ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2016'AN 2016-12-12 09:00:43 ROJANE * Ciwanên Ereb ên di operasyona "Xezaba Firatê" de cih digirin diyar kirin ku ji bo pêşeroj û jiyanek azad û hevpar a bi gelê Sûriyeyê re bi hevre dimeşin Reqqayê. Ciwanan anîn ziman ku ew hêza wan a azadiyê heye. Şervanên temen mezin jî bang li ciwanan kir ku di şerê azadiyê de cih bigirin. * Zarokên malbatên ku ji ber şer koçî Edeneyê kirin ji bo debara malbatê bikin barê giran didin ser pişta xwe û kar dikin. Zarokên koçber bi firotina kaxiz û bermaniyan hewl didin debara malbata xwe bikin. * Komek ciwan, bi gotina "Em dikevin kolanên ku Noel Baba Neketinê", ji bo zarokên ku sala nû li kolan û nexweşxaneyan derbas dikin dest bi kampanya pirtûkan kirin. *Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê diyar kirin ku gardiyan bi hinceta "Li welêt şertên taybet heye" îşkenceyê li girtiyan dikin. * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa İHD'a Stenbolê, di çarçoveya hefteya mafên mirovan de dê li pêş Girtîgeha Bakirkoyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30) * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'êya Edeneyê ji bo piştevaniya girtiyên nexweş û rojnamegerên girtî dê li Postexaneya Edliyê kartan ji girtiyan re bişînin. (13.00) * Nobeta Azadiyê ya ji bo rojnameger û nivîskar Asli Erdogan, Necmiye Alpay û Gerînendeyê Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya û Midûrê Kar^ne nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya ku girtî ne dê li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê bidome. (16.00) BI DÎMEN E *Leyla Eleftoz Baran ya ku bi zarokê xwe Rojvanê 5 mehî re li Girtîgeha Mêrdînê tê girtin sibe derdikeve pêşberî dadgehê. *Nûçegihanê DÎHA'yê Nedîm Orûç dê li Yekemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê derkeve pêşberî dadger. (10.00) POLÎTÎKA *Parlementera HDP'ê Pervîn Buldan diyar kir ku gelê Şirnexê tu carî serê xwe netewandiye û wiha got: "Tu carî vîna xwe û rûmeta xwe nexistin bin lingan. Ji ber vê yekê divê em li wan bi tenê nehêlin. Pêdiviya wan ji me heye." Mîthat Sancar jî anî ziman ku dê hikumet û dewletê hesabên van kirînên xwe zû an jî dereng li ber hiqûqa navnetewî bide.BI DÎMEN E *Seroka Partiya Kizil a Norveçî Audun Lysbakken, bal kişand ser astengiya li pêş hevdîtina bi wekîlên HDP'iyan re û wiha got: "Divê piştevaniya bi parlamenterên HDP'ê re zêdetir bibe." EKOLOJÎ * Welatiyên navçeya Giyadînê ya Agiriyê ligel sermaya jêra sifirê 35 dereceyan li ser 40 dolim zevî sera ava kirine û bi pergala jeotermal a germahiyê firengan goşî diçînin û îxracî Rûsya û Ezerbeycanê dikin. * Qeyûma tayînî şaredariya Colemêrgê hat kirin, li şûna pirsgirêka avê çareser bike, gelek golên avê yên Golanê zuha kir. * Li TOKÎ'yên ku piştî erdheja Wanê li bajar hatin avakirin ji ber komira xerab tên bikar anîn duxana qirêj welatiyên Wanî jahrînî dike. ÇAND Û HUNER * Belgefîlma "O'nsuz" ku çîroka 7 dayikên zarokên xwe winda kirine û ji herêmên cuda hatine li zarokên xwe digerin vedibêje, jiyan û çanda wan digire dest. Derhêner Ufuk Erden, diyar kir ku tişta herî zêde ew teşwîk kir wijdanê wî bû.