ROJEVA 04'Ê KANÛNA 2016'AN 2016-12-04 09:08:30 ROJANE *Hat zanîn ku Tirkiyeyê yekîneyên leşkerî û 50 wesayîtên zirxî yên ku di 19'ê Cotmehê de şandine Îdlîbê paşde venekişandine û tê gotin ku Tirkiyê bi van yekînêyên xwe yên şandî li başûrê Efrînê qereqolek ava kiriye. *Bi dijwarbûna şer û pevçûnên li herêmê, li Dersimê qereqolên ku bi bariyerên betonî tên parastin ji aliyekî ve gel mexdûr dike û ji aliyê din ve jî di encama tevdîrên ewlehiyê de bûn sedema mirina 4 welatiyan. *Li Kampa AFAD'ê ya Midyadê, êzidî û sûriyeyî rastî sepandinên cuda tên. Bi pereyan dermanan didin êzîdiyên li kampê û yên dereng tên jî ji kampê tên avêtin. Her wiha penaberên sûriyeyî yên li heman kampê, rastî van sepandinan nayên. *Akademîsyenên Zanîngeha Akdenîzê yên ji ber belavoka aşitiyê îmzekirin bi KHK'ya ku herî dawî hat derxistin re hatin îxrackirin wiha gotin:"Em ne mirovên ku girêdayî cihwaran bin. Em ê her tim fikrên xwe îfade bikin û zanist çi hewce bike em ê wê bikin û bidomînin." *Li Tirkiyeyê hejmara zarokên rastî îstîsmarê tên her diçe zêde dibe û her wiha bêcezatiya di mijara îstîsmara zarokan de jî didome. * Şewata ku li wargeha keçan a cemaetê ya li Aladaga Edeneyê hêjî di rojeva welat de ye, li wargehên dewletê jî lêpirsînên derbarê xwendekaran zêde dibin. Derbarê xwendekara Zanîngeha Egeyê ya li Îzmîrê Emîne Akbaba ji bo ji wargehê bê avêtin bi zorê lêpirsîn hat vekirin û zextan li ser xwendekarê zanîngeha Dokuz Eylulê û endamê Kolektîfa LGBTÎ Alî Erdem tê kirin. *Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê, wê ji şermezarkirina OHAL û binçavkirin û girtinên di demên dawî li avahiya komeleyê daxuyaniyê bide. (14.00) JIN *Wênesaz Berîvan Erdem a ku şideta mêr û civakê ya li ser beden û nasnameya jinê bi awayekî hunerî rexne dike dest nîşan kir ku, wê rizgarkirina civakê bi têkoşîna hebûna li qada hunerî ya jinê pêk bê. *Orkestraya Jinan a Stenbolê ya ku ji 15 jinên bi reng, deng û nasnameyên xwe cuda ne pêk hatiye, bi stranên xwe pergala serdest a mêrî protesto dike. ÇAND Û HUNER * Pirsa "gelo wêjeya kurdan heye" tê kirin li aliyê din Îlhamî Çinar ê ku ji girtîgehan têkoşînê bi çiya re digihîne hev wêjeya çiya vedibêje. Çinar ê ku wêjeya şer û wêjeya çiya tîne ber hev wiha bidêje: "Jixwe wêjeya çiya ji bo pirsa divê mirinekî çawa yan jî çawa bikujî na ji bo pirsa 'divê çawa bijîn' bersiv e." EKOLOJÎ *Ji 35 pêşnûmayên rantê yên Bînalî Yildirim yek jê "Pêşnûmaya Derbasbûna Kendavê" ye. Li gor pêvajoya wê yî ÇED'ê tê payîn ku wê ev pêşnûma di destpêka sala 2017'an de temam bibe û bi giştî wê milyar û 100 milyon dolar lê bê xerckirin. Lê wê kontrolkirina binî ya kendavê, bibe sedema qirêjbûna behrê. Li gel vê tê îdiakirin ku wê ev pêşnûma herikbariya trafîkê ya bajêr siviktir bike, lê tê diyarkirin ku, wê pêşnûma ne ji bo trafîka nav bajêr, wê xizmeta trafîka nav bajaran bike. ABORÎ *Prof. Dr. Aborînas Hayrî Kozanoglû anî ziman ku, heta li welat guherîneke siyasî çênebe, ne pêkan e ku aborî baş bibe.