ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2017'AN 2017-06-09 09:00:22 ROJANE * Yek ji feremandarên YPG'a ku ber bi Reqayê ve diçe Loqman Xelîl, îdiayên Rûsyayê ku dibêje QSD bi DAIŞ'ê re li hev kiriye û ji bo derketinê korîdor vekiriye, bi pevçûnên li bajêr derewandin. Xelîl wiha got: "Tenê armanceke vê heye, bi vê yekê dixwazin lekeyê bînin ser operasyona Reqayê." * Ji ber operasyona li herêma Tendurekê, esnafên Giyadînê li ber îflasê ne. * Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû, di bin navê perwerdehiya karî de bermayiyên perçeyên karên destan li daran dike. Ekolojîstan li hemberî vê rewşê bertek nîşan dan û vê yekê wek tehekûma li ser xwezayê nirxandin. * Ozlem Duran, ku bi darê zorê ji Taxa Hasirli ya Sûrê hatibû derxistin û li Taxa Alîpaşayê bi cih bûbû, niha tê xwestin ku ji vê taxê jî bê derxistin. Niha Duran, tevî dayika xwe ya berastenga dîtinê, 4 zarokên xwe û 5 pisîkên xwe di nav pençikên koç û rûxandinê de ye. * Li Edeneyê, serdema bîcî bîciyên ku bivênevêya havînê ye dest pê kir. Bi hatina meha Remezanê re, ji bo xwe hênik bikin edeneyî piştî fitariyê berê xwe didin bîcî bîciyan. * Emîne Muhammed a qamişloyî ku ji ber şerê li Sûriyeyê reviya û hat Tirkiyeyê, bi hefteyan li Wanê hat sekinandin. Paşê bêyî ku malbat bê agahdarkirin, pêşî ew şandin Hatayê û paşê jî hat dersînorkirin û ew şandin Îdlîba ku di dest komên çekdar de ye. * Kongreya Demokratîk a Gelan, ji bo balê bikişîne ser veguherîna bajêr a li Sûra Amedê dê li avahiya xwe ya li Kolana Îstiklalê daxuyaniyê bide. (12.00) POLÎTÎKA * Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê pêwîstî bi blokeke demokrasiyê ya nû ya civakê temsîl bike heye û wiha axivî: "Li dijî faşîzma li Tirkiyeyê têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî şert e." JIN * 5 jinên dîlokî, sifirê ku wek karê mêran tê zanîn neqş dikin û wê bîrbiriya ku li civakê serwer e dirûxînin. Jinan wiha got: "Di warê aborî de em li ser piyên xwe disekinin û li gel vê ji bo dubare pîşeya dîrokî zînde bibe em li ber xwe didin." * Parêzer Dîren Cevahîr Şen diyar kir ku di doza Yasemîn Çakal de ber bi dawiyê ve hatine û wiha berdewam kir: "Dikaribî şerta kontrola edlî pêk bê. Vî ji bo zilam dikin lê dema ku mijar dibe jin pêk naynin. Ev di zimanê hiqûqê de parastina cewherî ye û di zimanê polîtîk de jî xwedî derketina jiyana xwe ye." ABORÎ * Selexaneya ku şaredariya AKP'î bi 13 milyon TL'yî çêkir, piştî hat çêkirin bi 20 rojan bi hinceta pirsgirêka binavayiyî hat mohrkirin. * Li Mîlasê esnafên Çarşiya Arasta ya dîrokî terkî halê xwe hatine kirin û ragihandin ku, ji ber krîza aborî ew neçar mane ku derabeyên kargehên xwe deynin. EKOLOJÎ * Li Somayê beriya çend salan santrala termîkê ya li şûna darên zeytun û titûnê hat çêkirin bandora wî ya li ser tenduristiya mirovan bersivê dide pirsa "zeytun girîng e yan tesîs". Li navçeyê zarokên ku ji dayik dibin wekî nexweşê bêhntengiyê tên dinê û sedema mirinan jî piranî nexweşiyên KOAH û pençeşêr in.