ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2017'AN 2017-05-12 09:00:44 ROJANE *Pisporê Sûriyeyê Musa Ozugurlu, îşaret pê kir ku alîkariya çekan a DYA’yê ya ji bo QSD’ê, di heman demê de encama lihevkirina “Bêyî kurdan tu tişt nayê kirin” ya Rûsya û DYA’yê ye û got ku, dê Tirkiye jî mecbûr bimîne ku vê rewşê qebûl bike. *Rojnamegerê îngilîzî Steve Sweeney ê ji bo şopandina nûçeyan hat herêmê, polîsan ew li têketina Cizîr û Silopiyayê 8 saetan rawestandin. Sweeney wiha got: "Li Cizîrê polîsan çek xist destê min, li ber wesayîta zirxî xwestin poz bidim û wêneyên min kişandin." *Wêneyên ewil yên Bendava Tebqayê ya ku ket bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), îşaretê bi pêşeroja ronahiyî ya gelan dike. *Li Colemêrgê, bi zinarên mezin ên ku makîneyên karî ew veguhastin, riya Geliyê Cennet-Cehennemê û zozanên Spîxane û Balayê ji çûn hatinê re hatin girtin. *Bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî xwediyên pirtûkfiroşên kurdî yên li Amedê balê kişandin ser astengî û qedexeyên li ser pirtûkên kurdî û dest nîşan kirin ku, piştî OHAL’ê her çi qas li ser ziman û pirtûkên kurdî êrîş û astengî hebin û bandorek neyî kiribe jî, lê têkoşîna xwedîderketina ziman û pirtûkan jî heye. * Li Aladagê malbatên ku di şewata yurdê de zarokên wan mirin di bin pêkîtiyê de ne. Hate hînbûn ku parêzerên yurdê çûne cem malbatan û daxwaza "Dev ji dozê berdin, em zarokên we heta zanîngehê bidin xwendin, alîkariya madî û manewî bidin we" li wan dikin. Heta niha 8 malbat ji dozê vekişiyan. * Li ser qetilkirina Şerzan Kurt 7 sal derbas bû lê der barê polîsê kujer de hê jî biryar nehatiye dayîn. Dayika Kurt, Nejla Kurt wiha got: "Heta ku li ser dozan bên girtin û yên qetil dikin wisa bên parastin em ê van êş û mirinan bijîn." * Baroya Amedê, dê ji bo dîtina kiryarên Tahir Elçi nobeta xwe ya li ber Edliyay Amedê bidomîne. (13.30) * Doza 6 jê girtî 51 kesên ku di nav de Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli jî heye dê li 8'emîn Dadgeha Cezeya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00) * Doza Parlamenterên HDP'ê Îdrîs Baluken, Çaglar Demîrel û Îmam Taşçier a ji ber axaftinên wan ên di televîzyona Med-Nûçe ya têkîldarî şerê li Sûrê hatiye vekirin dê li 12'emîn dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Amedê bê dîtin. (10.00) * Doza parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ye dê li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Şİrnexê bê dîtin. (10.00) * Doza Hevseroka MEYADER'ê Ayşe Dîcle ya bi îdiaya di "Meclîsa Bajar" de cih girtiye û di 15'ê adarê de hatibû girtin dê li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.30) * Ji bo piştevaniya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên ku ji karê xwe hatibûn avêtin û dest bi greva birçîbûnê kirine dê li Wanê daxuyanî bê dayîn Bakirkoy û Kadikoya Stenbolê jî greva birçîbûnê ya rojekî bê destpêkirin. (11.00-14.00) * Şaxa SES'ê ya Amedê dê bi munasebeta 12'ê Gulanê Roja Hemşîreyan li avahiya sendîkayê daxuyanî bide. (12.30) * Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) dê têkîldarî zarokên bi navê Muhammed û Furkan Yildirim ên li Sîlopiyê polîs bi wesayîta zirxî ketin malê û hatin kuştin li ber Lîseya Galatasarayê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (19.30) POLÎTÎKA *Prof. Dr. Beyza Ustun, gotinên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ên "Tifaqa Civakiyî" nirxandin. Ustun, diyar kir ku Demirtaş behsa tifaqeke civakiyî ya di ser partiyan re ye kiriye û wiha got: "Em bi hev re, bi piştevaniyî dikarin vê bihûnin." *Serokwekîla Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê Şenal Sarihan, anî ziman ku dê îktîdar bi daxwaza xwe OHAL'ê raneke, dê her biçe binpêkirinên mafan zêde bibin. Sarihan wiha got: "Tirkiye girtîgeheke fireh e." JÎNGEHA KEDÊ *Hakan Gurses ê ku 7 sal in li Fabrîkaya Tekstîla Goran a Bonyê ya li Çerkezkoyê ye dixebitî, piştî wek Nûnerê Cihê Kar a BATÎS'ê hat hilbijartin, ji kar hat derxistin. 16 roj in ku Gurses li ber fabrîkayê li ber xwe dide. ABORÎ *Li Payîzavayê, cotkarên ku bi serevaniyê debara xwe dikin, diyar kirin ku ji ber bêîstikrariya aboriya Tirkiyeyê ew li ber îflaskirinê ne. ÇAND Û HUNER * Welatiyên ku di 1935'an de ji Romanyayê koçî Tirkiyeyê kirine û li bajaroka Subaşi bi cih bûne ji bo çanda xwe bidin jiyankirin "Muzeya Koçê" ava kirin. Li Muzeyê çanda welatiyên li bajarokê dijîn ji dema koçberiyê heta niha cih digire. * Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ya ku bi pêşengiya Şanoya Bajar a Amedê ve tê organîzekirin berdewam dike. (20.00)