ROJEVA 22'Ê GULANA 2017'AN 2017-05-22 09:00:19 ROJANE * Nûnera Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtîgehan a Stenbolê Havva Ozacan bi dehan girtiyan wekî “Dayîka Havva” pênase dikirin, beriya çend rojan hat girtin û ew şandin girtîgehê. Hevala wê ya têkoşînê Nuray Çevîrmen, wiha got: “Dayîka Havva girtin û dixwazin têkiliya kesên hundir ji yên derve qût bikin. Ji berk u deng û bêhna wan bû.” * Koçberên Sûriyeyî yên li Bayindirê di bin siya êrîşan û kedxwarinê de têkoşîna jiyanê didin, diyar kirin ku li hemberî keda xwe ya 12 saetan 37 TL digirin û karkerên herêmî jî 70 TL digirin. * Akademîsyen Cenk Yîgîter, Komîsyona OHAL'ê rexne kir û diyar kir ku ev komîsyon li dijî DMME wekî mekanîzma parastinê hatiye avakirin û her tişt xistine înfaza 7 kesan. Yîgîter anî ziman ku dê hemû berpirsiyarê têxin destê 7 kesan û ev komîsyon nikare ji derdê mexdûran re bibe derman. * Bi îlana OHAL'ê û derxistina KHK'yan nivîskaran jî para xwe girtin. Helbestvan Ruhan Mavruk, diyar kir ku her hunermend û nivîskar bedelên fikrên xwe dide û wiha got: "Em bi zêdetir nivîsandin û xêzkirinê dikarin van zextên li ser xwe bişkînin." * Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD'ê Prz. Gulseren Yolerî, diyar kir ku di destpêka avakirina Komara Tirkiyeyêde sûcên windakirinê hatin kirin û wiha got: "Dadgeh hin kesan bêdeng dike, hin kesan jî beraet dike û rê li pêşiya ronîkirina rastiyan digire. Dadgeh hin dosyayan bê encam dihêle û di nava demê de winda dike, hin dosyayan jî beraet dike û bêceza dihele. * Pisporê Tiba Edlî Prof. Dr. Umît Bîçer nedayîna cenazeyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest didin ku nadin malbatan wan û êrîşên li hember cenazeyan û goristanan nirxand û got êrîşên li dijî cenazeyan êrîşa li dijî nirxên mirovahiyê ye. * Listika bahîsê ku dijzagonî ye di demên dawî de li kolanên navçeya Cizîrê belav dibe û aşkere tê lîstin. Hat zanîn ku ji bo ev lîstika cureyekî kumarê ye gelek pere ji bo wê hatine razandin. Hat zanîn ku heta niha 2 kesan ji ber vê lîstika mumarê întîhar kiriye. * Parlamenterên HDP’Çaglar Demîrel û Abdullah Zeydan ên girtî tên darizandin piştî girtina 7 mehan sibê li Amedê derdikevin pêşberî dadgehê. * Rêxistina DBP û ESP'ê Amedê dê li dijî hilweşîna taxên Alipaşa û Lalebeyê li avahiya DBP'ê ya navçeya Sûrê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30) JIN * Jineolojî ku zanistiya jiyana jinê lêkolîn dike û ronî dike, heta niha îmze avêt gelek xebatên girîng. Endama Kargeriya Jineolojiyê ya Amedê Hevî Nimet Gatar, diyar kir ku bi Jineolojiyê li dîrok û heqîqeta jinê ya hatiye windakirin digerin û lekolîn dikin. Gatar, anî ziman ku jin dîsa li cewherê xwe vedigere û êdî ev heqîqet nayê windakirin û tunekirin. JINKEHA KEDÊ * Hevseroka 3'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Stenbolê Ayfer Koçak, der barê guhertina Qanûna Karmendên Dewletê ya hêjmar 657'an de diyar kir ku AKP bi armanca kadroyên xwe di hemû qada cemaweriyê de bi cih dike van zagonan diguherîne.