ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2016'AN 2016-12-27 09:00:25 ROJANE *Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, tîmên taybet ên dema ji paş ve destê Rojnameger Omer Çelîk kelepçe kirin û bi gotinên "Tu yê hêza tirkan bibînî" ew îşkence kirin, giliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê kir. * Wê Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyê ya "Xezeba Firatê" Cîhan Şêx Ehmed dema bigihîjên Reqayê, wê li nav bajêr wiha bangî jinên cîhanê bike: "Binihêrin em dikarin bajarê xwe azad bikin. Em dikarin gelê xwe ji DAIŞ'ê rizgar bikin." * Di îdinameya ku der barê 19 kesên di nav de Hevserokê HDP'e yê Edeneyê Huseyîn Beyaz jî heye hatiye amadekirin de hemû xebatên partiyê û beşdarbûna kongreya HDP'ê ya ceyhanê ji bo "endamtiya rêxistinê" delîl hat dîtin. * Li Gundê Ûgurca yê Bajaroka Awiskê, 25 malbatên êzîdî yên li kampê di konan de dijîn, ji ber sar û seqemiya zivistanê rastî gelek prisgirêkan tên. Li gel vê, tu ewlehiya kampê jî tune ye. * Xebatkarê TÛHAD-FED'ê Mehmet Baytekîn ê çend roj berê hat girtin, nexweşê diyabeta giran e. Rêvebera TÛHAD-FED'ê Havva Ozcan ji bo Baytekîn wiha got: "Bê kêmaniyî her tim dengê girtiyên nexweş bû, lê belê niha ew jî girtiyekî nexweş e." * Girtiyên siyasî yên ji girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên rastî wan tên nivîsandin, diyar kirin ku ew mehkûmî mirinê tên kirin û ji bo li hemberî van pêkûtiyan bêdengî çênebe, banga hestiyariyê li raya giştî kirin. * Delî Dalgalar Însîyatîfî ya ji bo piştevaniya girtî û hikumxwarên siyasî xebatan dimeşîne, ji bo sala nû nameyên bi têmaya xwe aşitî û daxwaza azadiyê nivîsandin, ji hemû girtîgehên welat re şandin. * - Şaredariya Bajarê Mezin a Denîzliyê ya AK Pariyê, li taxa Cumhuriyetê ya navçeya Pamakkaleyê ku projeya MEGA Kent ava dike, bi hinceta ruhsata xaniyan tune xizmeta avê nade semta ku malbatê kurd lê dijîn. * Welatiyên nexweş ên Şemzînanê ji ber xendekên leşkeran ê li ser rêya Dûrê kolandine, nikarin biçin nexweşxaneyê. Ji ber xendekên leşkeran, welatî neçar dimînin ku 12 kîlometre rê bimeşin û nexweşên xwe bibin nexweşxaneyê. * Li heremê ji mirovan bigire heta sewalan û ekolojiyê her tişt bandorê ji şer girtiye. Ji ber zêdebûna şer û nêvenga pevçûnan û li bajaran zêdebûna avahiyên betonî, cihekî kevok xwe lê bihêwirînin jî tune bû. Li Tirkiye û Kurdistanê û li Amedê jî yekemîn car ji bo kevokan borexaneyeke taybet an jî hêwirgehek hat avakirin. * Li Roboskê piştî qatlîama yekem ciwanên ku diçûn qaçaxê piştî qatlîama duyemîn ji ber diwarên li sînor hatin danîn betal man. Ciwanên Roboskê anîn ziman ku jibilî bazirganiya sînor tu şansê wan tuneye, bi girtina sînor cerdevanî û koçberî li ser wan tê ferzkirin. * Wê doza Mehmet Aytaç ê dema li înşaata balafirgeha 3'yemîn dixebitî û ji ber kurd bû ji aliyê hevalê xwe ve hat şewitandin û qetilkirin, li 17'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. * Qeyûma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atîlla ku bi ewlehiyek taybet tê parastin, zorê li karkerên şaredariyê dike ku sîxûriyê bikin. Qeyûma Amedê ku vîna meclîsê ji destê wê girt û cihê her kesî diguherîne, niha jî Serokê Daîreyan diguherîne û mirovên xwe bi cih dike. * Rûniştina duyemîn a doza bi îdiaya "Endamê rêxistinê" li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek hat vekirin, dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê bê dîtin. (10.00) ÇAND Û HUNER *Navenda Çandê ya Semayê ji bo tebîeta xwendina pirtûkan bide der û rêjeya xwendina pirtûkan zêde bike bi navê "Qumbereya Pirtûkan" kampanyayek da destpêkirin. *Deqên ku bi huner û kedeke mezin wekî remz û sembol li ser dest û ruyên mirovan dihatin neqişandin, êdî rastî eleqeyê nayên. Ji bo çanda deqan winda nebe wênekêş Mûrat Yazar, hewl dide bi wêneyên dikişîne wan nemir bike. EKOLOJÎ *Gelek waren dîrokî li Heskîfê di bin ava Bendava Ilisûyê de dimîne. Tevî vê rastiyê pira Artûklû ya 2 hezar û 500 sal emrê wê heye, restore dikin. Ekolojîperest restorekirina pirê rexne kirin û gotin: "Niha Heskîfê binav dikin. Ji ber vê yekê restorekirina warên dîrokî bê wate ye. Ewil ava dikin û piştre binav dikin."