ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2016'AN 2016-11-14 09:00:00 * Şervanê QSD'ê Ebû Rahad ku tevlî Pêngava Xezeba Firadê bû, piştî DAIŞ'ê kurê wî yê 8 salî û 4 birayên wî qetilkirin û hevjîna wî di bazarê de firotin, tev li eniya şer bû û niha di eniya pêş de şer dike. * Girtiyê bi navê Resul Çetîn ê ji Girtîgeha Tîpa E ya Tekîrdagê sirgunî Girtîgeha Muglayê hat kirin 4 sal in di hucreyê de tê girtin. * Dayika hunermenda YJA Starê Delila, Gulsuma Guçer bi sedema di roportaja bi Rojnameger Hasan Cemal de pesnê keça xwe daye doz lê hat vekirin û 9 sal ceza jê tê xwestin. * Welatiyê bi navê F.A. ku piştî komkujiya Dîlokê ya 57 kesan jiyana xwe ji dest dan ji bo cilên 2 biraziyên xwe yên hatin kuştin wergire çû Midûriyeta Polîsan a Dîlokê. F.A ku pirsa "We çima êrîşa komkujî asteng nekir?" pirsî, bersîva; “Wir wekî herêma terorê hatiye îlankirin, em nikarin tiştekî bikin” girt. * Pîrê kurdan Seyit Riza û 6 hevalên xwe 79 sal berê di 15'ê mijdarê de li ser sêdara îdamê gotibû “Min çi kir jî bi derewên we re min serî dernexist ev ji min re bû dert, we jî çi kir we çongê min netewand ev jî ji we re bû dert" û hatin darvekirin. 79 sal berê kurrdan serî netewan û îro jî kurdan dîsa serî netewandin. * Parlamenterê HDP'ê Behçet Yildirim têkîldarî qedexeya weşanê ya der barê 30 zarokên ku li wargeha Lîseya Îmam Xetibê ya Gergerê rastî îstismara zayendî hatin diyar kir ku ev hewldana girtina li ser bûyerê ye û rayedar wekî feraseta "min nedît, nebihîst, nizanim" a sê meymûnan e. *Apê Seyît Riza Şeran ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê hate gotin di şewatê de jiyana xwe ji dest daye, Seydî Şeran diyar kir ku di canezeyê biraziyê wî de şopên şewatê tuneyebûye, bi derbên ji pişt serê xwe xwariyê jiyana xwe ji dest daye. *Rêvebera ÎHD'ê ya Dîlokê Ayşe Erkabalci diyar kir ku li Girtîgena Tîpa L a Dîlokê zêdetirî 20 girtiyên nexweş nayên dermankirin û dema ku pirsgirêkên binpêkirinên mafan, îşkence û avê ji midûrê girtîgehê re ragihandine midûr ev yek nederewandiye û bi gotina "ji hêza me ya asîmanan avê bibarînin tuneye, dema ku tê didin" henekê xwe bi wan kiriye. *Welatiyê ku ji ber formaya li ser "Kurdistan" heye li xwe kiriye hatiye binçavkirin îdia kir ku 5 rojan hatiye derbkirin û rastî heqeretê hatiye. * Rojnamevan û nivîskarên ku li dijî daxwaza cezayê muebetê ya ji bo xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê yên girtî tê xwestin bertek nîşan dan diyar kirin ku, ev biryareke siyasî ye û wiha gotin: “Bi van îddianameyan derket holê ku, li vî welatî hewldana dawîlêanîna weşana azad tiştekî xeyalî ye.” * Nexweşxaneya Dewletê ya Edeneyê ya berê, li şûna xizmetê bide nexweşan bûye warê hişbir û tiryakê. Welatiyên derdorê jî ji ber vê rewşê bi fikar in. * Malbata Gerez ku 3 zarokên wan di 5 mijdarê de ji ber teqîna alavên leşkerî jiyana xwe ji dest dan, diyar kirin ku wê heta dawî hesabê kuştina zarokên xwe bipirsin. *Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê Şaredarê Serêkaniyê Menderes Atîlla di 22'ê Gulana 1015’an de bi rojnameyên herêmê re civîn pêk anî û ew bertîl kirin. Hat îdîakirin ku Atîlla pere daye wan û ji ber vê yekê êdî nûçeyên muxalif di rojnameyan de nayên weşandin. *Coya avê ya di nava Serêkaniyê re derbas dibe, ji ber nayê papijkirin qirêj dibe