ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2017'AN 2017-08-18 09:00:14 ROJANE *Welatiyên di dema darbeya 12'ê Îlonê de hatin girtin der barê sepandina "kincên yek rengî" de axivîn. Welatiyan dest nîşan kir ku dê îktîdar tu encamê ji vê sepandinê wernegire. *Di şewata li Dersim û 5 navçeyên wê ku ji ber top û hewanên leşkeran derketibû û 15 rojan domandibû de qadeke daristaniyî ya 550 hektarî bû xwelî. Kesên di tefandina vê şewatê de ked dan, biryardan ku ji bo parastina xwezaya Dersimê ekîpmanên şewatê yên sivîl çêbikin. *Hîn jî ketina 6 taxên Sûrê qedexe ye. Heta niha ji 3 parên navçeyê yek jê hatiye rûxandin û avahiyên ku tên çêkirin jî şopên berdewamiya polîtîkayên yekparêz di xwe de dihebînin. *Egîtîm Bîr Sen der barê namzetên ku dê têkevin mulaqatê dosyeya fîşkirinê ji Gerînendetiya Perwerdehiya Netewî ya Hezroyê re şandibû. Hevserokê Şaxa 2'yemîn a Egîtîm-Sen'ê ya Amedê Recep Şimşek der barê vê rewşê de axivî û wiha bertek nîşan da: "Li Tirkiyeyê êdî sendîka tayînan dikin." *Qeyûm Cumali Atilla ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin û AKP li hev nakin. Qeyûm dawî li peywira 5 serokên daîreyan ku di pêvajoyên îhaleyê de çalak bûn anî. *Endamê Platforma Piştgiriya ji bo Sûrê Denîz Ozgur, aşkera kir ku kampanyaya îmzeyan ku ji bo Sûrê hatiye destpêkirin, li Stenbolê deng vedaye. Ozgur bang li welatiyên rojavayî jî kir û xwest piştgiriyê bidin kampanyayê. *Hevseroka Federasyona Demokratîk a Sûriyeya Bakur Foza Yûsif wiha got: "Em dewletê ava nakin. Em hewl didin ku netew-dewleta ku bûye belaya serê gelên Sûriyeyê demokratîk dikin." * Platforma Piştevaniya Ji bo Nuriye û Semih dê li Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. * Şaxa TMMOB'ê ya Amed û Êlihê dê der barê dînamîtkirina Keleha Darphane ya Heskîfê lêkolîn bikin û daxuyaniyê bidin. (12.00) * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê li dijî cilên yek rengî li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bide û li Postexaneyê ji Serokomar, Serokê Meclîsê û Wezareta Dadê re faksan bişîne. (12.00) * Çalakiya Kolana Yukselê ya ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 163 rojin di grevê dene dê di roja 283'an de berdewam bike. (13.30-18.00) JIN * Jinên Mêrsînî bertek nîşanî pêşnûmeya ku destûrê dide muhfî mahrê bibire dan û diyar kirin ku ev destûr dê rê li pêş komkujiya zarok û jinan veke û gefê li jin û zarokên vî welatî dixwe. ÇAND Û HUNER *Li gundê Dibêkî yê Qelqeliyê Vahyettîn Ozîster ji 15 saliya xwe ji teyibê li klamên Alî Kerîm, Zahiro, Şakiro û Ayşe Şan guhdar dike û 30 sal e kilamên wan distrê. ABORÎ *Gundiyên Baleka di meha Tebaxê de ku dest bi berhevkirina hingiv dikin, ji bo aramîkirina meşan duxanê derdixin û kewaran yek bi yek raçav dikin.