ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2017'AN 2017-06-23 09:00:28 ROJANE *Hat îdiakirin ku Ferhat Çîftçiyê ku li Şaredariya Erdîşê ya ku qeyûm tayînî wê hat kirin Mudurê Karên Paqijiyê ye, ji karkerên ku di karên paqijiyê de dixebitin pere xwestiye û ji ber pere nedanê 22 karker ji kar derxistiye. *Fîlîz Gencer ku ji 1993'yan ve di girtîgehê de ye, ji ber binpêkirinên mafan ên girtîgehê ev 25 roj in di greva birçîbûnê de ye. *Penaberên sûriyeyî ku li Edeneyê di konan de dimînin, gotin ku cejn ji bo wan tiştekî îfade nake. *Li herêma Çiyayê Katoyê ku zêdeyî 2 mehan e bi pêşengiya cerdevanên taybet operasyona leşkerî didome, niha amadekariyên çêkirina qereqolên nû tên kirin. *Malbatên leşker û polîsên ku ji aliyê PKK'yiyan ve hatin desteserkirin, bertek nîşanî rayedarên dewletê ku ew bi tenê hiştin û ji bo wan tu tiştî nakin dan. Malbatan xwest ku demildest dawî li pevçûn û bombebaranan bê. *Bi TIR'an ber bi Cerablûsê ve sewqiyat tê kirin. Deriyên qaseyên van TIR'an mohrkirî ne û ajokarên wan jî nizanin çi di qaseyan de ne. Her wiha li wî aliyê sînor şervanên komên çekdar ên "Mertalê Firatê" van TIR'an pêşwazî dikin. ÎHH, AFAD û Kizilay jî bi heman awayî bi refeqatî û parastina tîmên taybet di qaseyên girtî de malzemeyên ku nayê zanîn çi ne vediguhêzînin Cerablûsê. *Nobeta Edaletê ku li Parka Demokrasî ya Maçka hatiye destpêkirin, di roja 9'an de berdewam dike. Her ku diçe, ji hemû derdorên civakê kes tevlî Nobetê dibin û çeperên çalakiyê fireh dibin. Welatiyên tev li çalakiyê dibin diyar dikin ku çalakî ya hemû kesî ye û dixwazin hemû reng û dengên ku mafên wan hatine binpêkirin beşdar bibin. * Rêxistina CHP'ê ya Gemlîkê bi armanca tev li meşa Nobeta Edaletê bibe dê li pêş Edliya Gemlikê daxuyaniyê bide û ber bi Yalova ve têkeve rê. (11.00) * Nobeta Edaletê ya Parka Maçka di roja 9'an de didome. (12.00) * Nûneriya TÎHV'ê, şaxa ÎHD'ê yên Amedê, Baroya Amedê û Odeya Tabîban, dê bi minasebeta “26'ê Hezîranê Roja Piştevaniya li Dijî Têkoşîna Îşkenceyê" li salona TİHV'ê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00) * Platforma li dijî Xerakirina Sûrê, Platforma Tenduristiyê ya Amedê û Rêxistina HDP'ê ya Amedê, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, dê li dijî xerakirina malan a Sûrê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (10.00-13,00) * Baroya Amedê dê ji bo kujerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî bê ronikirin çalakiya ji bo Tahîr Elçî li ber Edliya Amedê berdewam bikin. (13.30) JIN *Rêveber û aktivîstên VAKAD'ê ku bi KHK'ê hat girtin, li kuçe, mal û ofîsan bi jinan re tên cem hev û serlêdanên wan werdigirin. *Jinên bûrsayî, bertek nîşanî projeya "Vagonên Berê Dora Jinan e" a Şaredariya Bajarê Mezin a Bûrsayê dan û wiha gotin: "Ev polîtîkaya dijminantiya jinê ye. Dixwazin jinan ji civakê tecrîd bikin. Tecrîd, tacîz û tundiya li dijî jinê rewa dikin. Em li van vagonan siwar nayên." ABORÎ *Ji ber krîza aborî ya li welat, Cejna Remezana îsal jî ruyê esnafan geş nekir. Esnafan dest nîşan kir ku, heta niha wan qet serdemeke wisa xerab nedîtiye û wiha pirsîn: "Karê mirovan tune ye, ma dê çawa danûstendinê bikin?" Esnafan, got ku mirov êdî nikarin şekirê cejnê jî bikirin. JÎNGEHA KEDÊ *Mamosteyê Erdnîgariyê Îsmaîl Çeşît ku nayê tayînkirin û niha li kuçe û kolanên Wanê şîraniyê difiroşe wiha got: "Em ne mecbûr in ku çavê me li deriyê dewletê be. Divê her kes li ber deriyê xwe, li kuçeya xwe alternatîfên kar biafirîne."