ROJEVA 15'Ê GULANA 2017'AN 2017-05-15 09:00:17 ROJANE * Zaroka 75 rojî Betul Akdag ku nexweşe, ji 27'ê Nîsanê heta niha tevî dayika xwe Melek Akdag li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî ye. *Welatiyên gundê Aladagê yên malên wan di nava çiya de hatiye avakirin, xwestin ku êdî rêyên wan bên çêkirin. Gundiyan diyar kirin ku ger rêyên gundê wan hebûna dê zarokên di şewatê de jiyanaxwe ji dest nedabûna. *Hat ragihandin ku dewleta tirk li bajarên Bab, Ezaz, Qebasîn û El Raî ya Bakurê Helebê, bi hinceta li hemberê sîstema dewleta tirk a bi riya komên çeteyan daniye çalakiyan lidar dixin, bi dehan ciwanên heremê binçav dike û îşkence dike. Hat gotin ku piştî binçavkirina bi rojan derdixin dadgehên bi şerîatê tên birêvebirin û piştre jî davêjin girtîgehan. * Redkarên Wîcdanî diyar kirin ku zarokên gel ên bidin şerê ji bo rantê tune wiha gotin: "Heta em çeka dewletê hilgirin dê dewlet jî hebe. Li dijî vê yekê hewldan û xîreta me ya gel ji leşkerî sar bikin dê bidome." * Dadgehê, li Sabahattîn Ataş ê di navbera salên 2014 û 2016'an de li Sûrê destdirêjiya 7 zarokên 5 - 15 salî kir, tenê 62 sal cezayê girtîgehê birî. * Girtî Mesut Gokhan ê 20 roj berê ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bûceyê şandin Girtîgeha Kîlîsê, rastî lêgerina tazî hat. Gokhan ku lêgerina tazî red kir, rayedarên girtîgehê bi zorê tazî kirin û ew xistin feleqeyê. Birayê Mesut Agît Gokhan, diyar kir ku ew ji ewlehiya birayê xwe bi fikar in. * Çalakiya greva birçibûnê ya Kadikoyê ku ji bo piştgiriyê bidin akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça yên 68 rojin di greva birçîbûnê dene, dê bi koma nû berdewam bike. (11.00) * Komeleya Reda Wîcdanî bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Reda Wîcdanî dê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê lidar bixin. (15.00) * Bi muasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî dê li Odeya Tabîban a Stenbolê bername b^lidarxistin. (19.00-22.00) JIN * Cînayetên jinan her roja diçe zêdetir dibin, di 4 mehên sala 2017’an de 132 jin ji aliyê zilaman ve htin qetilkirin. Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm wiha got: “Dibe ku ev ax vegerandibin welatê jinên mirî. Lê ji bîr nekin ne tenê jinên mirî ev welatê jinên dema li berxwedan hatin qetilkirin û jinên berxwedêrin.” EKOLOJÎ * Gundiyên bajarê Osmaniye li dijî kanên keviran ên li herêma qadên zeytûn û çandiniyê hatine vekirin, konê berxwedanê vedan û dest bi çalakiyan kirin. Welatiyan diyar kirin ku ew kanên keviran li warê xwe naxwazin û ew dixwazin li vir bi tenduristî û aramî bijîn. Gundiyan anîn ziman ku bi kanên keviran dê hevsengiya ekolojiyê xera bibe. ABORÎ * Welatiyên Wanê yên sewalkariyê dikin û debara xwe bi qatixê şîr dikin, diyar kirin ku ew pinçarên wekî Sîrik û mendê tev li penêr dikin û tama penêr xweş dikin. Welatiyan bertek nîşanî qedexeyên zozanan dan û diyar kirin ku ger zozan qedexe be pinçar jî tune. Welatiyan da zanîn ku pinçar tunebe debar jî û taştê jî tune. JÎNGEHA KEDÊ * Rêvebera Şaxa SES'ê ya Mêrsînê Fîlîz Çelebî, nivîsa Wezareta Tenduristiyê ya ji Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Nexweşxaneyên Cemaweriyê ya Mêrsînê re şandiye rexne kir û diyar kir ku dixwazin bijîşkên Sûriye bi erzanî bixebitînin û bijîşkên Sûriye wekî hêza keda erzan dibînin.