û bêhna genî belav dike. *Minewer Sîmay a ku di 15 saliya xwe de ji Serêkaniya Binxetê derbasî Serêkaniya Serxetê bû û niha li Serêkaniya Serxetê dijî, diyar kir ku berê dikarîbûn li pişt têlan silav bidana hev, lê êdî dîwar hatiye lêkirin û dengê hev jî nabihîzin. *Midûra Karê Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gelecek Asli Ceren Aslan têkildarî êrîşên li dijî Çapemeniya Azad diyar kir ku bi girtin û mohrkirina saziyên çapemeniya azad dengê kurdan nayê qutkirin. * Jina 65 salî Zeyneb Karakaş ku 40 sal in bi destkariyê debara malbata xwe dike, diyar kir ku ji ber derketina makîne û ji bîrkirina hunerê destan qîmeta karê wê nemaye. *Zarokên li Amedê dijîn ji bo ji nû ve vekîrina Zarok TV kêfxweşiyên xwe anîn ziman û gotin “Em bi stran û fîlmên kartonên Zarok TV keyfxweş dibin, bila dest direjîye televizyona me nekin.” * Qesra dîrokî ya alimê kurd Şêx Niyetullah ku kevirê dîwarê wê ji dest dabûn dest û lê kiribûn ji ber bê xwedî hatiye hiştin xera dibe. POLÎTÎKA * Endamê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Îdrîs Nahsan, têkildarî şerê li Rojava pêş dikeve, polîtîkayên hêzên navneteweyî yên li Rojava pêş dikeve û êrîşên hikûmeta Tirkiye yên li Rojava nirxandinên berfreh kir. Nahsan, destnîşan kir ku kesên hêza civakê û rêxistinên herêmî esas û muxatab negirin dê têk biçin. *Endamê rêxistina civaka sivîl a alman Connectîon e.V. Rûdî Frîdrîch têkildarî helwesta Tirkiyeyê ya ji bo mudaxileya şerê navxweyî yê Sûriyeyê wiha got: “Şerê li Sûriyeyê, di asasê xwe de şerekî qada navnetewî ye. Hikûmeta Tirkiyeyê jî dixwaze beşdarî vî şerî bibe. Ev pir eşekere ye ku, armanca wê ne DAIŞ’e. Armanc şerê li dijî komên kurd e." * Hiqûqnasê Qanûna Bingehîn Prof. Dr. Îbrahîm Ozden Kaboglu diyar kir ku di rewşa OHAL'ê de nîqaşên qanûna bingehîn rewa nîne û di şert û mercên ku azadî tuneye jî qanûna bingehîn nayê çêkirin. JIN *Jinên Raqqayî yên ku ji ber zilm û zordariya DAIŞ'ê 3 sal berê reviyan û tevlî YPJ'ê bûn, niha di çepera herî pêş a Pêngava Xezeba Firatê de cih digirin. Jinên di eniya şer de cih digirin diyar kirin ku ew ê di kesayeta jinan de tola mirovahiyê ji DAIŞ'ê bigirin. *Jinên gundê Parmakkapi yên Payizava ya Wanê ku 4 mehan li zozanan bêrîvaniyê dikin, dema vedigerin gund jî bêrîvaniyê berdewam dikin. Di demsala zivistanê de jî li goman (gov) sewalan xwedî dikin û li dijî nexweşiyan bi dermanên xwezayê sewalên xwe diparêzin. *Ostaya hunerên plastîk Bedîa Tuncer ku 8 salin li Antakya ostatiya hunera plastik kir, ji ber nasnameya jinê nekarîbû li Edeneyê karê xwe berdewam bike û betal ma. Tuncer, ji bo debara malbata xwe dest bi karê paqijiya malan kir. *Aktîvîsta BÎKG'ê Nîmet Tanrikulu, têkildarî êrîşên li dijî têkoşîna jinan axivî û diyar kir ku pêwiste jin bi dengê xurt zextên li dijî xwe îtîraz bike û wiha got: "Em di nava jiyanê de xwedî hêzek biçûk bin jî divê em dengê xwe yê îtîrazê bilind bikin. Em çiqas dengê xwe bilind bikin em dê ew qas bi hêz bibin." *Şervanên QSD'ê yên tevlî Pêngava Xezeba Firadê bûne, piştî rizgarkirina gundan bi hezaran sivîl dikişandin qadên rizgarkirî, hem kêfxweşiya şervanên Reqayî û hem jî hemwelatî hêjayê dîtinê bû. Ew dîmena ku jinên Minbicê çarşefa reş a ji ber tirsa DAIŞ'ê avêtibûn ser rûyê xwe veçirandibûn, li gundên Reqayê jî hat dîtin. ÇAND *Li Rihayê ku hemû dêr veguherandin mizgeftê têkane dêra Rejî ya aydî suryanan bû jî kirin xizmeta Şaredariya AK Partiyê û Weqfa Diyanetê. *Yekemîn medrese û pirtûkên wêjevanên navdar ên kurd Feqiyê Teyran ku evîn, hezkirin bi hunerek bedew li ser kaxizê rêz kir, ji ber bêxweditiyê wêran dibin û tune dibin. * Dêrên dîrokî yên li navçeya Miksê ku li benda parastinê ne, ji ber ku nayên parastin û bê xwedî hatiye hiştin ber bi xerabûnê ve diçin. Dêrên ku nayên parastin terkî qedera wan hatiye hiştin. *YAKA-KOOP a ku ji bo balê bikşîne ser zewaca di temenên biçûk de 3 meh in li dibistanan bi navê “Min digot qey lîstik e, lê rast derket” pêşbirka wêneyan li dar dixe û bi xêzkêşanên zarokan dixwaze balê bikşîne. * Ozgur Radyo ya ku bi KHK'ê ve hate girtin, îro dîsa li ser înternetê dest bi weşanê dike. Kordînatora Giştî ya Ozgur Radyoyê Derya Okatan a ku beriya 21 salan bi slogana "Em ê nebin qutiya muzîkê" hate avakirin wiha got: "Divê yên ku rastî êrîşê dikin hebûna xwe bidomînin." *Li Antakyayê pira avê ya dîrokî ku li ser çemê Asî ye terkî qedera xwe hatiye kirin. *Nivîskar-helbestvan Şukru Erbaş diyar kir ku divê hunerê daynin pêşiya pêkûtiyên li Tirkiyeyê û wiha axivî: "Dewlet bi tu awayî desturê nade ku jibilî fikrên wî, fikir li nava civakê belav bibe. Divê em hunerê daynin hemberî hêzê." *Sanikê (çîrok) yên bi zaravayê kirmanckî tên vegotin ber bi tunebûnê ve diçin. ABORÎ * Serokê Kooperatifa Berxwiriyê ya Medya Nabî Kaçak ê ku hêza xwe ji berhemên organîk ên herêmî yên hilberîner digire û yekser berhem digîne destê berxwiran (serfkar) bal kişand bandora qrîza siyasî ya li ser aboriya Tirkiye û wiha got: "Qrîza aborî di ser me re şiqitî. Ji ber ku em hêza xwe ji gel digirin." * Aşê çêkirina tehînê ku ev 56 salin li bajarokê Dêrgulê hatiye çêkirin hîn tê xebitandin û jinên Dêrgulê bi awayek kolektîf li vir tehînê çêdikin. Tehîna ku ji vir derdikeve hem ji bo aboriyê tê firotin hem jî ji bo pêdiviya malê tê çêkirin. *Esnafên Antalya yên li kolana Kaleiçi ji ber qeyrana aborî nikarin kar bikin. Esnafan diyar kirin ku îsal ji ber turîst nayên bajar, kar tune û qeyrana aborî dijîn. Esnafan anîn ziman ku ji ber şerê navxweyî qeyran derket û çareserî aştî û demokrasî ye. *Esnaf û hilberînerên Bazara Ruyê Erdê "Slow Food Foça" ya Tirkiye ku her roşên Yekşemê li navçeya Foça ya Îzmîrê tê avakirin diyar dikin ku “Cureyeke jiyana din pêkan e" û berhemên bi destê xwe hilberandin tînin bazarê yekser difroşin berxwiran. EKOLOJÎ *Li navçeya Seyhana Edeneyê piştî ava Grava Sevgî ya di nava Bendava Seyhanê de cih digire, piştî ava bendavê nizm bû her kesî berê xwe da gravaê û derketin seyranê. Mirovên diçin gravê li hemberî dîmenên xwezayê yên rengîn sermest dibin. * Pîra 75 salî Ummuhan Uysal a ji gundê Daribuku ya Îspartayê ji bo gundê wan di bin bendava HES'ê ya tê avakirin de nemîne, têkoşîna hiqûqê dide û li dijî EPDK'ê doz vekir. HERÊMÎ * Oste û xerat Nuri Akyildiz, bi hunera xeratiyê ruh dide daran û wan ji nûve zindî dike. Akyildiz, diyar kir ku piştî makina xeratê derdket êdî ev hunera destan pûç bû keda wan erzan bû. *Warê baweriyan a gelan Habîbî Neccar ku bi nexşe û mîmariya xwe ya dîrokî û çandî balê dikişîne ser xwe gelê Hatayê hembêz dike. Warê dîrokî Habibi Neccar li gel hemû hilweşînê dîsa dibe qada ziyaretê.