ROJEVA 14'Ê GULANA 2017'AN 2017-05-14 09:00:45 ROJANE * Polîsan li Taxa Ormanê ya Geverê bi ser malekê de girt û Emrah Bor îşkence kirin. Polîsan di serdegirtina malê de gefa "Em dê te li pey panzêrê girê bidin û kaş bikin" li Bor xwarin. Malbata Bor der barê polîsan de gilî kir. * Parêzer Tugay Bek, diyar kir ku ji ber 24 kesên ku li Nisêbînê hatin girtin û li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê tên ragirtin nayên dermankirin rewşa wan giran dibe. Bek, da zanîn ku wan agahiya hinek ji wan dest û lingên xwe windakirine gihiştiye ber destê wan. * Prof. Dr. Cengiz Erçin ê ku bi KHK'ê hat îxrackirin, wek bijîşkekî ku di salên 1980'yî de bi qanûna xizmeta mecbûrî ew şandin bajarên kurdan wiha got: "Min nikaribû qîma xwe bi mirina mirovên ku min nanê wan xwar û zarokên wan ên ku li wir navê min li wan hat kirin bînim." * Koçerên ku ji deşta Silopiyayê berê xwe dane zozanên Feraşînê û ji aliyê leşkeran ve hatine astengkirin, diyar kirin ku tekane çavkaniya debara wan ev û hewl didin ligel hemû astengiyan xwe bigihînin zozanên xwe. * Li Dêrikê hema bêje rojê nêzî 12 saetan ceyran tê qutkirin û DEDAŞ hesabê cotkaran ku ne aboneyên wê ne jî bloke dike. Serokê Odeya Çandiniyê ya Dêrikê M. Faruk Temelli, diyar kir ku li Dêrikê cotkar perîşan in. * Hevserokê Enstituya Kurdî ya Stenbolê a ku bi KHK hat girtin Sami Tan, balê kişand ser êrîşên li ser zimanê kurdî û wiha got: “Divê Kurd ji bo vekirina dibistanên xwe hewl bidin û piştgiriê bidin xebatên ku tên meşandin.” * Meclîsa Dayikên Aştiyê bi munasebeta Roja Dayikan dê li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bide. (15.00) POLÎTÎKA * Akademisyen Mustafa Altintaş diyar kir ku êrîşên li dijî tevgera kurd dê bêenca bimîne, para CHP'ê ye di vî tasfiyekirinê de "ji ber ku HDP'ê ji xwe re reqîb dibîne ye". Altintaş got ku AKP'ê partîbûna xwe temam nekiriye û li gorî wî ji bo ku ev rewşa ku Tirkiye di nav de ye bê derbaskirin tekane rê tifaqa demokratîk e. JIN * Jinên ku ji ber zimanên nêrza yê li bazarên semtê nerihet bûn, Bazara Jinê ya Keda Destan ava kirin. Li vê bazarê jin hem tiştên hîn dibin bi hev re parve dikin, hem jî dema qezenc dikin kêfxweş dibin. ABORÎ * Ji ber krîza aborî ya li Tirkiyeyê, li herêmê gelek esnaf ji ber deynan derabeyên xwe danîn. Li herêmê yek ji van bajaran jî Êlih e. Ji 7'ê Hezîranê heta niha li Êlihê, nêzî 800 esnafî derabeyên xwe danîne. JÎNGEHA KEDÊ * Li Îzmîrê komek karkerên ku xwe wekî "kedkarên çerm û pêlavan" bi nav dikin têkîldarî sektora pêlavkeriyê raporek amade kirin. Di Sîteya Pêlavkeran de ji 45 hezar karkeran nêzîkî 5 hezarê zarok in, tenê 3 hezar karker bi sîgorte ne. ÇAND Û HUNER * Nivîskar Mehtap Ceyran ya ku şahidiya pêkanînên salên 1990'î yên li Êlihê kiriye, vê şahidiya xwe bi pirtûka xwe ya bi navê "Mevsim Yas" (Demsala Şînê) radigihîne. Ceryan dest nîşan kir ku, çîrokên ku wê vegotine, ji herêmê ber bi gerdûnê ve "vebêjiyeke mirovahiyî" li xwe dihebînin.