ROJEVA 27'Ê GULANA 2017'AN 2017-05-27 09:00:54 ROJANE *Di ser çalakiyên Geziyê ku hemû derdorên civakê anî bûn cem hev re 4 sal derbas bûn. Bi çalakiyên "Na"yê yên ku hemû cudahî anîn gel hev, ew ruhê Geziyê ji nû ve jîndar bû. *Agirê Meledê yê ku her sal di roja erefê de tê pîrozkirin û tê wateya mizgîniya hatina Remezanê, îsal ji aliyê qeyûm ve li Qada Demokrasiyê li ber tîma mehterê hat pîrozkirin. Rojnameger Kiliççioglu bertek nîşanî vê rewşê da û wiha got: "Ev çalakiyeke ku ji aliyê zarokan ve tê organîzekirin. Ev rewş dibe sedema ku Agirê Meledê ji xwemaliya xwe dûr bikeve." *Li Bazîdê ku bi hinceta "ewlehiyê" bi dehan gundik, zozan û herêm hatine qedexekirin, welatiyên ku amadekariyên çûyîna zozanan dikin dest nîşan kirin ku, îlankirina "qedexeyan" ji bo valakirina gundan e. *Robarê ku di nav Geverê re derbas dibe, berê masî lê dijiyan û niştecihên navçeyê li qeraxên wê geşt û seyranê dikirin, niha qirêjî û nexweşînan dide der. *Operasyona Reqayê ya şervanên QSD'ê didome. Li gel vê rawestgeha ku li ser guzergaha riya şervana ye êdî bûye wek navendekê. Ev rawestgeh a ku cihê çûnhatina şervan û sivîlan e, ji aliyê şervanan ve navê "Rawestgeha Reqayê" lê hatiye kirin. * Hevalê Selîm Martîn ê ku beriya 36 salan bi îşkenceyê hate kuştin, Îbrahîm Akin dilar kir ku li Tirkiyeyê tiştek nehatiye guhertin û pêkanînên 12'ê Îlonê îrojî berdewam dike. *Şaxa ÎHD'a Wanê bi boneya Hefteyea Windayan a Navnetewî dê li avahiya şaxê daxuyaniyê bide. (13.00) * ÎHD û xizmên windayan bi şîara "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Îzmir û Amedê dê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. (12.00-13.00) * Dayikên Şemiyê, dê di hefteya 635'emîn de li Qada Galatasarayê careke din li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin.(12.00) * Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê ji bo balê bikişîne ser girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya Tîpa F li dar bixe. (13.30) * 10'emîn Civata Giştî ya Egîtîm Sen'ê li Enqereyê di roja duyemîn de berdewam bike. (10.00) * Platforma Şaên KESK'ê yên Mêrsînê ji bo rakirina OHAL'ê û poşvekişandina Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) dê Ozgur Çocuk Parki daxuyaniyê bide. (13.00) POLÎTÎKA * Berrîn Sonmez a ku yek ji mexdûrên 28'ê Sİbatê ye diyar kir ku AKP ji aliyê kadroyên ku di 28'ê Sibatê de hatine teslîmgirtin ve hatiye avakirin û wiha got: "Dema ku digotin 28'ê Sİbatê dê hezar salan berdewam bike em gelekî aciz dibûn. Niha AKP vê didomîne. Beşên oldar hêdî hêdî hînî nebaşiyan kirin." * Ji endamên MP a CHP'ê Yildirim Kaya ku partiya wan der barê rakirina destnedayînên paralementeran de gelek tê rexnekirin îdia kir ku girtina HDP'iyan bi rakirina destnedîyanan ve girêdayî nîne û wiha got: "Divê ji paşerojê asê nemînin û pêşerojêke bihevre biafirînin." JIN * Li Bayindirê 12 kooperatîfên ku mêran ew avakirin, piştî demekê bê erk man. Lê belê "Kooperatîfa Pêşvebirina Çandiniyê û Berên Xwezayî" ya ku bi 7 jinan dest pê kir û niha bi 97 jinan riya xwe didomîne, cîhaneke cuda berpêşî jinan dike. * Psîkolog Fahriye Cengîz girtina stargeha jinan û Navenda Jinê ya ÎŞTAR'ê ji aliyê qeyûm ve bi bîr xist û wiha got: "Stargeha ku me bi gelek zor û zehmetiyan ve vekir niha ji bo qada pîknîkê tê bikaranîn. Lê ev têkoşîn bi dawî nebû." JÎNGEHA KEDÊ *Greva karkerên fabrîkaya Forum Koruyucu Ambalajê di roja 4'emîn de ye. Li fabrîkayê hilberînerî bi temamî hatiye rawestandin.