ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2017 2017-04-25 09:00:13 ROJANE *Parêzer Hasip Kaplan ê ku der barê nîqaşên huqûqî yên referandûmê de agahî dan wiha got: "Kesên ku deng dan 'Na'yê divê di pêvajoya pêş de li dor nirxên demokratîk bên gel hev û ji bo van nirxan bi hev re bitêkoşin." *Pisporê têkiliyên navnetewî Haydar Çakmak ê ku hilbijartinên Fransayê yên ku di navbera çepgir û rastgiran de veguherîne pêşbirkekê nirxandin anî ziman ku, ji ber tevgerîna sermayeyê ya ku li hemberî çepgiriyê nîşan dide, li Ewropayê çepgirî winda dike. Çakmak, diyar kir ku li Fransayê Macronê ku îhtimala hilbijartina wî zêde ye li navendê bi cih bûye. *Serokê Şaxa ÇHD'a Enqerê ya hat girtin Parêzer Murat Yilmaz, der barê Komîsyona Lêkolîna Kirariyên OHAL'ê ya ku çar meh berê biryara avakirina wê hat dayîn, lê hîn jî nehatiye avakirin axivî. Yilmaz, anî ziman ku hem hikûmet hem jî DMME wek "avêtina gogê ya ji bo tacê" nêzî komîsyonê dibin. *Niştecihên gundê Şelê yên ku tenê çavkaniya debara wan sewalvaniye, ji ber zêdebûna operasyonên leşkerî nikarin biçin zozanan û ji ber ku qadên wan ên jiyanê tên bombebarankirin, jiyana wan di talûkeyê de ye. *Hat derpêşkirin ku polîsên taybet girtiyê bi navê Hamdullah Zengin ê ku gule di destê wî de ye û li benda tedawîkirinê ye, ji Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê wergirtine, wî birine cihekî nediyar û li wir îşkence lê kirine. *HDP'a Amedê, dê li Luîz Otelê ji bo du malbatên ku di navbera wan de hisûmet hene, xwarina aştiyê bide. (12.00) EKOLOJÎ *Ji ber "hinceta ewlehiyê" dê di navbera Sêrt û Şirnexê de 16 bendav bên çêkirin û ji ber van bendavan niha Geliyê Botanê bi tunebûyînê re rû bi rû maye. Zana Aksu yê ku ji bo Geliyê Botanê banga hestiyariyê kir wiha got: "Bendav navgîna bişavtineke stratejîk in û di wadeyek dirêj de wek çekeke kîmyewî texrîbatan çêdikin. Ji bo Botana ku ji dîrokê heta niha diherike, bi awayekî azad vê herikîna xwe bidomîne berxwedan divê. Çimkî Botan, ji dîrokê heta niha tim bi awayekî azad herikî û divê bi awayekî azad biherike jî." JÎNGEHA KEDÊ *Karkerên tekstîlê yên jin xwestin ku 1'ê Gulanê betlaneya wan be. Her wiha jinan wiha bang kir: "Divê di 1'ê Gulanê de jin li dijî kedxwariyê jin li qadan bin. Dengê xwe bilind bikin." HERÊMÎ *Li Wanê, bi destpêkirina germbûna rojê re welatiyan li bahçeyên malên xwe dest bi danîna kulîlkan û şitlan, kesaxtina daran kir.