ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2016'AN 2016-11-17 09:06:27 ROJANE * Emîne Ayhan a ku di komkujiya Dîlokê de, her çiqas ji bo testa DNA’yê 3 caran nimûne dabe jî diyar kir ku, cenazeyê ji bo wan hatiye dayîn ne aîdî kurê wê Ramazan e. Hat zanîn ku, ekîba taybet a ji Enqereyê hatiye, tenê dest û pê nîşan dane û malbat amin nebûye ku cenaze yê wan e, lê ji bo cenazeyê ku hatiye nîşandan bêtir neêşe ji neçarî hatiye qebûlkirin. * Ji parêzerên ÎHD’ê Gulseren Yolerî hewldanên bêdengkirina muxalefeta civakî û Saziyên Civaka Sivîl nirxand û wiha got: “Muxalefet nayê bêdengkirin, dixwazinw ê tune bikin.” * TSK bi gelek tang û wesayîtên zirxî ji bo operasyonên derveyî sînor sewqiyatan dike. Yek ji şahidên operasyonên derveyî sînor û PKK’yya berê Yuksel Genç vê rewşê nirxand û dest nîşan kir ku, Tirkiye bi sala ye hîn ders dernexistiye ku PKK bi operasyonên derveyî sînor naqede. * Dijwar Mihemmed Ebdûllahê reqayî, di mewziyên operasyona Xezeba Firatê de ber bi bajarê xwe ve diçe. * Piştî sûîqasta li dijî qeyûê Dêrikê, ji bo qeyûm Cûmalî Attîla yê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû teddîrên ewleyiyê gihaştin asta herî jor. * Hevserokê MHD'ê yê Êlihê Mesut Aydin têkîldarî girtina komeleya wan axivî û diyar kir ku ji ber ku wan rapora Cizîrê ya amade kirine dewlet di qada navneteweyî de ketiye tengasiyê ev biryar hatiye dayîn lê bi mohrekî têkoşîn bi dawî nabe. * Li Şirnex êdî ne tax, ne kolan û kuçe ne jî malên gel tên naskirin. Cihê her avahiyekê bûye girek ji betonê û welatî di nava van girên betonê de parçeyek ji bermahiyên jiyana xwe ya berî qedexeyê, beriya wêrankirin talankirinê digerin. * Damezrînerê Komeleya Gundem Çocuk, Emrah Kirimsoy di têkildarî girtina komeleyê got ku komeleya wan cureyek jiyanê ye. * "Însiyatîfa Ez Rojnameger im" ji bo rojnamger û nivîskarên girtî dê li qada fuarê meşê li dar bixe. (13.00) Ji bo Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş dê di çarçoveya mafê serlêdana şexsî de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bê dayîn. (14.00) * Doza Lîcê dê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê bê dîtin. (10.00) * Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek û parlementerên HDP'ê û şaredarên herêmê dê biçin Şirnexê. (12.00) * Doza parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan a bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00) POLÎTÎKA * Pisporê YE’yê Prof. Dr. Cengîz Aktar rakêşiya di navbera Tirkiye û YE’yê de nirxand û got, heke muzakere bi temamî rawestin wê aboriya Tirkiyeyê zêde bixisire. JIN * Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin, bi Komîteya 25'ê Mijdarê ku li dijî hemû binpêkirina mafên jinan hatiye avakirin, xwe amade dikin ku li dijî tundiyê dakevin qadan. ÇAND Û HUNER * Serokê Kultur-Sen'ê ya Antalyayê Seyfî Turan li hemberî pêşnûmeya qanûnê ya girtina 52 saziyên hunerê ya ku ji aliyê hikûmetê ve hat amedekirin û dê pêşkêşî Meclîsê bê kirin nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ev pêşnûme tê wateya fermana kuştina hunerê. ABORÎ * Zeytûn ku yek ji çavkaniya aborî û xwarinê ya Tirkiye ye, sal li sal bereket û qîmeta xwe winda dike. Li gorî daneyên 10 salên dawî li Tirkiye Zeytûn sal bi sal bê qîmet dibin.