ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2016'AN 2016-12-28 09:00:39 ROJANE *Kampanyaya "DIRÊJKIRINÊ" ya ji aliyê Meclîsa Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) ji bo rakirina OHAL'ê hat destpêkirin, bi lez û bez didome. DÎB a li gelek deverên Tirkiyeyê bi derdorên cuda re hat gel hev, li Stenbolê wê ewil bi ciwanan re, dawiyê jî bi her derdorê re were gel hev. *Parêzer Ozgur Çaglar ê der barê binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tarsusê dimînin de agahî da diyar kir ku, li qawîşa 81 girtî lê dimînin, li ranzayekê de 3 girtî radizên. *Malbatên di teqîna Dîlokê de zarokên xwe winda kirin, bertek nîşanî daxuyaniyên serokwezîr û serokomar ên der barê ketina Babê de dan. Ayşe Akdogan a yek ji wan kesên di komkujiyê de xizmên xwe windakirin wiha bertek nîşan da: "Heke dixwazin ji bo me tiştekî bikin, bila pêşî kujer bibînin û wî darizînin. Erdogan ne ji bo DAIŞ'ê, ji bo li dijî hêzên kurd şer bike TSK'ê xist Sûriyeyê. Eger dixwaze DAIŞ’ê xilas bike, Tirkiye tijî DAIŞ e. Bila destpêkê yên di nava xwe de xilas bike.” *Li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya ku di demên dawî de li dijî girtiyan binpêkirinên mafan lê zêde dibin, hat diyarkirin ku, li qawîşên jinên girtî lê dimînin, tevî gardiyanan polîs jî beşdarî lêgerînan dibin. Zeytin Satici ya ku demek berê ji heman girtîgehê tehliye bû wiha got: "Îdareya girtîgehê û muduriyeta polîsan bi awayekî paralel tevdigerin û li gel gardiyanan polîs jî tevlî lêgerînan dibin." *Der barê Hevşaredarê Şaredariya Yenîşehîrê Selîm Kûrbanoglû de bi îdiaya di nav KCD'ê de "Bi awayekî çalak faaliyet meşandine" û "Endamê KCD'ê ye" bi daxwaza 15 sal cezayê girtîgehê doza hat vekirin. *Qeyûm Cûmalî Atîlla, biraziyê Mehdî Eker, Alî Fûat Eker tayînî Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. *Nûçegîhanê DÎHA'ya hat girtin Mazlûm Dolan jî tê de, 32 jê girtî bi giştî 40 kesên, di mehên sibat û adarê de dema ji Sûrê hatin tehliyekirin û dawiyê hatin girtin, wê piştî 10 mehan şûnde derkevin pêşberî dadger . * Welatiyên ku telên di navbera gel û malbatan de hatine danîn nas nekirin bi salan têkîliyên xwe bi xizmên xwe yên ku wekî li "welatekî cuda ne" ve berdewam kirin. Suleyman Encu yê ji Roboskê jî diyar kir ku bi salan wekî peşmerge şer kiriye, sînor nasnekirine û gotina "di esasê xwe de sînor di dema AKP'ê de hat danîn" bi kar anî. * 1'emîn Rûniştina doza Mûsa Anter û Jîtemê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê dê bê dîtin. (10.00) * Di 5'emîn salvegera Komkujiya Roboskiyê, wê li Goristana Roboskiyê kesên jiyana xwe ji dest dan bên bibîranîn. Dê li Îzmir û Amedê jî daxuyanî bên dayîn. (13.00) * Rêxistina DBP'ê ya Sûrê, bi armanca balê bikşîne ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê avahiya DBP'ê ya Sûrê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.0) POLÎTÎKA *Siyasetmedarê kurd Cemal Coşkûn nîqaşên Kongreya Neteweyî ya Kurd nirxandin û got, kongre ji bo kurdan tê wateya "Serketin dawiyeke bivê nevê ye" û dest nîşan kir ku, lê belê ji ber faktorên paşperdeyî heta niha kongre pêk nehatiye. * Hevpar^n KCD'ê yên li hemberî operasyona li dijî KCD'ê pêk hat nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku hikûmet bi van operasyonan ve dixwaze ku hebûna xwe bidomîne lê tiştên ku îro dibêjin çareseriyê dê sibehê ji encamên giran re rê veke. JIN *Li Erziroma ku germahiya hewayê 30 derece di biniya sifirê de ye, jinên girtî yên li Girtîgeha Oltiyê diyar kirin ku, pergala kalorîferê ya girtîgehê xera bûye û li ser vê serî li îdareya girtîgehê dane. Girtiyan îdia kir ku îdareya girtîgeha ev bersiv daye: "Niha budeçeyeke me yî têrbar tune ye, hinekî din jî bisekinin." *Jinên hezoyî, ji bo muhtacî pereyê mêran nebin, karê destan çêdikin, li bazarê difiroşin û lêçûnên xwe ji vî pereyî bi cih tînin. Her wiha jin di navbera xwe de çanda pevguherandinê jî jîndar dikin. JÎNGEHA KEDÊ **Mamosteyên jin ên ku bi KHK'ê hatin îxraçkirin, li standên ku li çarşiya jinan vekirine tiştên ku bi keda destên xwe çêkirine difiroşin û bi vî awayî hem debara xwe, hem jî piştevaniya hevpîşeyên xwe yên hatine îxraçkirin dikin. ABORÎ *Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên şer û pirsgirêkên aborî kes nikare serdana şûnwarên dîrokî jî bike. Girêdayî vê, sektora turîzmê ya warên dîrokî jî rawestiya ye. Li navçeya dîrokî ya Heskîfê jî, ji ber pirsgirêkên şer û aborî hemû çalakiyên turîzmê rawestiyane. Esnafên navçeyê bi vê yekê re bêzar mane û gotin, ji ber şer û pirgirêka aborî ew nikarin kar bikin û hatine asta topavêtinê.