ROJEVA 13'Ê GULANA 2017'AN 2017-05-13 09:00:39 ROJANE *15'ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Kurd vê rojê di bin zextên li ser ziman û qedexeyan de pêşwazî dikin. Nûnerên saziyên kurd, suryanî, ermen, êzidî û çerkezan diyar kirin ku, hişmendiya serdest û yekperestî li dijî yekîti û azadiya zimanan darbe pêk aniye û li cihê ku yekperestî lê hebe, azadiya ziman tune ye. Nûneran xwest ku, hemû ziman bi hev re û bi awayekî azad bijîn. *Welatiyên ku li gundê Narkoxê yê Payîzavayê bi xweyîkirina sewalan debara xwe dikin, her sal berê xwe didin zozanan. Welatiyan anî ziman ku, ew ê guh nedin qedexeyên ji bo zozanan hatine dayîn û berê xwe bidin zozanan. *Dayikên Şemiyê yên ku bi hesreta bila kêlikeke zarokên wan hebe pêşwaziya 14'ê Gulanê Roja Dayikan dikin wiha gotin: "Heke perçeyek ji canê dayikekê kêm be, ji bo wê roja dayikan heram e. Di Roja Dayikan de, tenê em dikarin birînên xwe bi birînên zarokên xwe re bikin yek." *Ji perwerdekarên Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemengerê Adil Qazî, dest nîşan kir ku dê çewisandinên giran ên li ser zimanê kurdî bi xwe re xwedîderketina zêde ya ji bo zimanê kurdî bîne. Qazî, li hembeî çewisandin û astengiyan, bang li civaka kurd kir ku, li her derî bi kurdî biaxivin. *Bi boneya Roja Dayikan dê Dayikên Aştiyê li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin.(15.00) * ÎHD û xizmên windayan bi şîara "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Îzmir û Amedê dê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. (12.00-13.00) * Dayikên Şemiyê, dê di hefteya 633'yemîn de li Qada Galatasarayê careke din li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin.(12.00) * Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê ji bo balê bikişîne ser girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya Tîpa F li dar bixe. (13.30) * Li Mersînê Ji bo piştevaniya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên di greva birçîbûnê de ne û ji bo girtiyên Filistinê yên di girtîgehên Îsraîlê de ne û ji 17'ê Nîsanê heta niha di "Greva birçîbûnê ya rûmet û azadiyê" de ne li Ozgur Çocuk Parki daxuyanî bê dayîn. (13.30) * Bi munasebeta 3'yemîn salvegera 301 karkerên madenê yên li navçeya Somayê ya Manîsayê jiyana xwe ji dest dan bi pêşengiya malbat û Komeleya Mafên Civakî mîtîng bê dayîn. (14.30) POLÎTÎKA * Endamê Endamê Komîsyona Têkîliyên Derve yê KNK'ê Selahattîn Soro diyar kir ku felsefeya Rêberê PKK'ê Abdulalh Ocalan ji bo kurdan destkeftî aniye û wiha axivî: "Di parvekirina dewletan a Sûriyeyê de kurd dê nebin leşkerekî yekî yan jî qurbanekî yekî. Kurd di siyasetê de bi bandor in û ji ber vê yekê jî gelek encamên girîng bi dest dixin." JIN *Li Edeneyê di meha Nîsanê de 5 jin hatin kuştin û jinek jî rastî îstîsmarkirina zayendî hat. Saziyên jinan bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku, ji bo astengkirina şidet û cinayetên jinan gavên şênber nehatine avêtin. Jinan anî ziman ku, li ser navê parastina jinan, biryarên ku bêtir jinan mexdûr dikin tên stendin. JÎNGEHA KEDÊ *Di ser komkujiya madenê ya Somayê ya ku 301 madenvan jiyana xwe ji dest dan re, 3 sal derbas bûn, lê belê di doza ku hat vekirin de bi qasî serê derziyê jî pêşveçûyîn çênebûye. Piştî ku cihê dozgerê ku dihat payîn dê mutalaayê bide hat guhertin, niha doz li benda dozgerê nû ye ku mutalaayê bide. Nûnerê Komeleya Mafên Civakiyî Kamil Kartal, anî ziman ku doz tê dirêjkirin. *Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko, anî ziman ku her çi qas 3 sal di ser Komkujiya Somayê re derbas bûbûn jî, wan ev komkujî ji bîr nekiriye. Beko, dest nîşan kir ku di serdema îktîdara AK Partiyê de 18 hezar karker mirine û wiha got: "Tirkiye li gor krîterên Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) tevnagere." ÇAND Û HUNER *Kemanjen İsmail Aslan ê 78 salî yê ku tevî kemana xwe ya sedsalî li hemberî demê li ber xwe dide û li kuçeyan dijî, bi newa û melodiyên xwe guhdaran mest dike. * Girtiyê siyasi û nivîskar Faysal Yacan ku 10 salin girti ye, li girtîgehê serparî û zarokatiya xwe kir pirtûk. Yekemîn pirtûka Yacan a bi navê "Bihara heviyên min" a êş û şahiyên zarokatiya xwe vedibêşe di weşanxaneya ar de hat çapkirin. ABORÎ *Bajarê herî dirokî yê antîk Perge ku 2 hezar sal emrê wî heye, ji ber krîza aborî bêxwedî û bê ziyaretvan ma. Peywirdar û esnafên li bajarê antik diyar kirin ku, her sal di meha Nîsan û Gulanê de ev der ji turîstan xalî nedibû, lê ev 2 sal in bêdeng e. Esnafan dest nîşan kirin ku, ji ber polîtîkayên AK Partiyê bajarê antîk xalî bûye. *Cotkarên ku dewlet piştevaniya wan nake, ketina nav pençikên banke û selefxuran. Hilberînerên ku, ji ber nikarin krediya xwe bidin serayên wan hatine îpotekkirin wiha gotin: "Kes ji halê cotkaran fêm nake. Bi hêviya ku dê karê me baş bibe me kredî kişandin. Her sal em zehmetiyan dikişînin, lê em mecbûr in. Wekî din karekî ku em bikin tune ye."