ROJEVA 3'YÊ GULANA 2017'AN 2017-05-03 09:00:40 ROJANE * Akademîsyen û hîndekarê Zanîngeha Marmara Yrd. Doç. Dr. Ozgur Muftuoglu yê bi KHK'ê hat îxrackirin, diyar kir ku li zanîngeha fikra azad tune be zanîngeh nikarin li gorî rêgezên gerdûnî tev bigerin. Em akademisyen neçarin li dijî polîtikaya tirsê rawestin." *Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat a ku bi KHK'ê hat girtin Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan, 8 meh in ku li benda îdianameyê ne. Parêzerê Çobanê, Turgay Bek anî ziman ku, rewşa girtîbûnê veguheriye rewşa cezakirinê. *Li Colemêrgê guldexwînên ku mizgîniya hatina biharê dan, îsal ji ber sar û seqemeke zêde mehekê dereng vekirin û niha çiyayan dixemilînin. *Rûniştina 2'yemîn a doza rojnameger Mehmet Guleş ê ji ber fealiyetên xwe yên rojnamgeriyê hat girtin, dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê bê dîtin. (10.00) *DİSK Basın-İş, dê bi munasebata 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê, li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bi daxwaza azadiya rojnamgerên girtî daxuyaniyê bide. (10.30) BI DÎMEN E *Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad û Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê, dê bi boneya 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê li Şaxa ÎHD'a Amedê daxuyaniyê bide. (11.00-11.30) BI DÎMEN E *Konseya Çapemniyê, ji bo balê bikşîne ser rewşa rojnamgerên girtî dê li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Sîlîvriyeyê daxuyaniyê bide. (12.00) *Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) dê bi boneya 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê, li ber Lîseya Galatasarayê daxuyaniyê bide. (12.00) BI DÎMEN E POLÎTÎKA *Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel ya ku li Girtîgeha Sîlîvriyeyê tê ragirtin, diyar kir ku wan di pîrozbahiyên 8'ê Adarê û Newrozê de coşa gel hîs kiriye û wiha got: "Xurtkirina hêviyê, pêkanî û peydekirina jiyaneke din di dest me de ye." *Piştî referandûmê, nîqaşên der barê pêvajoya siyasî yên Tirkiyeyê de gur dibin. Li gel vê yekê, dê Koma Meclîsê ya HDP'ê û MYK'ya wê, li ser vê rewşa nû civîneke ku dê du rojan bidomîne çêbike. JIN *Yek ji avakarên Mîhrîcana Fîlmên Fîlmmor a Seyar a Navnetewî Melek Ozman, îşaret pê kir ku ji ber qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin, wan îsal nikaribûye mîhrîcan li bajarên kurdan li dar bixe û got ku, keda 40 salan a jinan hatiye desteserkirin. ÇAND Û HUNER *Bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê, dê bi dirûşmeya “Nebe temaşeker, heke min ji bîr kir bîne bîra min” 5’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bê lidarxistin. Dê mîhrîcan di navbera 11-21’ê Gulanê de bi lîstêkên cur bi cur bê li darxistin. ABORÎ *Li Tirkiyeyê, di 15 salan de 500 hezar cotkar dev ji hilberînê berdan. Cotkar Nevin Yaman, anî ziman ku ji bilî devjêberdana kar tu alternatîf ji cotkaran re nehatiye hiştin. *Cotkarên ku ji ber deynên ceryanê destekkirina wan a çandiniyê hat desteserkirin, ketin nav destê selefxuran. Cotkaran li hemberî vê kirariya bi biryara wezaretiyê hat kirin bertek nîşan dan û gotin ku, dewlet dixwaze çandiniyê dewrî şîrketên mezin bike. JÎNGEHA KEDÊ *Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko, qadên 1'ê Gulanê yên ku bi milyonan kes ber bi wan ve herikîn nirxandin. Beko, diyar kir ku karker, kedkar û gelan di 1'ê Gulanê de peyama "Êdî bes e, bila dawî li pevçûnan bê. Bila dawî li pevçûnên li Rojhilata Navîn bên. Bila aştî û biratî çêbibe" dane.