ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2017'AN 2017-07-22 09:00:07 ROJANE * Li Tirkiye geşedanên li darazê pêş dikevin û biryarên piştî referandumuna 16'ê Nîsanê diyar dike ku daraz bi tevahî ketiye destê îktîdarê. Tenê di salek OHAL'ê de 70 hezar kes hatin girtin. *Parêzer Tûgay Bek, der barê îşkenceya ku di bin çavan de lê hatiye kirin giliyê polîsan kiribû. Lê belê polîsên ku Bek derb kirin nehatin dîtin û her wiha ji ber di bin çavan de li ber xwe daye û polîs birîndar kiriye derheqê Bek de doz hat vekirin. *Bi KHK'yên dawî re li şaredariyên herêmê bi hezaran kedkar hatin îxrackirin. Sendîkavanan li dijî vê rewşê bertek nîşan dan û gotin ku, ev îxrackirin bi fermana qeyûmên hatine tayînkirin re pêk tên û lîste ji aliyê qeyûman ve tên amadekirin. *Ozcan Diyarlar ku bajar bi bajar digere û li kuçeyan li tembûrê dide, ji ber ku bi kurdî stran gotiye li Stenbolê polîsan mudaxileyî wî kiriye û tembûra wî şikandine. Li gel hemû astengiyan jî bi tembûra xwe ya şikandî dîsa jî kuçeyan naterikîne. *Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Jeolojiyê ya TMMOB a Îzmîrê Alîm Mûrathan, erdheja ku bi şideteke 6.6'an li Egeyê çêbû û tsûnamiya ku li peravên Bodrûmê çêbû nirxand û got ku, tsûnamiya ku çêbû, li Tirkiyeyê nîşaneya tsûnamiyên dijwar e." *Kenîn û bişîrinên zarokên êzidiyan ku li objektîfan aliqîn, têkçûyîna 73 fermanên ku li serê civata êzidî hatine rakirin nîşan didin. * Dayikên Şemiyê, bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 643'yemîn de li qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00) * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 441'emîn de bi silogana “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" dê li avahiya ÎHDê ya Amedê çalakiya rûniştinê pêk bînin. (12.00) * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 392'yemîn de çalakiya rûniştinê pêk bînin. (13.00) * Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'ê dê di hefteya 278'emîn de çalakiya "Rûniştina F" pêk Bînin. (13.30) POLÎTÎKA *Endama KÎD'ê Dûysal karataş ku li Silêmaniyeyê beşdarî civîna ku ji bo amadekariyên 3'yemîn Konferansa Jinan a Netewî hat çêkirin bû, got ku pêvajo pêvajoyeke sotîner e û divê her kes destê xwe têxe bin kevir. Karataş, der barê xebatên yekîtiya netewî de jî wiha got: "Jin bi biryar in ku yekîtiya netewî pêk bînin." EKOLOJÎ *Di ser OHAL'a ku piştî hewldana darbeyê demildest hat îlankirin û KHK'yên hatin derxistin û hîn jî didomin re salek derbas bû. Bi OHAL'a ku tim dema wê tê dirêjkirin û KHK'yên tên derxistin re li hemberî têkoşîna ekolojiyê jî darbe pêk hat. Ekolojîst Ertûgrûl Barka, bi bîr xist ku bi KHK'yan yekeyên ewlehiya taybet bi çekên lûledirêj tên kokandin û li dijî kesên ji bo ekolojiyê têdikoşin jî destûra avakirina artêşên xwe dane.