ROJEVA 25'Ê GULANA 2017'AN 2017-05-25 09:00:12 ROJANE *Dayika Şemiyê Hediye Coşkun, ku 19 salan ji bo dîtina hestiyên kurê xwe têkoşiya, piştî hestiyê kurê xwe dît 3 sal şûnde jiyana xwe ji dest da. Hediye Coşkun beriya jiyana xwe ji dest dibe xwest li tenişta kurê xwe bê defin kirin, lê dewletê nehişt. *Lîstikvanê film û rêzefîlman Bekir Felhan ê ku wek Antony Quinê rihayî tê nasîn, anî ziman ku şer sektora sînemayê qedandiye. *Şervanê ûkraynayî Sjoder Heeger, ku berê di şerê Donbassê yê di navbera Ûkrayna-Rûsyayê de qewimî bû cih girtibû û niha di operasyona rizgarkirina Reqayê de cih digire, anî ziman ku şerê Donbassê şerê îktîdarê, yê Reqayê jî şerê azadiyê ye. *Tê derpêşkirin ku 2 milyar û 725 milyon lîre "veberhênanî" ji bo Şirnex û navçeyên wê hatine kirin. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez wiha got: "Pereyê ku ji bo qereqol û qalekolan hatine veqetandin wek veberhêniyê tên nîşandan. Dewlet 'mizgîniya' îadeya mafî ya malên ku bi tank û topan rûxandine dide û vana wek veberhênaniyê berpêş dike." *Malbata endamê HPG'ê Abdurrahman Akçin, ê ku li navçeya Pulurê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabû, ev 2 sal in cenazeyê kurê xwe teşhîs kirine, lê cenaze radestî malbatê nakin. Malbatê bertek nîşanî rewşê da û doza hestiyên zarokê xwe kir. * Li taxên Alîpaşa û Lalebey a navçeya Sûrê ku di bin navê "veguherîna bajar" de tên xirakirin û ji bo ku welatî ji taxê derkevin 2 roj in ceryan û av hatiye qutkirin welatiyan diyan kirin ku ew ji ber bêavî û tîbûnê bibimirin jî dê taxên xwe neterikînin. * Dê hestiyên Murat Gun ê kurê Kemal Gun ê ku piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 90 rojan daxwaza wî ya ji bo hestiyên kurê wî hat qebûlkirin, li navçeya Xozatê ya Dersimê bên definkirin. (12.00-15.00) * Malbatên 34 kesên ku li gundê Roboskê ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên artêşa tirk ve hatin qetilkirin dê di hefteya 282'yemîn a qetlîamê de bên cem hev û daxuyaniyê bidin. (16.30) * Endamên Platforma Şaxên KESK'ê yê Mêrdînê ji bo piştevaniya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên hatin girtin dê li Paraka Karayollari daxuyaniyê bidin. (17.00) POLÎTÎKA *Sirri Sureyya Onder, diyar kir ku hikûmet piştî Geziyê hemû polîtîkayên xwe li ser tirsa Geziyê amade dike. Onder, da zanîn ku herî zêde HDP’ê Gezî fêm kir û wiha got: “Serkeftina 7’ê Hezîranê serkeftina Geziyê bû.” Her wiha ji bo pêvajoya çareseriyê jî ev tişt anîn ziman: “Bila li tu kesî bendewariya ku dê pêvajo dest pê bike an jî dest pê kiriye peyde nebe. Ev bi temamî nêzîkatiyeke xapxapî ye û hedefa wê ew e ku zemîna têkoşîn û daxwazê lawaz bike." JIN *Dilber Barut, ji ber ku zewaca duyemîn a hevjînê xwe qebûl nekir 5 salan rastî şidetê hat. Barut, li hemberî çewisandina mêr û civakê derket û ji bo li ser piyên xwe bisekine nanê sêlê çêdike û bi vî awayî debara xwe dike. EKOLOJÎ * Darên zeytûn û çamê yên li qontara çiyayê Dede ya ji bo îmarê hatiye vekirin tên talankirin. Welatiyên taxê diyarkirin ku şaredariyê ewil dar zuwa kiriye û piştre jî ji bo Zanîngeha Ekonomiyê qetil kiriye. JÎNGEHA KEDÊ *Karkerên di depoyên komira menqelê de di nava şertên bêewle û bêtendûrîstî de dixebitin diyar kirin ku ji bo 70 TL jehrê hildikêşînin. EKOLOJÎ *Li quntarên Çiyayê Dedeyê destûra îmarê hat dayîn û bi vê re darên zeytûnan ên yabanî û darên çamê tên talankirin. Niştecihên taxê, anîn ziman ku şaredarî pêşî dar hişk kirin û paşê jî ji bo Zanîngeha Ekonomiyê ew qetil kirine. ÇAND Û HUNER * Rojên Wêna ya Navneteweyî ya Amedê ya ji aliyê DÎFAK'ê ve hatiye organîzekirin bi beşdariya nivîskar Umît Kivanç berdewam bike. (13.00-17.00)