ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2016'AN 2016-12-23 09:00:22 ROJANE *Li Edeneyê, di fezlekeyên der barê kesên di çarçoveya operasyonên li dijî HDP'ê hatin binçavkirin hatin amadekirin de, wênekişandina di kongreya HDP'ê de wek "Propagandaya rêxistinê" hat nirxandin. *Li Edeneyê, jina ducanî ya bi navê Y.U.T. a polîsan li ber edliyê derb kir diyar kir ku her çiqas wê gotiye ew ducanî ye jî hatiye derbkirin û wiha got: "Ji ber tirsa hevjînê xwe neçûm nexweşxaneyê. Min xwest gilî bikim, lê ez ê kî/ê li kî/ê gilî bikim. Heke gilî bikim, wê min sûcdar derxînin. Ji ber wê, min gilî nekir." *Li Nisêbînê, malbata Medenî Orak ê sala çûyî di dema qedexeya derketina derve de li ber mala xwe bû hedefa gulebarana wesayîtên zirxî û jiyana xwe ji dest da, niha nikarin serdana gora Orak ya li pişt têlên rêsayî maye bikin. *Hemwelatiyên Amedê li dijî tecrîda li ser Ocalan tê meşandin bertekên xwe anîn ziman. Amediyan dest nîşan kir ku, Ocalan ji bo avakirina aştiyê û çareseriyê şansek mezin û got, mifteya çareseriyê Ocalan e. Amediyan diyar kir ku, yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî tecrîdkirina li ser Ocalan e û banga yekîtiya û li derdora Ocalan bibin xelek li gelê kurd kirin. *Bi hatina zivistanê re, hîn jî li Şirnex, Cizîr, Gever û Nisêbînê gelek welatiyên malên wan hatin rûxandin di konan de dijîn. Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojavayê Mûstafa Ocaklî bi bîr xist ku, zivistan hatiye, li her deverê Kurdistanê ber û baran e û bang li her kesî kir, da ji bo gelê Şirnex, Cizîr, Nisêbîn û Geverê bi piştevanî û alîkariyî tevbigerin. * Wê Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, li navenda giştî ya partiyê têkildarî Operasyona "Mertalê Firatê", xebatên Qanûna Bingehîn û geşedanên siyasî daxuyaniyeke çapemeniyê bide. (11.00) * Baroya Amedê, wê der barê dîtina kiryarên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî û bi awayekî lez meşandina dosyeya lêpirsînê, li ber Edliyeya Amedê daxuyaniya çapemeniyê bide û çalakiya rûniştinê li dar bixe. (13.30) POLÎTÎKA *Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa, rewşa Helebê, hevdîtinên di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de, bandora van hevdîtinan a li ser Rojava û Sûriyeyê nirxand. Dest nîşan kir ku, gelê kurd û Sûriyeyê xaka xwe bi dest Tirkiyeyê de bernade û wiha got: “Çiqas bi hêzên cîhanê re li hev bikin jî, ew lihevkirin li vê derê bêhikûm dibe.” *Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim bi bîr xist ku, AKP di 14 salên îktîdara xwe de, texmînên budçeyê tenê di pêvajoya çareseriyê de zevt kiriye û dest nîşan kir ku, di budçeya 2016'an û hemû planên wadeya nîvekî de jirêketinek heye. Yildirim balê kişand ser budçeya navendî ya 2017'an û dest nîşan kir ku, ev budçe jî ne derdorên civakî, tenê parastin û ewlehiyê dihebîne. *Ji 64 avakirin AK Partiyê yek jê Fatma Bostan Unsal got, krîza ku îro Tirkiye hem li hundur û hem li derve dijî, êdî hatiye aste nebirêveçûnê. Li gor Bostanê, tekane xelasiya ji vê krîzê, bi aştiya kurdan pêkan e. *Der barê Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan ê girtî de, bi daxwaza 85 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin. *Di 10 rojên dawî de, li dijî 59 navendên HDP'ê êrîş pêk hatin. Parlementerê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu dest nîşan kir ku, êrîş ji navendekê û bi awayekî plankirî pêk tên û ji bo avakirina "eniya berxwedanê" bang li hêzên demokrasiyê kir. ÇAND Û HUNER *Mîhrîcana Fîlm Amedê ya bi pêşengiya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn hat organîzekirin û wê 3 rojan bidome, di roja duyemîn de didome.