ROJEVA 03'YÊ TEBAXA 2017'AN 2017-08-03 09:00:30 ROJANE * KCD ku li 25 bajaran nêzî 800 STK dibin banê wê de cih digirin, 130 hefte hat guhdarkirin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven diyar kir ku KCD xebateke derqanûnî nekiriye û wiha got: "Hemû xebatên KCD'ê vekirîne, mirovî ne, demokratîk in û civakî ne. Lêgerîna wan a 'rêxistina terorê' bê encam e." * Prof. Dr. Kadir Cangızbay yê li Parka Yogurtçu ya HDP'ê lê Nobeta Wîcdan û Edaletê daye destpekirin çiroka wî ya windabûnê heye, diyar kir ku tenê heviya Tirkiye siyaseta kurd e û wiha got: "Kurd li vir ne mêvan in. Xwediyê esîl yê vê axê ne. Me ermenî tune kirin. Dixwazin kurdan jî tune bikin. Lê kurd pir dibin. Tenê heviya Tirkiye siyaseta kurd e. " * Li Colemêrgê 6 jin atoleyeya dirûtinê ya fîstan û kirasan avakirin. Jinên liv ir dixebitin ji bo pêşerojê armanca wan ew e ku koperatîfa jinan ku dikaribe model û markayên xwe hilberînî ye. * Li taxên Alipaşa û Lalebey yên navçeya Sûrê bêyî tedbîrên ewlehiya talûkeyên xerakirinê bistînin ketober xaniyan xera dikin. Gelê Sûrê bertek nîşanî vê rewşê dan û diyar kirin ku dema xera dikin jî xaniyan bi ser serê wan de xera dikin û dê dibin xirbeyan de bimînin. * Nûnerên saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî girtina nûçegîhanê me dîhaberê Erdogan Alayumat dan û diyar kirin ku Erdogan ne sirên dewletê, dijberî vê yekê sûcên dewletê aşkerekir. Nûnerên saziyan xwestin Alayumat bi lezgîn bê berdan. * Karkerê di kargeriyên cam, înşaet û peyzajê de xebitiye Mehmet Nûrî Cakto, 2 salin di hewşa xwe de kargerî vekiriye û hunera camê pêş dixe. Cakto, diyar kir ku bi vê karê camê hem hunerê pêş dixe û hem jî xwezayê ji bermahiyên camê diparêze. * Zarokên êzidî yên ji komkujiya DAÎŞ’ê ji şengalê hatin Êlihê diyar kirin ku wan pir bêriya Şengalê kirine. Zarokên beriya Şengalê kirine bi lîstikên li Şengalê dilistin dilîzin û stranên li Şengalê digotin distrên. *Rêxistina HDP'ê ya Rihayê dê bi minasebeta salvegera komkujiya li Şengalê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00) * Navenda Giştî ya TMMOB'ê, ji bo li Sûrê lêkolîn bikin dê navçeya Sûrê ziyaret bikin. (14.30) * Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê li Parka Yogurtçu di roja 3'emîn de dewam dike. (11.00) * Bi tevlêbûna Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir dê li dijî komkujiya ku DAİŞ'ê li Şengalê pêk anî, li pêş Operaya Sureyya ya Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00) * HDK, dê Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP’ê li Parka Yogurtçu daye dstpêkirin ziaret bike. (19.00) * Gelek nûnerên elewî, êzîdî, suryanî, ermenî û çerkez dê li Navenda lêkolînê ya Dersimê ya li Beyogluya Stenbolê bi minasebeta 3'ê Tebaxê salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00) * Çalakiya ji bo Nûriye Gulmen û Semih Ozakça ya li Kolana Yukselê de bidome. ÇAND Û HUNER * Serokê Komeleya Şanoyê ya Mêrsînê Salîh Yildirim bertek nîşanî bihabûna salonên şanoyê ya şaredariyê da û wiha got: “Heke ku şaredariyên Mêrsînê ji kesên hunerê diafirînin re nebe alîkar, dê tu ferqa wan şirketên bazirganiyê nemine. Divê ku şaredarî bihabûna salonan daxîne.” JIN *TJA, dê starta kampanya “Em dê komkujiya jinan rawestînin Jiyanê azad bikin" bi civîna li avahiya HDP'ê ya Êlihê bide. (11.00) * Bertek û nerazîbûnên li dijî pêşnûmeya ku destûra marê dide muftuyan zêde dibe. Seroka Navenda Pêkanîn û Piştevaniya Mafên Jinan a Baroya Amedê Prz. Asli Pasinli, têkildarî pêşnûmaya ku destûra mahrbirînê dide muftiyan diyar kir ku bi vê zagonê rê li pêş zewaca zarokan vedike û hêzê dide tacîz û tecawizkaran.