ROJEVA 28'Ê GULANA 2017'AN 2017-05-28 09:01:19 ROJANE * Yek ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Parêzer Mahmut Şakar wiha got: "Di hevdîtina min û wî ya ewil de wiha gotibû 'Dixwazim gelê me biparêzim, derbasî wî aliyê peravê bikim.'" Şakar wiha axivî: "Ocalan, bi awayekî muhteşem bi projeya şoreşê ji nû ve vegeriya Rojhilata Navîn. Bi Şoreşa Rojavayê bersiv da komployê. Ne yên ku darizandin, Ocalan bi ser ket. Hem jî vê yekê di tabûtgeha Îmraliyê de kir." * Meşvanê bi navê Ender Şîpal ku li navçeya Şaxê ji ber “qedexeyê” nikare biçe zozanên ku bi hezaran cureyên kulîlkan lê, hene mecbûr ma ku kewarên xwe li baxçeyê mala xwe bi cih bike. * Nêzî hefteyekê ye li herêma Ezaz, Cerablûs û Babê di navbêra komên Artêşa Azad ên girêdayî dewleta tirk û komên girêdayî Amerîkayê de pevçûnên dijwar diqewimin. Gelo sedema van pevçûnan çî ye û çima di vê demê de ev şer diqewime? * Serokê CHP’ê yê Îdirê Îhsan Zor ê li hemberî diwarên li sînorê bajar tên çêkirin nerazîbûnên xwe nişan dan û diyar kir ku diwarê ku bê çêkirin dê bajar bike girtîgeheke “kibar". Her wiha Şaredarê Îdirê yê bere Mehmet Nurî Guneş jî got ku deriye sînor ji bo gel cihê bêhnvedanê ye, ger bê girtin dê gel terkî xizaniyê bê kirin. * "Meclîsên Na"yê yên di referandûmê di eniya "Na"yê de roleke cidî hilgirtin ser xwe, dest nîşan kirin ku ew ê têkoşîna xwe xurtir bikin. * Niştecihên taxên Alîpaşa û Lalebeyê, di meha Remezanê de bê av û ceryan in. Welatiyan dest nîşan kir ku sirf ji bo malên xwe neterikandine av û ceryana wan hatiye qutkrin. Welatiyan got ku, ew bawer nakin ku yên vî tiştî dikin misilman bin. * Di dosyeya xebatkara Rojnameya Azadiya Welat Şirin Çoban a ku 9 meh in li Mêrsînê girtiye bi qasî serê derziyê jî pêşveçûyînek çênebûye. Li gel vê Çoban bi pirsgirêkên tenduristiyê û cezayan re jî rû bi rû ye. Parêzerê Çoban Tugay Bek wiha got: "Divê tenduristiya Çoban û dema wê ya girtinê li ber çavan bê girtin û bê tehliyekirin." * Endamê Meclîsa Şaredariya Silopiyayê Abdulaziz Tanrikolu, dema li hewadariya girtîgehê volta davêt bi hinceta "guh nedaye hejmariyê" 11 rojan cezayê hucreyê lê hat birîn û bi vî awayî tehliyeya wî sal û 18 rojan hat dirêjkirin. * Rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, pêşengên qenaetî û ekolojîst li dijî rûxandin û talana ku di bin navê "veguherandina bajêr" de li Sûra Amedê çêdibe li hev dicivin. * Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê ya CHP'ê bi hinceta ku "qirêjiya dîmen derdixe holê" tabelayên erebî qedexe kir welatiyên bajar hem jî esnafên sûriyeyê aciz in. Ji esnafên bajar Huseyîn Yalniz diyar kir ku qedexe tê wateya êrîşa li dijî zimanê gel. * Berdevka Piştevaniya Taksîmê Mucella Yapici diyar kir ku berxwedana Geziyê îtiraz xurt kiriye û wiha axivî: "Di 31'ê Gulanê de em dixwazin li Taksîmê, li parka xwe bin. Ev tiştekî xwezayî ye. Hê jî qad azad nebûye. Em ê bi malbatên xwe ve, bi tîşortên xwe ve li wir bên cem hev û biçin parka xwe." * Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê dê li ber Galatasarayê ji bo qatlîama Roboskê daxuyaniyê bide. (18.30) JIN * Karkerên demsalî yên jin ên ku hatin Edeneyê rojê 14 saetan dixebitin, lê li gel vê jî nikarin heqdesta xwe wergirin. Karkeran diyar kir ku bi salan e, ew bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ne. EKOLOJÎ * Gola Eymîrê ya ku bi salan derûdorên rantê xwestin cihê wî ji bo îmarê vekin bi saya têkoşîna parazvanên jiyanê û rêxistinên civakî yên sivîl hate parastin. Lê di salên dawî de ereziya Eymîrê her diçe tê xirakirin. ÇAND Û HUNER * Hunermendên MA Muzîkê dê li Şanoya Bajar a Amedê konserê bidin. (20.30)