ROJEVA 6'Ê GULANA 2017'AN 2017-05-06 09:04:23 ROJANE *Parêzer İbrahim Bilmez balê kişand ser şert û mercên tenduristiya muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û behsa bandorên avhewaya giravê kirin. Bilmez îşaret pê kir ku "Hema bêje tenduristiya fizîkî ya Ocalan di asta dawîn a muqawemetiyê de ye" û got ku, bi qanûnên ku mexsûsî Ocalan in, şert û merc bêtir hatine girankirin. *Malbatên mexdûr û şahidên ku danişîna yekemîn a komkujiya Pirsûsê wek "fiyasko" pênase kirin, îşaret pê kirin ku tevdîrên ewlehiyê yên ji bo danişînê hatin girtin, li Pirsûsê nehatine girtin û wiha gotin: "Ne 21 meh, 21 sal jî be doz li kuderê welat dibe bila be em ê li wir bin." *Li girtiya bi navê Rozerîn İldan a ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê tê ragirtin, bi hinceta tevlî greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger bûye, 6 meh cezayê ragihana bi telefonê û beşdarbûna fealiyetên civakî hat birîn. *Parêzer Resul Tamur, 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê yê ku li nûçegîhanê me Mehmet Guleş hat birîn, wek hêrsa li hemberî çapemeniya azad wesifand û wiha got: "Bi awayekî zelal em dikarin bibêjin ku, ev cezayê ku dadgehê daye ne huqûqî ye, ji ber hêrs û nefreta li hemberî dengên cuda yên çapemeniyê hatiye birîn." *Dayika Muhammed û Furkan Yildirim, Nesime Yildirim a ku ev 3 roj in ji çavên wê rondi kêm nabin, bertek nişanî polîs û rayedarên dewletê dan û wiha axivî: "Belayên Xwedê xweş in, lê ne belayên zaliman. Zarokên min kuştin û gotin netirse tiştek tune ye. Çawa tiştek tune ye, we kezeba min şewitand." *Li Kerboranê Çarşiya Suryaniyan a ku bi salan e ji ber bêxwedîbûnê bi tunebûnê re rû bi rû maye, niha jî li hemberî kargehên nû yên hatine vekirin li ber xwe dide. * Saziya Tiba Edlî (ATK) der barê 31 nexweşên epîlepsiyê bi sedan girtiyên nexweş de rapora "nikare li girtîgehê bimîne" daye lê ligel vê yekê jî girtî nayên dermankirin, zavayê Kadîr Topbaş, Omer Faruk Kavurmaci yê di doza "FETO" de tê darizandin bi rapora nexweşxaneyekî taybet hate berdan. Endama ÎHD'ê Mîne Nazarî têkîldarî mijarê nirxandina "Ev cotstandardî li ser navê mirovahiyê şermek e" kir. * Akademîsyen Esra Mungan a ku ji bo piştevaniya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ya 59 roj in di grevê de ne rojeke ket greva birçîbûnê wiha got: "Bi wan re parvekirina birçîbûnê ligel hemû şertên OHAL'ê peywira her mirovîye. Divê bibêjin qral tazî ye û ev şaş e." * ÎHD û xizmên windayan bi şîara "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Îzmir û Amedê dê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. (12.00-13.00) * Dayikên Şemiyê, dê di hefteya 632'yemîn de li Qada Galatasarayê careke din li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin.(12.00) * Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê ji bo balê bikişîne ser girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya Tîpa F li dar bixe. (13.30) * Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan dê di salvegera 45'emîn a darvekirinê de li gelek cihan bên bibîranîn. (11.00-17.00) POLÎTÎKA * Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar têkîldarî daxuyaniyên Selahattîn Demîrtaş en ji bo tifaqan a "perperspektîfa ku hemû civakê hembêz bike" nirxandina "divê bernameya vê bê amadekirin" kir û têkîldarî daxuyaniyên Baykal jî got ku xizmetî kê û çi dike nediyar e. JIN *Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata ya hat berdan wiha got: "Em alîgirê têkoşîna azadiya jinan in. Em di warê cinsî de têdikoşin. Em xwediyê bîrdoziya rizgariya jinê ne. Heke daxwazên me yên azadî û wekheviyê tunebûnan, me yê ev pirsgirêk nejiyanan." ÇAND Û HUNER *Sînemager û stranbêjên hatin cem hev, bi boneya xebatên çand û hunera kurdî bi pêş ve bibin Pale Huner vekirin. Li Pale Hunerê her meh rêzeçalakiyên hunerî û wêjeyî tên lidarxistin û dersên hunerî tên dayîn. Xebatkarê Pale Hunerê Halim Bîçer got ku, ew li vir li dijî çand û hunera serdest xebatên alternatîf ên çand û hunera resen a kurdî didin meşandin.