ROJEVA 07'Ê KANÛNA 2016'AN 2016-12-07 09:00:31 ROJANE *Hevşaredara Şaredariya Kercewsê Zeynep Odûncû ya piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin û ji peywirê dûrxistin diyar kir ku, gel qeyûmê qebûl nake û wiha got:"Şaredariyên ku bi hilbijartinê nikaribûn bigirin, niha bi karmendiya dagirkeriyê digirin." *Endamê Egîtîm Senê û Mamosteya Şêwirmenda Derûniyê ya Dibistana Navîn a Meryem Abdurrahîm Gîzer Ayhan Topal diyar kir ku li Edeneyê nêzî 80 wargehên cemaetê heye, nêzî 70 xwendekarên dibistanê li van wargehan dimînin û wiha got: "Xwendekarên kul i wargehê dersa olî dibînin tên derpkirin. Divê dewlet lezgîn van wargehan bigire. Ji berk u ev wargeh ne qanûnî ne." *Hamdûllah Zengîn ê bi birîndarî hat girtin û rastî îşkenceyê hat, li girtîgeha tê ragirtin guleyên di bedena wî de nehatine derxistin û tedawiya wî nayê kirin. *Li Nisêbînê kesên di pevçûnên di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dan, wek nenasbarên şer hin ji wan li goristanên bêkesan hatine definkirin, hin ji wan hîn jî li morgan tên rawestandin. Malbatên ku ev 7 meh e ji bo DNA'yê nimûne dane jî, tenê daxwaza wan ew e ku, kêlikên êşên wan hebin. *Li Rihayê komira ku ji aliyê Weqfa Alîkariya Civakî di bin navê xizaniyê de tê belavkirin, li asîmanên bajêr dibe sedema ewrên duxanî û bandoreke neyînî li jiyanê dike. *Wênekêş û helbestkar Mehmet Ozer ê Çewlîgê wek malzaroka diya xwe ya duyemîn diwesfîne diyar kir ku, derketina ji vê pêvajoya tarî bi dengkirina dengekî hîn bilindtir pêkan e. *Wezîrê Enerjiyê yê Yûnanîstanê yê berê û Serokê Partiya Yekîtiya Gelan Panagîotîs Lazafanîs li ser vexwendaina Partiya Kedê tê Stenbolê. *Heyeta ji serokên Partiya Îttifaqa Sor-Keskan a Danîmarkayê, Partiya Çepgir a Swêdê, Partiya Çepgr î Sosyalîst a Norveçê û Partiya Îttifaqa Çepgir a Fînlandiyayê pêk tê, wê li Girtîgeha Kandirayê serdana Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdagê bikin. (14.00) JIN *Jina bi navê Gulden Gozotok a 50 salî ku ji biçûkahiya xwe heta niha tevlî jiyana kar bûye diyar kir ku wê tu caran rolên jinan ên "bêhêz" û "Muhtac" ên ku zilam dixwazin qebûl ne kiriye û wiha got: "Ger jin bixwazin dikarin hemû tiştî biser bixînin." *Xebatkara Navenda Jinê ya Jinwarê Civaknas Umran Nar anî ziman ku zewaca di temenê biçûk de bi awayekî fîzîkî, ruhî û derûnî şideta li dijî jinê ye û wiha got: "Zewaca di temenê biçûk de ne rêya xelasiyê ye." EKOLOJÎ *Di salên dawî de komên sermayeyê bi erêkirina hikûmet û dewletê li bajarên Îzmirê projeyên mezin çêdikin. Her çend welatiyên Îzmirê û derdorparêz li dijî van projeyan dengê xwe bilind bikin jî dîsa avakirina van projeyan berdewam dikin. Welatiyên ku van projeyan wekî projeyên tantê û talankirinê bin av dikin, dixwazin Îzmîrî yekîtî û têkoşîna xwe xurt bikin û li bajarê xwe xwedî derekvin. Ekolojîstan bang li Îzmîriyan kirin ku bi hevre têbikoşin. * Li gundê Tekîn ê ya Germencîkê ji bo JES a ku tê xwestin bê çêkirin walîtiyê biryara "ÇED pêwîst nîne" dabû, ev di meha mijdarê de ligel ku ji aliyê dadgehê ve hat betalkirin û li herêmê darên zeytun û hêciran bi şev hatin birîn. Li nezî herêmê jî bajarê Antîk Magnesia ya ku 30 sal in xebatên kolandina arkeolojîk berdewam dike heye. JÎNGEHA KEDÊ *Li Colemêrgê welatiyên ku xweykeriya dermaleyan dikin, ji ber gelek herêm bi hinceta "ewlehiyê" hatin qedexekirin û bi vî awayî zivistanê nikarin heywanên xwe biçêrînin, ber bi Herêma Botanê ve koç dikin. ABORÎ *Esnafan diyar kirin ku ger budçeya ji şer re tê veqetandin ji gel re bê veqetandin dê krîza heyî bê derbaskirin û pirsa ji ber ku wan deriyên dikanên xwe ji ber bêkariyê girtine dê ceza li wan bên birîn an na pirsîn.