ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2016'AN 2016-12-31 09:00:44 ROJANE *Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin Zana Kaya yê di serdegirtina rojnameyê de hat girtin û nêzî 5 meha li Girtîgeha Sîlîvriyê hat ragirtin û paşê tehliye bû wiha got: "Ji bo em rastiyê ragihînin civakê, deynekî me heye. Ji bo dayîna vî deynî jî, em ê îcrakirina karê xwe bidomînin." *Li Minbicê êdî her kolan, kuçe, bazar û meydan bi dîmenên ku weke mix di mejiyên mirovan de cih girtiye têne bibîranîn. Li vî bajarî hema hema her mirovek şahidî ji darvekirin, serjêkirin, înfaz, lêdan an jî heqaretan re kiriye. Bi ser temenekî bi êş û kêf de, 3-4 salên weke ewrên reş bariyayî. Di ser azadbûna bajêr de 4 meh derbas bû, êdî mirov hêdî hêdî careke din li kenê windahî vedigerin. *Welatiyên ji bo rawestandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan bang kirin diyar kirin ku, ew Ocalan wek mifteya rawestandina şer dibînin û wiha gotin: "Divê Ocalan di nav gelê xwe de be." *Şaredariya Peyasê ya qeyûm tayînî wê hat kirin, hema bêje veguheriye qereqolekê û li gel vê, biraziyê Parlementerê AKP'ê yê Amedê Galîp Ensarîoglû, Fethî Ensarîoglû jî tayînî Gerînendetiya Park û Baxçeyan hat kirin. *Farûk Eren ê 36 sal ji bo aqûbeta kekê xwe yî di bin çavan de hat windakirin têdikoşe, der barê 3 kesên îsal di bin çavan de hat xwestin ku bên widnakirin û nîqaşên der barê wan ên wek "xesarê dide têkoşînê" de axivî û wiha bertek nîşan da: "Mesela qey Hurşît Kulter bihatana windakirin baş bû, hûn vê dixwazin." *Li Zanîngeha Egeyê ya ku tim bi çewisandin, pêkûtî û lêpirsînên xwendekaran dikeve rojevê, xwendekarên dema zagona îstîsmara zayendî prostetokirin û bi derbkirinê hatin binçavkirin, ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve der barê wan de bi îdiaya "ewlekarê taybet" derb kirine, lêpirsîn hat vekirin. *Bavê Îsmaîl Tekîn ê di ocaxa madenê ya li Kufrayê jiyana xwe ji dest da, Şemsettîn Tekîn got, ji bo berpirsiyar bên cezakirin ew ê têkoşîna xwe yî huqûqî bidomînin û beramberî gotina "fitratê" ya Serokomar Erdoganî ji bo Somayê gotibû wiha got: "Ma tenê li Tirkiyeyê di fitrata vî akrî de heye?" * Yûrikên Muglayê ku bi jiyana xwe ya komunal ve tên nasîn li aliyekî li hemberî projeyên xwezayê talan dikin li ber xwe didin li aliyê din jî hewl didin çanda xwe bigihînin nifşên din. * Zeynel Kursep wekî bi sedan mirovan di salên 1990'an de ji aliyê hîzbulkontra ku bi dewletê re hevkarî dikir ve hate revandin û bi mehan di hucreyekî de hat girtin. Kesên bi heman hucreyê de dihatin girtin bi pere hatin berdan lê ji Zeynel heta niha agahî tune. * Şaxa ÎHD'a Amedê û xizmên windayan, têkildarî windayên ku di binçavan de, bi kiryarên nediyar û bi înfazên bêdaraz hatine windakirin, dê li avahiya ÎHD'ê daxuyaniyê bidin. (12.00) * Dayikên Şemiyê bi dirûşmeya "Kiryar diyar in, winda li ku ne?" di hefteya 615'emîn de dê li Qada Galatasarayê bên gel hev. (12.00) * Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD'a Îzmîrê wê rapora 2016'an a binpêkirina mafên jinan li avahiya Şaxa ÎHD'a Îzmşrê daxuyîne. (11.30) * Parazvanên mafên mirovan dê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê têkîldarî rawşa girtiyên nexweş daxuyaniyê bidin. (13:00-18:00) ÇAND Û HUNER *Keşîşxaneya Mor Kîryakûsa dêrîn a di salên 300'î de li ser xaka Mezopotamyaya qedîm hatiye avakirin, piştî 80 sal berê cemaeta wê yî dawîn jî koç kir, niha ji aliyê gundiyan ve wek axur tê bikaranîn. JÎNGEHA KEDÊ *Masîvanên li dijî qedexeya nêçîra masiyên Orfoz û Lagosê yên ji aliyê Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê hatin qedexekirin bertek nîşan dan, diyar kirin ku ev rewş bi awayekî neyînî bandorê li wan dike û xwestin dawî li vê qedexeyê bê. *Mahmûdî Taştan ê heta derengê şevê li tax û kuçeyên Agiriyê bi ereboka xwe yî destan digere, komira ku di nav ariya li konteynerên çopê tê valakirin de berhev dike difiroşe û pê debara malbata xwe yî 7 kulfetî dike. Taştan anî ziman ku, dema ew dixebite yên di ber wî re derbas dibin ji bo wî nebînin berê xwe hêl dikin û wiha got: "Şerm nakim, çimkî ez nadizim û xwêdanê dirêtim. Ez nanekî wek xwêdana eniya xwe paqij ji malbata xwe re dibim." EKOLOJÎ * Li çewlika Margarîta ya di 2013'yan de li taxa Helvacilar a Buldanê bi hêza cewherî ya jinê ve hat avakirin warekî ku serdestiya zilam, cudakariya di navbera ziman û nijadan de tuneye, pere nîne û jiyanake li ser esasê teqasê tê înşakirin.