê bikişîne ser girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya Tîpa F li dar bixe. (13.30) POLÎTÎKA *Parlamenterê ANAP'ê yê berê Abdulbaki Erdogmuş, guherandina Qanûna Bingehîn û referandûmê nirxand. Erdogmuş, diyar kir ku çawa ku di pergala ku di sala 1920'an de hat avakirin li hemberî kurdan listikên mezin hatin lîstin, di pergala niha de jî tên lîstin û wiha got: "Di vê pergala nû de ne xêra kurdan û ne jî gunehê wan tê de heye, divê tune be jî." ÇAND Û HUNER * Piştî Navenda Çandê ya Semayê, ku nêzî 450 xwendekarên wê hebûn, ji aliyê qeyûm ve hat girtin, 8 xwendekarên vê navendê hatin gel hev û ji bo perwerdehiya xwe bidomînin bi navê "Ararat" mala pirtûkan vekirin.