ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2017'AN 2017-04-26 09:00:09 ROJANE *Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê bi hinceta bifikare ye dest danî ser pirtûka Adil Okay a bi navê "Hapishanelere Esinti Yollayalim". Helbestvan Okay li dijî vê bertek nîşan da û wiha got: "Pirtûka min ji aliyê Wezareta Çandê hatiye tesdîqkirin û bibandrol e. Ev sepandineke kêfî ye." *Li navçeya navendî Eyyubiyeyê restorasyona Xana Barûtçûya dîrokî ya ku gotin 'dê di salekê de biqede", ev 3 sal in didome. Her wiha esnafên li hawirdora xanê jî, anîn ziman ku ji ber krşza aborî tenê hêviya wan ev xan e. * Waliyê Îzmirê ji bo lêgerîna çavkaniyên Jeotermalê ya li qada taxa Şakrana Jêrîn a Aliaga biryara "Pêdivi bi ÇED'ê tune" da. Herêma çandiniyê ku wekî qada erdhejê hat nîşandan dê bi kolandina sondajan talan bibe. *Li Êlihê, Stada 16'ê Gulanê ji aliyê TOKÎ'yê ve hat rûxandin û dê li şûna wê avahiyên bêser û ber û AVM bên çêkirin. *Di dema ku qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î dihatin kirin de, înternet dihatin qutkirin. Parêzer Mesut Aydin ê ku operatorê GSM'ê yê înternetê qut dikir giliyê Heyeta Hakeman a Mezêxeriya Bajêr a Êlihê kir, mafdar hat dîtin. Heyetê, demên ku xizmet nedihatind ayîn tespît kirin û biryara ku dê heqê wan demên xizmet nehatiye kirin bê îadekirin da. *Qeymeqamtiya Sûrê duh biryara rûxandina taxa Lalebey û Alîpaşayê yên Sûrê, ji mizgeftan ragihand û xwest di nava hefteyekê de mal bên valakirin. Niştecihên taxan ên li dijî vê biryarê bertek nîşan dan wiha gotin: "Heke bimirin jî em ê nehêlin ku malên me birûxînin." *Operasyonên leşkerî yên li Şirnex hatine destpêkirin bênavber didomin û êrîşên li ser sînor îhtimala operasyonek derveyî sînor xurtir dikin. *Li gundê Yataganê Hasan Aydin ê ku 23 sal in li kîlera li baxçeyê mala wî de ye şeyên hestî çêdike, pêşî ji bo hobîyê dest bi çêkirina şeyan kir, lê başê bû çavkaniya debara wî. *Ji krîzên aborî yên ku ev 2 salin li Tirkiyeyê rû didin weşanxane jî bi bandor bûn. Weşanxaneyên ku tevlî 22’yemîn Fuara Pirtûkan a TUYAP a Îzmîrê bûn ji ber eleqeya pêwîst ne dîtin gilîdarin. *HDP'a Edeneyê dê ji bo şermezarkirina êrîşa li dijî Şengal û Rojavayê ya ji aliyê balafirên şerî yên artêşa tirk pêk hatin daxuyaniyê bide. (12.00) *Platforma Dijî Nukleerê ya Mêrsînê, dê di salvegera felaketa nukleerî ya Çernobîlê de li Odeya Bijîşkan a Mêrsînê daxuyaniyê bide. (12:00) POLÎTÎKA *Nûner û endamen saziyên li Amedê li dijî êrîşên balefirên artêşa tirk nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ev erîş li dijî destkeftiyên gelê kurd hatine kirin û bang li gelê kurd kirin ku li dijî van erîşan bibin yek û dengê xwe bilind bikin. JÎNGEHA KEDÊ *Karkerên li ser înşeatan dixebitin, anîn ziman ku ew ê di 1'ê Gulanê de vîna "Na"yê ya hêzdar veguhêzînin qadên. HERÊMÎ *Bi hatina biharê re pincarên wek rîvas, kereng, pûng, ardû, sterk û gulikê yên ji bo tendirustiyê derman in, li ser dezgeyan cihê xwe girtin.