ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2016'AN 2016-12-21 09:00:05 ROJANE * Li Rihayê 250 kesên di 12'ê kanûnê de hatibûn binçavkirin lêpirsîna wan a li Midûriyeta Polîsan hêj didome. Revberê Şaxa ÎHD'a Rihayê Prz. Mîkaîl Yavuz diyar kir ku di bin çavan de 30-40 pirs tên pirsîn. Pirsên wekî 'PKK rêxistinek terorê ye yan ne? Hun jê hezdikin an ne ? KCK çiye?" ji hemû kesan tê pirkîn. *Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî pirsên der barê Mujgan Ekîn de bersivand û balê kişand ser bêdengiya dewletê û got, dewlet dizane Mujgan Ekîn li ku ye. *Mamosteyên ku ji bo zarokên Şirnexê li ser medyaya civakî kampanayaya ji bo kicên zivistanê dabûn destpêkirin ji hêla Muduriyetiya Perwerdehiyê ya Şirnexê bi biryar û îdiayeke sosret "Zirarê dide otorîteya dewletê" hat qedexekirin. *Piştî teqînên bombeyî yên li Qeyserî û Stenbolê, li Herêma Egeyê di operasyonên li dijî HDP'ê de 64 kes hatin binçavkirin, 13 kes jî hatin girtin. Li muduriyeta polîsan jî, karên îfadedayîna 51 kesî jî didome. *Li Edeneyê welatayiyan li Bulvara Adnan Kahvecî ya tim qezayên trafîkê lê diqewimin, xwest derbasgeheke jêr an jî jor bê çêkirin. *Li Taxa Koçeran a Êlihê, Hanîfe Yildiz got, ew bi sala ye nanê tenûrê çêdike û nanê ew çêdikin, li gor yê li firinan tê çêkirin heme erznatir û hem jî paktir e. *Li Xozatê, malbata Kahraman a ev 5 nifş e hostetiya baxlemeyê didomîne. Nûnerê dawî yê vê sinhetê Hidir Kahraman diyar kir ku, niha kesek tune ku ew vê pîşeyê dewrî wan bike. *Piştî girtina MEYADER'ê cenazeyên ku tên morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, polîs li wir gefan li gel dixwin û dibêjin “Heke MEYADER an jî komeleyên din ji bo wergirtina cenazeyan bên, em ê cenazeyan nedin. ”. Hevserokê MEYA-DER'a Amedê Hasan Pençe jî diyar kir ku, dema polîs gef li malbatan xwar, divê malbata bertekên xwe nîşan bidin. * Li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê yekemîn rûniştina doza der barê Parlemeneterê HDP'ê yê Amedê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûkan a ku ji ber axaftinên wî yên 2012'an ên li 2'yemîn Kongreya Asayî ya BDP'a Xarpêtê hat vekirin, bê dîtin. (09.30) * Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahettîn Demîrtaş a ji ber axaftineke wî ya di çalakiyeke li Mêrsînê de hat vekirin, li 14'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Mêrsînê dê bê dîtin. (10.00) * Rûniştina doza Ayşegul Terzî ya ji ber şort li xwe kiribû rastî êrîşî hatibû, wê li Edliyeya Anadoloyê bê dîtin. (10.00) * Rêxistina HDP'a Bajêr a Stenbolê, têkildarî operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî partiya wan û şewitandina avahiyên wan a bajêr û navçeyan, dê li avahiya bajêr daxuyaniyê bide. (13.00) JIN *YAKA-KOOP a li Wanê xebatên xwe dimeşîne, di çarçoveya pêşnûmaya "Di Sektora Turîzmê De Berbelavkirina Îstîhdama Ciwan" de, ji bo doner û kebabê dest bi gihandina hosteyên jin ên ciwan kir. ÇAND Û HUNER *Qulûba Sporên Çiyagerî û Xwezayê ya Cîloyê bi pirtûka xwe yî bi navê Rotaya Sporên Çiyayên Colemêrgê û Xwezayî, bi wêneyan çiya û geliyên di demên dawî de bi hinceta "ewlehiyê" ji serdana xwezahezan re hat qedexekirin vedibêje. *Guldesteya helbestan “Berf û Agir” a yek ji nûnerên girîng ê helbesta kurdî ya modern helbestkar Mueyed Teyib, bi wergera tirkî ya nivîskar û akademîsyen Selîm Temo, xwe gihand ber destê hebesthezan. Di guldesteya helbestan a Teyib de; bi ziman, têma, metefaor û hêmayên xwe, li gel sihra xwemal a helbestê; helbestên ku xewn û xeyal, êş û azar, hêvî û bendewariyên neteweyekê li xwe kiriye bar cih digirin. EKOLOJÎ *Hevjînên hev Fatma û Huseyîn Ûzûn yên li dijî toximê melez ê îthal, bi toximê organîk û xwecihî yê bi genetîka wê nehatiye lîstin çandiniyê dikin, bêyî gubreyê kîmyewî û dermanên çandiniyê bi kar bînin, berên bi genetîka wan nehatiye lîstin û bê hormon diçinînin.